Qapût çîroka Nikolay Gogol e, ku di dawiya sala 1841yê de bi dawî bûye. Bi rastî vê çîroka kin cîhan tev hejand, ku wisa bi zelalî dûrî romansiyetê civata Rûsî serhevde û vekolîn û wêne kir.
Berevajî şêweyê wê demê, Gogol karîbû ser jiyana rojane ya perîşanan bi herî hûrikî bisekine, wisa jî ser xewnên wanî rewa ji bo jiyaneke herî xweş yên ku timî rastî keleman dihatin, nivîsand.
Dibêjin ku çîrok hê ku wek destnivîs bû û ta serdema niha jî, yek ji kûrtirîn nivîsên Gogol tê jimartin .Vêce hevokek herî navdar li ser vê çîrokê belav bûye ku dibêje (em tev ji bin Qapûtê Gogol derketine).
Kî ev hevoka giranbiha gotibe ne xem e, lê bêguman ew hevok dide xuyanîkirin bê ka çiqasî akama Gogol li ser wêje û toreya Rûsî heye, ku ew bi xwe nola yek ji pêşengên damezerênerên dibistana rasteyeqîn di toreya Rûsî de hatiye binavkirin.
Nivîskarê navdar ê şoreşvan Aleksander Herzen (1812-1870) gotibû ku Qapût danerekî herî bi gewd e.
Roman bi gelek zimanan hatiye wergerandin. Min jî bi zimanê Kurdî ew wergirandiye, lê hîn destnivîs e û li benda çapê ye.
Naverok
Karmendek di rêvebirgeheke fermî de kar dike, herî belengaz û perîşan e, tu kes hay jê tune ye, karê wî yê sereke nivîsandin e.
Belgename û palpiştan û her tiştê ku ji wan re gerek e û yên ji wan re ne gerek e jî jê re davêjin bo ji wan re binivîse –çiku wê demê alavên nivîsandinê û kopîkirinê nebûn.
Xewna karmendê me (Akakî Akakîvîç) a yekem û dawî ew bû ku bikaribe Qapûtekî nuh ji xwe re bikire, qene xwe ji serma zor a Petersburgê biparêze, çiku qapûtê wî yê kevin tev pînekirî ye, riziyaye, hew tê lixwekirin.
Ji xwe serma û barana wî welatî di wan qulên qapûtê wî ve bê rêdan derbas dibûn, tevlî ewê bahoza tûj li mêjiyê hestiwên Akakî disekinîn.
Lewma divê xwe ji gelek xwarin û vexwarinan û şîvan mehrûm bike qene karibe bihayê Qapûtekî nuh kom bike, û xwedê terzî (Petrovîç) raserî kesî neke. Akakî dît û xwedêyo bera kes nebîne.
Dawî û piştî rojiyeke bêhempa Akakî karîbû bi zor û heft kotekan bihayê Qapûtekî nuh komk bike, lewma di cî de berê xwe da bal terziyê bêol Petrovîç, wisa piştî demeke kurt Qapûtê xwe yê nuh wergirt.
Bo vê bona herî mezin -şêraniya qapûtê nuh- hevalên wî yên kar ew vexwendin mal wek şahiyek mezin jê re çêkirin. Akakî bi kêf û işq tevlî qapûtê xwe yê nuh berê xwe da mala hevalê xwe…ji kêfa qapût niza bê ka çilo giha wir.
Dawiya şevê Akakî vegeriya malê, di rê de çetan ew şêlandin û qapûtê wî jê standin, (xewna wî ya sade) şikandin.
Piştî gelek cihan, çû bal yê herî mezin qene giliyê xwe libalê bike, lê vegerand: Te nîvê şevê li wan celdan çi dikir, karmend ji qehra serma mirinê ew girt û neberda.
Çîroka Akakî li welêt hemî belav bû, wisa wek bawek pêve zêdekirin ku yekî mirî ji nîvê şevê û pêve, çi kesê ku li celdê dibînê qapûtê wana ji wan dike, gelekan ev bawe bawer kir, ta biryarek fermî derket ku divê yê mirî bi çi awayî mabê bê girtin.
Nerîn
Gogol bi saya serê vê çîrokê bû torevanê jiyana jînwarî (realîst) û bi saya serê Gogol jî wêjeya Rûsî bo hêzek giranbiha ya madî û materyal dikarîbû rêjîma koletiyê riswa bike wisa jî wê biguhêre.
Şêweyê ku Gogol çîrok pê nivîsiye şêwekî gelêrî ye, kula dilê milet nîşan dide, gotinên wî herî nêzî civatê ye, lê bi şêwekî herî hestyar nivîsiye.
