Agirê Sînema Amûdê. Nivîskar Mela Ehmedê Namî

Roja 13.11.1960
Namî dibêje: Hin bi hin pêtên agir dijwar û bilindtir dibûn, rengê şîpa aş di derî, kulek û penceran re tavêtin. Kesî nema dikarî bû nêzîk bibe, yên dihatin, didîtin ko agir bi vî rengî ye, naçar disekinîn, mîna Zerdeştiyan li dor agir diçûn û dihatin û didîtin bê çawa pêlên agirê sor û şîn bîst e bîst, çil e çil xortên ciwan di kûrangiha sînemê de didan ber sînga xwe.
Weke rifdek gurên kanûnan birçî, bikeve koza berxan ya bê şivan û bê xwedî. Ji wan hin diketin û hin radibûn û hin radibûn û dîsa diketin. Bi yek dengî digotin:
Yadê… Yabo… Hawar e… Ez şewitîm, ez peritîm.
Bi vî rengî qêrîn û hawara wan, di nav pêl û pêtên agir de bi rengekî mûsîqî awaz û deng dida.
Lê yadê û yabo, xwîşk û bira, metik û xaltîk, ap û xal, pismam û dotmam ji wan dûr bûn û dengê wê mûsîqa bi şewat ne dikirin.
Metelok dibêje: Xwediyê talanê dengê hawarê nak e.
Mela Ehmedê Namî.  Qamişlo
Ji pirtûka Agirê Sînema Amûdê rûpel, 31

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…