Zindankirinên Apo Osman Sebrî Di 114 Saliya Rojbûna Wî De*

 Konê Reş

  Di roja 05.01.2019`an de, (114) sal di ser rojbûna Apo Osman Sebrî re derbas dibe.. Apê ku li dor hezkirina zimanê Kurdî wiha gotiye: (Ev ji bextê me yê reş e. Bav û kalên me gunehkariyeke mezin kirine ku bi zimanê xwe mijûl nebûne. Di welatê me de Ermenî hebûn, Sûryanî hebûn, hindik bûn, lê wan bi zimanê xwe dixwendin. Me diçû bi zimanê Tirkan û Ereban dixwend. Ev hemî sûcê bav û kalên me ne, em hîn nekiribûn. Heye ku rehmetî Celadet nebiwa, dibû ku me bi xwe jî guh nedabiwa vî karê ha. Ji ber ku em ne xwediyê vê fikrê bûn, ev fikir ji wî derket, mala wî hezar carî ava..)

 Bi min xweş e, bi vê helkeftinê ez girtin û zindankirinên wî ji we re raxînim ber çavan: Bi damezirandina Al-Partî (P.D.K.S) re, di nav Kurdên Sûriyê de, şiyarbûn û zanînê serê xwe rakirin. Kurdan doza mafên xwe yê netewî û rewşenbîrî kirin.. Lê ew daxwaz û armancên ku Kurdan dixwestin li gor hawê hikûmetên Erebî li Sûriyê nedihatin, vêca dest bi şerê Kurdan kirin, nemaze ew kesên ku Al-Partî damezirandinbûn û yên ku endamên wê bûn. Hikûmetê dest bi girtina wan kir û di serê wan de Apo Osman Sebrî û hevalên xwe bû. Evin, ew çend carên ku Apo Osman Sebrî di gel hevalên xwe, ji rex hikûmetê ve hatine girtin:
1 – Roja 15/08/1960`î, di vê rojê de Osman Sebrî û Dr. Nûreddîn Zaza di gel çil û heşt /48/ endamên Partî hatine girtin û li zindana Helebê û ya Mezê li Şamê mane ta roja 02/02/1962`an.
2 – Di sala 1963`an de Osman Sebrî ji ber hikûmetê revîya çû Libnanê û çend heyvan li wir maye.
3 – Di roja 21/05/1964`an de careke din ew û kurê xwe Hoşeng li Helebê hatine girtin di gel çend hevalên din û di zinadanê de mane ta bi dawiya sala 1965`an.
4 – Di dawiya sala 1965`an de, nû ji zinadanê derketibû, lê careke din li Dêra Zorê hatiye girtin û çend heyvan li zindana wê jî maye.
5 – Di sala 1967`an de dema ji zindanê derketiye hikûmetê ew surgûnî bajarê/ Siwêda/ kirine. Ew bajarê ku li başûrê Sûriyê dikeve û pirraniya xelkên wê Durzî ne.
6 – Di sala 1969`an de, dadegeha dewletê biryar daye ku Osman Sebrî bi du salan zindan bike..  Lê wî xwe ji Sûriyê daye alî û di Tirkiyê re derketiye.. Li Tirkiyê dûm nekiriye, piştî du heyvan zîvirîye Sûriyê, çend heyvan veşartî maye û dawî hatiye girtin û di zindana /Qellhe/ de li Şamê maye ta sala 1970`yan. Di vê girtinê de du avûkatan xwestine di dadgehê de bervedêriya wî bikin, lê ew bi wê bervedêriya wan razî nebûye.. Piştî ku hikmê xwe qedandiye û derketiye li mala xwe a li Şama Şerîf, taxa Kurdan rûniştiye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye..
 Apo Osman Sebrî 18 caran hatiye girtin û zindan kirin, du caran li Tirkiyê, du caran li Libnanê, du caran li Îraqê û 12 caran li Sûriyê û çendîn car jî li Sûriyê hatiye surgûn kirin..
 Li ser girtin û zindankirnên xwe wiha bersiva nivîskar Firat Cewerî di kovara Hêvî, hejmara 7`an, payîza 1990`î de daye: (Em di bin destên xelkê de bûn. Gava ku merivek 52 salî be û 18 caran têkeve hepsê, dê çi têde bimîne? Ez 18 caran ketime hepsê.. Carekê hakimekî Ereb ji min re got: (Ev cara çendan e ku tu dikevî hepsê?) Min got: ev cara min ya 17`an e. Hingê ez tenê 17 caran hatibûm girtin. Hakimê ereb got: (Xwedê mala te xera bike..). Min got, bela Xwedê mala we xerab bike. Lawo! Kengî min hatiye li deriyên hepsên we xistine, min gotiye mala min tune ye, cih bidine min..? Hun tên min digirin û davêjin hepsê û di ser de jî mala min xerab bibe! Bela mala we xerab bibe! Gava ku min ev gotin kirin mêrik keniya…).
*- Ji pirtûka min ya bi navê (Osman Sebrî: Jînenîgarî û Çend Nivîs û Helbestên Nû).

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…