Odeyên Cizîrê û Rola Wan/2

Konê Reş

  Wek ku min gotiye ji Eybdîwerê ta bi Serê Kaniyê odeyên gundan hebûn. Gund bê ode an dîwanxane nebû. Belê ji odeyên ku rola wan di nav xelkên Cizîrê de mezin bûn, dikarim van navan bêjim: Odeya Nayifê Paşê li Berojkê (Qereçox), odeya Dehamê Hadî li Til Elo, odeya malbata Marê li Dêrûna Axê, odeya Hisênê Hecî Mehmûd li Mistefawiyê, odeya Şêxmûsê Berekat li Girkê Legê, odeya Hesenê Elêwî li Abrê, odeya Selûmî Elmeyid li Mihemed Diyab, odeya malbata Haco li Tirbespiyê, odeya malbata Ebbês li Dugirê, odeya Hisênê Hecî Elî li Hilwa, odeya Abdulazîzê Ehmedê Ûsiv li Sîha, odeya Hecî Eliyê Evdê li Til Şiîrê, odeya Ibrahîmê Xelîlê Xeyda li gundê Xizna, odeya Hacî Asaad li cumayê, odeya Abdulezîzê Mislit li Til Berek, odeya malbata Essaf (Şêxê Tey), odeya Hisênê Asaad li Cirna û têde pêşwaziya serokê Sûriyê Şikrî Qewetlî kir..

 Odeya Evdiyê Xello li Topiz, odeya Issayê Abdulkerîm li Gundor, odeya Silêmanê Hecî Saadûn li Sinceqê, odeya Ûnisê Heso li Qere Tepe, odeya Hecî Hemîdê Mûsê li Xelê, odeya Hecî Xelefê Gedo li Xirbe Cidîd, odeya Malbata Mecdel Beg Hemo li Moza, odeya Şehabê Biro li Çetelê.. û odeya malbata Berazî li taxa Enteriyê hebû  û odeya Şêxê Şemera û Şêxê Tey li Qamişlo jî hebûn. 
  Li herêma Kîkan jî odeyên van keyaxên Kîkan di nav xelkên Cizîrê de bi çûn û hatin bûn wek: Odeya malbata Rustam li Cenaziyê, odeya Hecî Derwêş li Qeremanê, odeya Mihemedê Şêxo li Xasa Kîkan, odeya malbata Xelo li Çolbistan, odeya malbata Helîmo li Mişêrfa Helîmo, odeya Şêxan li Gaguriyê, odeya Mîzerê Şemerî li Sê Gira, odeya Issayê Xelef li Xuwêtla, odeya malbata Şêrê li Berkevirê, odeya malbata Sîno li Girkundê, odeya Abdulrehmanê Issa li Dikûkê, odeya Mecîdê Mihemd Salih li Til Dîkê, odeya malbata Keye (Mela) li Til Êlûnê (Ji vê odeyê re dihat gotin: Otêla Kîkan). Odeya Xelîlê Ibrahîm Paşa li Serê Kaniyê.. Digel ku odeya Mihemed Begê Cemîl Paşa, odeya Hesoyê Meşkînî, odeya Behdê Issa, odeya Hecî Abdulqadir li bajarê Derbasiyê hebûn.. Lêborînê ji ji xwediyên ode dixwazim, yên ku min navên wan ne nivîsandiniye.
Amûdê û Odeyên wê: Di wî heyamî de, Amûdê tekane bajarê ava bû di Cizîrê de. Hingê ne Hesekê, ne Qamişlo, ne Derbasiyê û Dêrikê hebûn. Serê Kaniyê wek gundekî bû. Amûda ku bi çend pesnan hatiye naskirin wek: Amûda Bavê Mihemed, Amûda Çavreşa.. Dergehên wê ji mehcirên Hesenan û Heyderên sala 1916`an, xwîniyên serhildana Bedlîsê/1913`an, Ermenî û Siryaniyên fermana/1915`an, şêx û melayên xwînî ji serhildana Diyarbekirê/1925`an û welatperwerên Araratê 1931`ê re vekirî bû.. Amûda ku Axayên wê Ibrahîm Axa û biraziyê wî Seîd Axa û tev malbatên Amûdê, bi sîngek fireh pêşwaziya mişextî û mehciran kirin.. Hingê malbata Axayê Deqoryan dergehên odeyên xwe li ser piştê ji wan re vekirin..
 Odeyên malbata Axê Deqoriyan (Ibrahîm Axa û biraziyê wî Seîd Axa û Bedirxan Axa), ji kevintirîn odeyên Amûd û Cizîrê ne. Odeyên wan bi eşîrtiyê bûn, belê ew dewlemendên Amûdê yên ku di pey wan re ode di malên xwe de vekirin, odeyên wan bi dewlemendbûnê bû wek: Odeya Salihê Şiwêş, odeya Nezîr Axayê Omerî, odeya Hecî Ibrahîmê Kamil, odeya Malbata Emo, odeya malbata Henê, odeya Hecî Ibrahîmê Saadê, odeya mala Hecî Berko, odeya mala Gun Reş, odeya Silîva.. Roja îro, hîn jî dergehên du odeyan li Amûdê vekirî hene: Odeya mala Emo ji malbata Heciya û odeya malbata Henê. Ev herdu ode, wek heyamê berê, bi kulavan raxistî ne, civak di wan de digerin, qehwe û çayê li mêvanan digere.. Bê Radiyo û TVê ne.. Ji aş û bajar ve qal û qult bi Kurmancî di wan de têne gotin..
  Di salên 1960`î de, bi taybetî piştî hatina rêjîma Baasiya ser hukimê Sûriyê di sala 1963`an de zilm û zextên rêjîmê li ser kurdan, ji berê dijwartir bûn. Endamên Alpartî bi behana ku ajanên Barzanî ne û doza herêmek serbixwe di Sûriyê de dikin dihatin girtin, pêre jî rêjîmê yaseya rastkirina çandiniyê û belavkirina xakê li welatiyan derxist.. Pêre jî şerê xwediyên odeyan ji rex Baasiyan, komunîstên kurd û hin partiyên kurdî ve jî hat kirin.. Di encam de çûn û hatina wan odeyan kêm û lawaz bûn, hin bi hin rola wan nema û bi demê re ji ber çavan winda bûn.. Roja îro ji 95% ji wan odeyan neman e, tenê kavlên hin odeyan di hin gundan de têne dîtin.. Ew 5`ên mayî jî, bê rûniştvanin, dergehên wan qepitandî ne.. Bêguman rola pêşketinê jî di nemana wan odeyan de hebû wek; vekirina dibistanan, derketina Radiyoya û Tvêyan..
  Ji wê biçûkaniyê ve, ji wê odeya bav û kalê min, ji wan xizm û cîranên me, ji guhdariya wan stran û çîrokên Kurmancî yên ku di wê odeyê de dihatin gotin û min guhdarî dikir, hezkirina welat di hinavê min de hat çandin û wê hezkirinê hişt ku, ez bi xak û zimanê xwe ve bême girêdan.. Ji ber wê bandor û hezkirinê min ev xepartina li dor odeyên Cizîrê ji we û nifşê nû re nivîsandiye.. Bêguman ew ode beşekin ji dîroka me. Wêne: Odeya Ûsivê Issa ye li gundê Xirbe Dîb.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…