Rehên Dîrokî yên Peyva «Dîn»

Mihdî Kakeyî
 Wergerandin ji zimanê erebî: Mihemed Hesko(birasoz)

Simbola nivîskî ya Somerî Dîngîr, ku bi diruva stêrkê ye û simbola Xweda nîşan dide, an wateya wê yekê dide ku xwedayê Somerî “An“ yê ku bavê bilindê xwedawendên Somerî ya ye. Her wiha em vê peyvê nêzîk ji peyva“Eldîn“ ji warê bilêvkirin û wateyê ve dibînin. Her wiha peyva Somerî “Dîngîr“ wateya ezman an bihuştê dide ku, pêwest e bi xwedawendan û olê ve. Cihê ku xweda lê ezmane û xweda ew e yê ku bihuşt afirandî ye. Ji aliyekî din ve peyva “Dêw“ xwedayê gelên Hind-ewrupî bû, û ne dûr ku navê xwe ji navê Xweda yê Genim yê Somerî “Dimozî“ hatibe.

Her wiha navê Serokê Firîşteyan “Tawos“ di olê Êzîdî de, ew jî ji navê Xwedayê Genim yê Somerî“Dimozî“ hatiye, ji ber ku tîpa “M“ hatiye veguhestin bo tîpa“W“ û tîpa“D“ bûye“T“ li gor rêzikeke zimanê Kurdî û li dawî yê bûye“Tûz“.1
Ji aliyekî din ve, navê roja Sêşemê di zimanê Ingilîzî de“Tuesday“ ji zimanê Ingilîzî yê kevin “Tuwesdaeg“ hatiye, wate roj “Tiwa“ nav “Tiw“ ew e forma zimanê Ingilîzî yê kevin e ya xwedayê Almanî yê kevnar“Tîwaz“ yan“Tyr“ li welatên Nerwêca kevnar. Nav ê “Tîwaz“ ji peyva Hind-ewrupî ya kevin“dei-deya-didya“ hatiye, ku bi wateya ronahî û her wiha bi wateya xweda jî tê, û peyva “dei-deya-didya“ her ew e “Dêw“ e, ku xweda bû û gelên Hind-ewrupî perestvanîya wî dikirin, û wateya peyva “Tuesday“ Roja Xweda Dêw e.Û di olê Yezdanî de “Dêw“ xwedayê ku xwekir kesekî oldar, ew jî bi rêya kirasguherînê “donawdon“ re û di nava ademîzade de dijî daku wan bîne rêya rastî yê, û dibe xwedî desthilateke mezin û xwedî roleke bi bandor di çaksazîya ademîzade de.

Navê xwedayê Hind-ewrupî Dêw e, di zimanên Hind-ewrupî yan de her berdewame maye. Di hin beşên van zimanan de, peyva Dêw e bi wateya xwe di zimanê Hind-ewrupî de hatiye parastin, yanê bi wateya “xweda-Îlah-Ellah“ ma ye, mînak:
Zimanê Latînî: Deus
Zimanê Spanî: Dios
Zimanê Ferensî:Diue
Zimanê Îtalî:Dio
Zimanê Ketelanî: Deu
Zimanê Latvî:Dievs
Zimanê Lîtwanî:Dievas
Zimanê Burtuxalî:Deus
Zimanê Girîkî“yûnanî“: Zêûs
Zimanê Îrlendî û Skotlendî: Dia

Di beşekî din yê zimanên gelên Hind-ewrupî de, yên ku li başûrê rojavavyê Asya dijîn, wek zimanên“kurdî,farsî û paşto“ peyva Dêw bo peyva Dîn û wateya wê ji “xweda“ bo “dîn“ paşê “diyanet hate veguhestin, ji ber ku pêwesteke xurt di navbera wateya xweda û eldîn de heye.
Dema olê Zerdeştî kete holê, Zerdeşt xweda Dêw e bi xwedayê şer xirap“ Ehrîmen“ anî ziman. Ev rengêr ê xirap ku Zerdesşt li xweda Dêw e kir, bo paşma û zimanên gelên Hind-ewrupî hate veguhestin, û ev peyv bi wateya “cin“ an cinok û Efrît, cih girt. Ji zimanên ku peyva Dêw e bi nerênî derbasî bûye evin:
Zimanê Avesta: Dêwe an Dêve
Zimannê Pehlewî: Dêv
Zimanê Kurdî: Dêw
Zimanê Biloçî: Dêw
Zimanê Paşto: Dêw
Zimanê Farisî: Dîw

Û di zaravên Kurdî yên başûr“soranî, lorî û hewramî“ de, peyva Dêw bi wate ya “cinok an efrît“tê, û jê peyva Dêwane derketiye ku bi wate ya wî kesê“dîn“ e, li vir divê peyva kurdî “şêt û dêwane“ ji hev cuda bikin. Peyva şêt bi wate ya kesê ne dirust ne normal tê, ew jî ji sedema nexweşiyeke hişî ye, lê belê Dêwane bi wate ya“ dîn û dildar“jî tê. Di zaravê kurmancîya jorîn de, peyva Dêw bo peyva dîn hat veguhestin.

Çavkanî:
1-Dr.Cemal Reşîd Ehmed(2002).Temûz..Tûz..Tawûs lawê xwedawend Şawişka ye. Kovara Şawişka hejmar 4, rûpel 6.
a. https://www.etymonline.com/word/Tuesday
b. Klein, E., “deity” and “Tuesday”, Comprehensive Etymological Dictionary of the English Language (Elsevier Publishing, 1966), pp. 417—418 & 1662.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…