Di vir de gotina apê romannivîsê Sûdanî Tayib Salih tê bala min ku ser biraziyê xwe wisa digot: (Eyin gotinên wî wek yê min in, tiştekî ne normal nabêje, çima ev qas milet wisa heyranê wî ye ez vê nizanim?) dêmek raz ji xwe di vir de ye.
Ez bi xwe jî heyranê qapûtê Gogol im, ji beriya bîst û pênc salan zêdetir jî û ta niha jî her çile qapûtê Gogol tevli wan hemî pînên pêve tevlî wan berîkin qul ez li xwe dikim, çiku ne şil dibe û ne jî ew berîkê qul ji mirovatiyê vala dibin.
Lehengê çîrokê: Tê xuyanîkirin ku naveroka çîrokê hemî li ser bûyerekê tenê hatiye hûnandin, bûyereke bê şax û pel e, wisa lehengê wê jî yekî bi tenê ye, ew jî ne wek lehengê romanên din e, ango lehengê me ne dirêj û çavşîn e, yan jî ne xwedî hêzek taybet e ku dikare goka zemînê bi destekî tenê hilgire. Ji xwe evê hişt ku Gogol bi serkeve çiku tiştekî beloq di lehengê xwe de nedanî, tenê em dikarin bêjin ku lehengekî ne lehenge ti hêza wî bo berberiyê tune ye, nikare xweş xwe binaskirin bide.
Lê tiştê balkêş tê de hestê wî yê herî naz e ku dixwaze di civateke mirovatî ya wekhevî de bijî.
Ji xwe lehengiya wî ji vir dest pê dike ku dixwaze bibe mirov, daxwaza wî ya veşartî û azeweriya wî ew bû ku milet wek mirov divê dan û standinê pê re bikin, wek her kesekî din.
Bi rastî carna dilê yekî bi lehengê vê romanê dişewite ku ewqas xelk mafî wî dixun û carna jî mirov jê aciz dibe jê diengire ku çima wisa qels e û nikare berevaniya xwe bike.
Bêtara Qapût ew e ku li rastiyê digere, ew rastiya ku leheng jî lê digere. Gogol bi xwe jî bi lehengê xwe re di wê civata Rûsî de lê digere, ew civata dijî hev û divê ku Gogol wê nebî jî.
Terziyê ku leheng çû balê bo pînekirina qapûtê xwe ew nêzî vê rastiyê dibû. Lê Gogol ew tev bi destê xwe kontrol kiribûn qet nedihişt ku kes ji wan ji rêya xwe derkeve.
Bi rastî nivîsandin ser qapût û Gogol bi dawî nabe, bi dehên rûpelan jê re divê û hîn jî kula dilê mirov rehet nabe. Bi kurtî qapût wênek biçûk ji vê cîhana mezin e ku dihêle mirov timî ne di rehetiyê de yan jî di bêbaweriyê de anjî di windabûnê de bimîne ku wisa çîrok bi dawî hat ku ta niha jî yê mirî qapûtê wan ji wan dike…ku dawî (reşkê şevê) ji wan kesên ku li pey diçin ji nişka ve disekine û dibêje: (we xêr e ma hûn li bêtaran digerin?)
Li vir nivîskar hinekî ji mendînê derketiye bal bi xeyal ve çûye dema ku yaxîbûna wî mirovê tev hest di rewanê wî de berz kir wisa jî ma girêdayî bi qapût ve. Ku tiştê Akakî nikaribû di jiyana xwe de bike, rewanê wî piştî mirinê pêk anî, tola wî hilanî.
Jiyan bê guman herî berdewam e, çîroka me bi xwe jî heroj dubare dibe ne tenê bi bûyerên xwe ve jî belê bi kûrbûna xwe ya mirovatî jî wisa ji bi wa mafên windakirî jî ku bê sûç hatine birîn..
Dawî
Gogol xwediyê rewanbêjiya mest dikarîbû ku kesên xwe biafirîne û bi rengekî tinazî wan bikar bîne, evê jî akamek mezin giran ser nifşên paşî ji torevanên Rûs kir tevlî Dostoevsky lê ew baş nehat fêmkirin di pir cihan de, vê jî tesîr lê kir nemaze ku ku ew herî naztirîn berhest bû, lewma jiyana xwe ya dawî bi azar di navbera sinç û olê de derbas kir.
Bêguman wek me got Gogol tevî Puşkin ji yekemîn damezrênerên dibistana jînwarî (realîst) di tore û wêjeya Rûsî de tên jimartin.
Helbet Gogol (1805-1852) nivîskarekî welatparêz bû bi hemî wateyan wisa jî di vê pêşbirkê de dide pêşiya Puşkin.