Mîr Dr. Cemşîd Celadet Bedirxan (1939 – 1999)

 Konê Reş

Wek wefadarî û rêzgirtin ji giyanê Dr. Cemşîd Bedirxan re, werin em ji nêzîk ve wî nas bikin. Mîr Dr. Cemşîd Bedirxan kurê Mîr Celadet Alî Bedirxan û Rewşen Bedirxan e. Ew di roja 09.11.1939`an de li Şamê ji dayik bûye. Û Her wiha lê mezin bûye. Lê jî xwendina xwe ya seretayî qedandiye. li Libnanê jî xwendina navendî xwendiye û dawî li Şamê di xwendingeha Emerîkî û Orlhodoxiê de xwendina xwe a lîse bi dawî aniye. Di sala 1958`an de li ser wasiyeta bavê xwe Mîr Celadet Alî Bedirxan ji bo xwendina bijîşkîyê çûye Elmanya Rojava.

 Li Elmanya, di sala 1959`an de, dest bi xwendina bijîşkiyê kiriye û di sala 1968`an de bi pileyeke baş doktoraya xwe di bijîşkiyê wergrtiye. Her wiha di gelek nexweşxaneyên Elmanya de û nêzîkî du salan jî di nexweşxaneyên Parîsê de karê bijîşkiyê kiriye. Ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û vekirina nexweşxaneyeke taybetî, di temmuza sala 1970`an de piştî beyana 11 adarê seredana başûrê Kurdistanê kiriye, da ku li bajarê Hewlêrê nexweşxaneyeke taybet veke. Lê mixabin ji ber astengiyên sîstema hikûmeta wê demê projeyê wî pêre neçûye serî û careke din zîviriye Elmanya. Dema ku şoreşa Barzaniyê nemir destpêkiriye, wî jî rola xwe liztiye û bi dermanan û pêdiviyên tendirustiyê alîkariyên ber bi çav ji tevgera Kurdistanê kiriye..
 Her wiha Dr. Cemşîd Bedirxan gelek kar di damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurd a (Li Şamê) kiriye û wiha jî di komeleya Xwendekarên Kurd a li Elmanya.. Hem jî di rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê ya şaxê Ewrupa de kar kiriye.. Vê paşiyê ji ber rewşeke taybetî dev ji kar û çalakiyên siyasî berdaye û êdî giringî daye karê xwe yê tenduristiyê.
 Di salên 1985 û 1986`an de Dr. Cemşîd Bedirxan bi nasnameyeke din û bi navekî din yê veşartî, seredana cîh û warê, bav û kalên xwe bajarê Cizira Botanê kiriye. Nêzîkî du mehan li bajarê Şirnex, herêma Botan û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê geryaye. Her wiha ji bo derfeteke xebatê lêkolîn û hevdîtinan pêk anîne. Lê mixabin li wir jî ji ber bindestiya welat û astengiyên dewleta Tirk nikare zêdetir bimîne û dîsa bi neçarî vedigere Elmanya.
 Dr. Cemşîd Bedirxan di roja 19.09.1975`an de ligel Michtield xanim dizewice û du zarokên wî yên bi navê Kurd (Curd) û Evîn çêdibin. Curd û Evîn herdu li Elmanya dijîn. Dr. Curd xwendina xwe ya bijîşkiyê qedandiye û niha di nexweşxaneyên Elmanya kar dike. Evîn jî li Elmanya xwendina Pedagojî qedandiye û li wir kar dike. Her wiha ew li gel Jiyan Bedirxan tevlî jiyana hevjîniyê bûye. Dr. Cemşîd Bedirxan di roja 10.12.1999`an de li Brezilyayê koça dawî dike û termê wî li bajarê Koblenz yê (Elmanya) dispêrin axê. Dr. Cemşîd Bedirxan ji derveyî zimanê Kurdî, zimanên Erebî, Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Portogalî bi awayeke baş dizanîn.
 Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe şa bike û cihê wî buhişta rengîn be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…