Bêkes Têlo
Beyanî zû şiyar bû wek her roj… 8 ê adarê bû. Ji nav livîna rabû ruwê xwe şişt. Zîq di mirêkê de li xwe temaşekir… henefya avê vekir rahişt firçê û hinek sabûna diranan danî ser û xiste devê xwe, bi xwirtî firçe bi jor û bi jêr dibir.

Avek li laşê xwe kir , bi beşkîre rû zuhakir,dûvre porê xwe bi sêşwarê, li ber eynikê sekinî devê xwe wekû bikene vekir,li diranê xwe dimeyzand……zûka xwe avêt xwaringehê û neskafê bi şîr amedekir,cixare vêxist…. Demeke bi tenha dijî. Tiştek çêbû di hûndirê can de ku wê guherandîye. Meha bihurî pelî 30 sal kir…şipya ma li ber pencera xwe li xwezayê dimeyzêne li wê gola avê û darên şahbelût û yên din. Ev çax bîranînên zaroktî û jiyana zaroktî şiyar dikin ku bi ti rengî ne wek jiyana mezinane. Rojên ciwaniyê û cejna Newrozê xwe diyar dikirin ,gava derdor tev gul û şinkahî bû .’’Tiştekî bedew e ku tu temaşeke û bibinî ev tev ku ta duh di hûndirê te de agir pêdixist û tu pê dişewitî,nava te dikeliya……..lê nokaş’’. Bêvil û lêvên xwe bi jor rakir,te digot nefretê dike. Ma kî kare hestên wê biheseş Dûmana çixarê ji bêvila xwe hêdî hêdî davêt ser cama pencerê bi sarbûnek mînak jêre tunebû,çentê xwe bi zûka amedekir û da rê, tu li ku û balafirgeh li kû.
Di naylonê de ji pencerê li mirovan temaşe dikir û raman dibû, di hundirê xwe de got:Xweşe ji demekê ta demekê tu jiyanê bi felsefekê, bi kûrbûn di mijarê wê de û nerînên xwe derbaske ber çav neqlek din ………yan jî biguherînî û giringbûna tiştan li ba te bê guhertin û tu li pêşerojê bi dilşahî binerî. Nizanim ger dem rolek hebû,ku giyam vir wekû ez heme,lê tiştê jê bawerim ku min zivirandineke bi tevahî di jiyana xwe de kir…….bi axaftinek hejmarokî (metematîk),min pişta xwe da her tiştên jê hez nakim yan ne bi dilê min be ku bikim. Min xal danî ser rojên dagiritî, bê evînî, bi qêrîn û lêdan ji pelên jiyana min……min guhert. Jiyan giranbuhaye, gerek mirov guh nede wan kesên jiyanê û spehîbûna wê xiradikin,ewan bi rûçadirin, min ew kes ji jiyana xwe derxist,ew kesê jiyana min bi kul û keder kirbû, ti hêvî bi jiyanek xweş nemabû. Pir sal derbasbûn ta giham vê stebîlbûne(aramiyê),…giham bawerîk resen ku gerek tu jiyana xwe wek tu bixwaze bijî, jê bûhatir tuneye ku tu dilxweş bî di her kêlîkê de……em najîn bo kesatya xwe û dema têdighêjin,ji nûve hej xwe dikin wek zarokan.
Di ber xwe de keniya , tirmbêl gihabû ber deriyê balafirgehê. Pere derxistin,dan şufêrê naylonê û kete nav wê qelebalixa rêwiyan di balafirgehê de hundabû.
Xanima Gulîzer bi salan di nav gêjbûnekê de bû bi hevserê xwe re. Du cîhanên ne wek hev bûn ,bê evîn, tiştên wan digihîne hev tenha damarên xwînê bûn. Biryar da ji hev qutbibin û cuda bijîn. Xwest vegere ciwanya xwe, kete rêwîtiya bo welat ku behnvedanek bo wê be.
Wî dişopand bi qurziyê cavan, lê dinerî û dît ku ji çentê xwe pakêtek kilînêks derxist… texmîn dikir ku digirya lê di eynî demê, bigoman bû …. xwe dikir ku pirtûkê dixwîne,lê hîç ne dixwend û ne peyvek….. ji xwe dipirsî ’’ji kûve tê ev xortê spehî û bi kûde diçeş Û çima diçe cihê ku ez diçimêşû çi wate di van 5 demjimêran ku em bi hevre difirin , di jiyana me de heye û piştre kes kesî nasnake, yan jî kes naye bîra yê din, lê eze cawa vî kesî jibîrkimş
Em bi hevre ne diaxiftin bes min hewl da xwe temenê wî texmînkim û ramanên wî di vê kêlîkê de bizanibim.
