Ji Evîna Rojên Kevin: Pîrik (Pîrka Min Nûra Keye û Dayika Min Xensê)

Konê Reş

  Pîrik; Di nav me xelkên Beriya Mêrdînê de, ji wê jina ku bi temenê xwe mezin, xwedî serborî û zanîn di jihevxelaskirina jinên ducanî de (Pîrik) tê gotin. Anku ewa ku jinan diwelidîne.. Bi erebî jê re dibêjin Daye (داية), bi ingilîzî dibêjin (Midwife).
  Nûra Keye pîrka bavê min (Pîrik bû). Jinên gundê me û jinên bi 10-15 km ji gundê me dûr, li ser destên wê dihatin welidandin anku dizan. Dema ku di havîna 1970`î de koça dawî kir, temenê wê di ser 100 salî re bû.

  Di heyamê wê de bijîşk gelekî kêm bûn, jixwe bijîşkên jinan qet nebûn. Ew bi serborî û tecrîbeyên xwe fêrî welidandina jinên ducanî (Bihemil/ Bihalkî) bibû, çareseriya hin nexweşiyên wan jî pêk tanî û şîretên tenduristiyê li wan dikirin.. Bi demê re navê (Pîrikê) jî, lê hatibû kirin, bi wateya ku jinên ducanî ji hev xelas dike.
  Xweş tê bîra min, dema ku xelk ji gundên dûrî gundê me, bi erebeyên ku du dewara dikşandin, dihatin mala me, pîrka min Nûrê ji bo weildandina jinên xwe an bûkên xwe bi xwe re dibirin.. Lihêfek an doşekek ji bo rûniştina wê di hundirê erebeyê de radixistin û ew bi xwe re dibirin. Eger bi kera an qantira hatibana, lihêfek ji bo rûniştina wê li ser pişta kerê an bergîlê datanîn û ew bi xwe re dibirin.. Hingî otomobîl pirr kêm bûn, bi tenê çend Jeep ên Axayan hebûn.. Dema dizîvirî şekir an mewîj û xurme ji me re tanî..
  Navê wê Nûrê bû, ji ber ku çend salekî keyatiya gundê xwe kiribû bi navê (Nûra Keye) dihat naskirin. Jinek wek zilama bû, xwedî kesayetiyeke mêranî bû, merd û sexî bû û her dem civaka wê ji zilama digeriya.. Li gor temenê wê yê dirêj di civakên Kurdî ya orjînal de, fêrî gelek irf, adet û veşartokên civaka kurmancî bibû.. Di nav wê serboriyê de fêrî welidandina jinên ducanî jî bibû.. Ew diwelidandin, şîretên parastina zarokên nûbûyî li dayikên wan dikir û keçên ku nû dibûn dayik, şîretên xwedîkirin û perwerdekirina zarokan li wan dikir.. Wek bijîşkeke jinan dihat naskirin. Dibêjin carekê Dr. Ehmed Nafiz Zaza jê re gotiye; gerek tu li kêleka min ba ji bo nexweşiyên jinan..
  Em deh kur û sê keç, ji dê û bavekî, piraniya me li ser destên wê çêbûne. Çar kur ji me di biçûkaniyê de mirin, yê ji min biçûktir (Parêzer bû), berî çend heyvan, di temenê 63 salî de, bi kirîza dilrawestandinê koça dawî kir.. Ez nûxuriyê dayika xwe me.. Diya min hêj li jiyanê ye, temenê wê di ser 90 salî re ye.
  Bi demê re diya min (Xensê), ji xesiw xwe (Nûra Keye) fêrî welidandina jinan, perwerdekirina zarokan û nexweşiyên jinên ducanî bûye. Piştî mirina dapîra min Nûra Keye, diya min ket şûna wê de û bû Pîrik. Wê jî, wek xesiwa xwe jinên gund diwelidandin û şîret li wan dikirin, digel ku nexweşiyên jinên ducanî jî li gor zanîbûna xwe, çareser dikirin wek; jina ku zarok di zikê wê de xwar dibû, diqulipî, dihat cem, diya min zaroka wê rast dikir.. Ji jina ducanî ya ku (Rehbê) li dêmê wê dixist û dêmê wê ber bi deqên spî ve dihat guhertin, diya min jê re digot; (Filan) xwarinê bixwe, filan xwarinê nexwe, wê rehib ji dêmê te here..
  Berî ku diya min bersvê bide jinên ducanî yên ku dihatin cem, divîbû ku ji wan zanibe, di kewijandina wan de (Xerabûna wan ya avisbûnê), hez kîjan xwarinê dikirin; şor, şêrîn, tirş, kelê.. ji nû şîreta xwe li wan dikir.. Bi texmîn zanîbû jin ducanî çend mehî ye; çar mehî, pênc mehî an şeş mehîye.. Wê jî, wek xesiwa xwe Nûra Keye bi texmîn zanîbû kur an keç di zikê jina ducanî de heye?! Û gelek caran wek wê derdiket..!
  Min jê dipirsî, yadê çilo tu zanî? Digot: Kurê min jina ducanî (Bihalkî) ku gelek caran destê xwe bavêje birihên xwe, rast bike, zikê wê ber bi jêr ve be û meşa wê giran be, keç di zikê wê de ye. Û jina ku bi halkî be û gelek caran destê xwe bavêje temberiya xwe, porê xwe rast bike û meşa wê sivik be, barê wê kur e..
  Mixabin, ji ber temenê dirêj, êdî nema huşê diya min wek berê dikşîne.. Hema ji me re dibêje; “Bes e lawo! Min çi dît û çi nedît.. Ez êşa we nebînim.. Lê willeh min dît (Mebesta wê êşa birayê min yê berî çend meha koça dawî kir).. Xwedê emanetê bistenda bes e..”
Qamişlo, 28/09/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…