Efrîna min

Hêvîn Cefer
Mirûdên felsefa serdemê  şagirtên Ocelan
bi navê biratî û wekheviya gelan
Tu firotin bi erzanî bê exlaq û bê wîjdan
Pişta xwe dan û bûn bekjiyên heftaran
Li Çiyayê Qendîlê li ba Cemîl û Kalkan
Neviyên Efleq û Ala reş û faşistên Osman
Tu kirin şeveke reş tarî û kirin zîndan
Talan kirin Dar û bar û wêje u raman
Derdekî giran û birînek kûr hate ser milan
Qebûl nake ne Ol û ne Erd û ne Ezman
Hunermendo bêje  qeyda  Zênebê û Memê Alan
Dengê xwe hilde bila geş bibe
Şahî û dîlan
Vaye Kurdax vedigere ji reşiyê şevan
Wê geş bibe Deşta Cûmê û xastìyan
26.08.2018
München

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…