Ebdella geddo
Pêkanîna hemû layanên tevgera kurd li sûryê, li ser zemînê, û her wiha helwestên wê yên siyasî , û asta pabendiya wê bi doza kurd re , û berevanî diberde , derbarî kiryar û helwestên rêjîma desthilatdar, û yên biserve , di hemû qûnaxan de.
Ewin erkên kesên xwedî rûmet ji rewşenbîrên welatparêz re , nemaze yên kurd, çi siyasetmedar , çi ragihêner, çi nivîskar û yên dî, serbixwe û kesên partî.
Kesên dudilî û xwe bişûnvexistî ji siyasiyan di tevgera kurd de, ji hemû şepêl û layan , ne tenê xwe didin paş,belê xwe dikin kelem liber nivîsandia ewê rastiyê, ew rastiya ku pêwiste bo nirxandina xebata rojane û her kêlî , ji partî û pêkhateyên tevgerê ,da hêzên nifşên nû jê hîn bibin, di pêvajoya prosêsa têkoşînî ya berdewam de, ta katjimêra rizgariyê .