Xortek te fihêd dikir le binerî , ne nase, rex min rûniştibû, li cihekî dijî ne wek cihê min bû …bihnek dirêj kişand û di hûndirê xwede berdewamkir û got: çi bihna kolonya wî xweşe! dilê min difirî bi wê bihna wî û diketim xewn û xeyalan de.
Ji kêlîka yekem ku nerînên me pêrgî hev bûn ez bûm evindara wî û em ser her mijarê axiftin. Di van 5 demjimêran de herdû zû û bi dilgermî hev naskirin.Wî evîna xwe kevş nekir û ne bi gotinekê. Xortekî bejnûbalek lê bû wê nivişt kirbû. xwe û hestên xwe tev dida yê ku ti car ne bihîstibû ji hevserê wê, gotinên hefqas hingivîn û şêrîn ku ji kûrbûna dilê wî,bi can û laş derdiketin.
Dilê wê lêdida wek rîtma dîlaneke xwirt. Dengê kenê wan digha cihanê tevî, xwe jibîrkirbûn li kûne û kî li hawîrdora wa ne . Ev roj nayê jibîrkirin ji heşê wê, çavên wan ji hev qut nabin. Girs bû te digot karakterê wî jî diyare hişke,lê bi xwe ne husa bû,nermokî,hêdî axaftdar, xwedî hestek nerm bû, ji nişkave gotina dapîrê hate bîra wê, digot:
_Sipehîbûn mirov bi kefçiya na xwe,lê bi destan.
Dilşad dibû bi vê hevokahe û di berxwe de bi lêv ken dibû.
Bû xirecira wî û ji çente pênûs û kaxezek derxist,çavên wê jê nayê xwar….gulek neqişkir û lê nerî bi şermokî got:
_Cejna jinê li te pîroz be!. Ah xwedê…. şaşo maşo ma ji vê zivrandina wî, sipasiya wî kir û jê pirsî.
_Çima ezş Nizanim…xort bersiv da û berdewamkir…lê hestek li ba min çebû di vê kêlîkê de ku te pîrozkim û bêjim tu pir sipehîyî. Gotina xwe bi dawî anî , çav û ruwên wan hino hino nêzîkî hev bibûn û berdawamkir û got:
_bide ber çavê xwe cîhan bê jin…çi felaket bê ser me. Ji kêfa difirya û her man li hev dinerîn û axaftin qut bû. paş ji wî re nav û navnîşana xwe gotibû……xanima Gulîzer hefqas evîndara wî bibû ku jibîrkir nav û navnişana wî bipirse.
Lê ew kêfxweşiya wê dom nekir,li balafirgeha welat hevdû hûndakirin,bi salane li hêviya evîna xwe mabû û di çend kêlîkan de hunda kir.
Bi hesreta dîtina wî rojên wê derbas dibûn ,diçû ku… rû,peyvên û kenê wî di hiş û canê wê de mabû…vegeriya Swêdê,salek derbas bû mîna sedsal derbas bibe bo wê,jiyana wê tevlehev ketibû , raman li ba wî bû,û ji xwe dipirsî gelo ezê carek din wî bibînimş
Dunya sare tevlî ku meha Adarê ye. Ji bayê cemidî têlên kehrebê geh fizfiza wan û geh bê deng diman…bi dilê wê bû bikeve rêwîtiya wan demjimêran di xeyala xwe de gava bi hevra bûn ,tamek taybetî hebû di jiyana wê da ji wan demjimêrên ku hevdû naskirin û di cî de ew rojên bi xem êrîşî hişê wê dikirin, dihatin bîra wê û vaye noka raman dibe , mejiyê wê mijulkirî bi bûyerên jiyana bihûrî bi hevserê sitemkar re, ji peyvên wî yên lewitî û çavên beloqî bi bihntengî rûwê xwe nêzîkî rûwe wê dikir bi sixêfan dihejya ji hundirê xwe. Rojên bê hêvî.. bi kul, ji xwe re diaxivî: rojên bê evîn û bi kul te digot min sedsalan jiyan kirye. Di eynî kêlîkê de dengê teqreqa derî hat,wê şiyarkir ji deryayê ramanan. Bi lez cû derî vekir….dema derî vekir veciniqî weke xeyaleke ber wê sekinî bû,ew çav û kene ku bi hezar caran dihat ber çave wê rastiyeke û niha di matmayîna xwe de lal bibû….gelek pirs û peyv û gazin di nerînên wê de diyar dibûn.Destên wan hev bi lerz hembêz dikirin lê di çavên wî de ,dema zindan û işkence ber evîna dil dicûn ava…rojhilat..