Gotar

Serberzî ji peyva azad re

 Elî Cefer

Ji demekê ve hevpîșeyê me, rojnamevan û çalakvanê naskirî Inayet dîko, ji hêla alîgir û mirûdên PKK û șaxên wê yên Kurdistanî de, pêrgî gef û gurên curbecur tê. Sedem jî ew e; ku Dîko bi pênûs û peyvê, nerîn, bîr û bûçûnên xwe bi șêweyekî azad û vekirî di derbarê kêșeya Kurd û Kurdistanê de tîne zimên. Nemaze di rewșa Efrîn a dagîrkirî; ku çawa serkirdeyên Qendîlê û hin berpirsên wan ji Kurdên Bakur li Efrînê berî êrîșa dagîrkerên Tirkiyê û çeteyên sûrî, zirt û virt dikirin.

Wekî em tev dizanin, hewla bêdengkirin, çewsandina peyva azad, ji hêla PKK û șaxên wê li Kurdistanê ne kiryareke nû ye, û tidarekine dûrî çanda kurdî ye, li dijî hemî rewșenbîr û çalakvanan tê bikaranîn. Ji bilî rojnamevan, rewșenbîr û çalakvanên xweser, herweha têkoșer û xebatkarên Kurd; vê partiyê bi dehan û sedan heval û alîgirên xwe kuștine. Poz û guhên welatparêzên Kurd birîne. Hemî kesên ji siyaseta wan ne razî derbider kirine, revandine, xistine zindanên xwe, an kuștine.

Inayet Dîko ne yê pêșin ne û mixabin wê ne yê dawî be jî. Lê teqez ev rûreșiya wan li dawiya dawî ji wan re dimîne. Em bi vê kurtegotinê helwesta xwe, bo riswakirina van gef û guran û piștgiriya Dîko û her kesên tûșî êrîşên weha tên û bên, diyar dikin.
   17. 01. 2019    

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…