Rêwîne

Nîzar Qebbanî
Wergerandin ji Erebî: Cankurd

Rûwîne em di keştiya şîniyan de
Pêşengê me nandoz e
 û meleyê me talanbaz e
Niştevên bê nişt in (1)
Revo ne, wekî çivîkan,
li ser nexşeyên demê
Rêwîne bê kaxed… û mirîne bê termecaw (2)

Em in sozanî (3) yên vê çerxê
Her qeralek mee difiroşe û bihayê distîne
Em in berdesta telarê (4)
Me ji jorekê dişîn in bo jorekê (5)
Ji pençekê bo pençekê
Ji maldarekî bo maldarekî
 … û ji pûtekî bo pûtekî
Mîna segan em dibezin her şevekê
Ji E’den ta bi Ttance
   û ji Ttenca bo E’den
Em li êlekê digerin da me bipejirîne
Em li perdeyekê digerin da me bipeçine
…û li malekê
Û li dora me zarokêd me,
Piştêd wan qiloç bûne û pîr bûne
û ewana di ferhengên kevin de
 li behişteke geşbûyî digerin
 li dereweke mezin… mezin
  navê wê Niştiman e
Ne navêd me wek navan in
Ne ewên niftê (6) vedixun me dinasin
Ne jî ewên histiran û gomraniyê (7) vedixun

 Em di hindir metnê, ku qeralên me dinivîsin, girtîne
Girtîne di hindir ola ku pêşnimêjê me şirove kiriye de
Girtîne di hindir şîniyê de…
 û şirîntirîn ku me heye şîniyên me ne
Em çavdêrkirîne di qehwexaneyê de… û di mal de
û di dangên dayîkên xwe de (8)
Zimanêd me… hatine birrîn
û seriyên me… hatine birrîn
û nanê me bi tirs û hêstiran şil bûyî ye
Eger me zorbaziya li ser xwe,
 ji parêzerê parizgehan re  rakir, bo me tê gotin: Berbest e (9)
û eger me gazincên xwe bo xudanê asîmanê kirin, bo me tê gotin: Berbest e
û eger ma bang kir… Ey pêyamberê Xwedê, ji me re harîkar be
Nîşandariyeke bê veger didine me
û heger me pênivîsek xwest, da em huneraweke dawî (10) binivîsin
 an jî koçnameya (11) dawî binivîsin,
berî em bi darvekirin dimirin
mijarê diguhêrin…

Ey niştê min î xaçkirî li ser dûwarê nevînê (12)
Ey goka agirê, ku ber bi jêrçalê tol dibe
Ne kesekî ji Mudder… an ji benî Thiqêf (13)
Şûşeyekî ji xûna xwe û ji mîza xwe ya rûmetdar
Nedaye bo vî niştimanî ku di xûnjêçûnê de niqumî ye (14)
Ne kesekî li ser dirêjiya va poşka perçemkirî (15)
Rojekê kurkek an kumek dayî te…

Ey niştê min ê wekî geyaykê payîzê şikestî
Em mîna daran ji cîhên xwe hatîne hilkirin (16)
Hatîne mişextkirin ji dilxwezî û bîranînên xwe
Çavêd me ji dengêd me ditirsin
Deselatdarên me xwedîkin, xûna şîn di rehên wan re digere
û em ji nijda berdestê ne
Ne sakarên (17) H’îcazê me dinasin… ne jî şivanên çolistanê
Ne jî Ebuteyyêb me dike mêvanêd xwe… û ne jî Ebuletahiye (18)
Eger zorbaz çû
Me dide dest zorbazekî dî
Mişextîne em ji benderên westaniyê (19)
Kesek me naxwaze
Ji zireyê Beyrûtê ta bi zireyê Elereb (20)
Ne Fatimî…ne Qirmitî
Ne Memalîk…ne jî Bermekî
Ne jî Şeytanan… û ne jî firîşte (21)
Kesek me naxwaze
Kesek me naxwîne
Di bajêrên xoyê de, ku di salê de milyonan pirtûk serjê dikin
Kesek me naxwîne
Li bajêrên, ku tê de, lêgeryanên dewletê kirîfên wêjeyê ne (22)

Rûwîne em di keştiya şîniyan de
Pêşengê me nandoz e
  û meleyê me talanbaz e
Komkirîne di darbestan de wekî mişkan (23)
Ne benderek me dipejirîne
Ne meyxaneyek me dipejirîne
Hemî passportên em hildigirin
Şeytan derxistine
Giş nivîsên em dinivîsin
Ne bi dilê Sultan in
Rûwîne em li derveyî dem û cîh
Rêwîne, pereyên xwe winda kirine
  û kelûpelêd xwe windakirine
Kurêd xwe winda kirine… û navêd xwe winda kirine
 … û pêvgirêdana xwe winda kirine (24)
û hesta bêtirsiyê winda kirine
Ne kurên E’dnan me dinasin… û ne kurên Qeh’tan
û ne kurên Rebîe‘… û ne kurên Şeyban
û ne kurên „Lînîn“ me dinasin… û ne kurên „Reagan“

Ey niştê min… Bo giş çivîkan cîh war hene,
  tenha nîne, bo çivîkên azadî ji xwe re kirine kar
 ewana li derveyî niştimanan dimirin…   

Binxêzik:
———————————————-
 Nişt: Weten(10)
 Termecaw: Kefen(20)
 Sozanî: Jinên xwefiroş(30)
Telar: Koşk, Qesir  (40)
(05) Jor: Ode  
  Nift: Petrola xam (60)
 Gomranî: Bêrah‘tî(70)
 Dang: Reh‘êm(80)
 Berbest: Qedexe(90)
(10) Huneraw: Qesîde
(11) Koçname: Weseka berî mirinê
(12) Nevîn: Kurh
(13) Mudder û Thiqêf: Du kevne êlên Ereban e
(14) Niqumî: Fetisî
(15) Perçemkirî: Perspankirî
(16) Hilkirin: Ji cîh derxistina daran an diranan
(17) Sakar: Seyid
(18) Ebuteyêb û Ebuletahiye: Du kevne helbestvanên Ereban e
(19) Westanî: Re‘tbûn
(20) Zireyê Ele’reb: Navê deryayekê  ye
(21) Firîşte: Melaîke
(22) Lêgeryanên dewletê: Polîsên veşartî yên dewletê
(23) Darbest: Rikew, qefes
(24) Pêvgirêdan: Intîmai

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…