Nûçe

Vexwendek

Hezkiriyên hunera kurdî!
Hezkiriyên hurdu dengbêjên rehmelê Cemîl Horo û Bavê Selah!

Em îsal, roja Şemiyê, 20. 10. 2018 an, wek cara pêșîn li Ewropayê bi helkeftina salvegera koçkirina herdu dengbêjên naskirî yên Çiyayê Kurmênc ( Kurdax ); rehmelê Cemîl Horo û Bavê Selah ahengekê li dardixînin.
Hêjayî gotinê ye, ku nivîsevan û rexnevanê navdar Heyder Omer wê peyvekê li ser huner û kesayetiya Cemîl Horo pêșkêș bike. Dîsa jî nivîsevan Mamed Cimo wê çend bîranînên xwe li gel Cemîl Horo bîne ziman. Hevalê komîta me ya amadekar Nezîr Palo jî wê kurtegotinekê li ser jiyan û hunera Bavê Selah pêșkêș bike.

Komîta amadekar a ” Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah ” vê carê xelatê pêșkêșî hunermendekî ku ked û emeka wî di vejandin û pêșvebirina huner û muzîka kurdî de heye, dike.
Bi dilxweşî, em we vexwendî vê bîranînê dikin. Beşdariya we hêzekê dide hunera kurdî û dîwarê qedexekirina li ser çanda me diherifîne. Bila em ji bîr nekin jî ku rojên wisa, ji xwe wek erkekî rewşenbîrane bibînin û xwe jê paş ve nedin.

Navnîşan:  Fahrenheit str 49.   53125 – Bonn
Roj: Şemî: 20. 10. 2018   Katjimar:  14. 00

Jibo pirs û têkiliya:  Nezîr Palo: 01787273256.   Inayet  Dîko: 01725245901.  Evîna Welat : 01773552313 E.   Elî Cefer:  01749392118.   – Mail: cemilhoro@autlook.de
Komîta amadekar a ” Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah “
Bonn  08. 10. 2018

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…