Awireke pelenûsî di pirtûka “Ramanek”ê de

Bavê Zozanê

Îro min xwendina pirtûka çîrokan a bi navê “Ramanek”ê tewaw kir, ku ew bi xwe ji 13 kurteçîrokan pêk tê. Pirtûk a nivîskarê Kurd Sêf Dawid e ku bi navê Lewend Dalînî di warê nivîsandin û pelenûsê de tê naskirin.

Pirtûk jî 105 rûpelan pêk tê ji qetên navîn, çapa yekem jî weşanxaneya Dar Alzeman, Şam-Sûriye 2012, lê li qapê dawî wisa hatiye nîşankirin: Dar Alyenabîh. Çima du weşanxane, ez nizanim? Erê pirtûk çapa 2012 ye lê nû hatiye belavkirin li bajarê nivîskar Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê.

Wek nivîskar dibêje pirtûka wî du coreyên çîrokê – ji rexê demê ve- hembêz dike, berî Tevnetorê -Internetê-û piştî wê, wisa jî kurtejiyana xwe bi zelalî raberî xwîneran dike. Pêşgotina pirtûkê jî ji aliyê lêkolînvan û mamoste Brahîm Mehmûd ve hatiye nivîsandin.
Bi kurtî dixwazim bêjim -Helbet ev nerîna min e – ku tiştê sereke di çîrokên “Ramanek”ê de bala min kişand, yek jê ew bû ku bi rastî kurt bûn ji vê jî bawer im ku xwîner tu carî bi xwedina wan re aciz nabe, ji xwe divê ev mexseda hemû nivîskaran be ku karibe ramana xwe bi hêsanî di dilê xwendevanên xwe de biçîne bê zor û fişar û tevlîhevkirin.

Ya duyem ew e ku nivîskar Lewend Dalînî çîrokên xwe bi şêwekî hêsan û zimanekî nerm û xweş nivîsîne, nêzî civata rojane ne, bi zaravê Kurmancî ne ku bala her kesî zû dikara bikişîne wisa dûrî peyvên tarî, dûrî hevokên veşartî û bê alozî û kelem û girêkan peyvên xwe dirêse û li hevdu tîne.

Babetên çîrokan, nivîskar bi taromeke şehrezayî çend wêneyên civakî ji me re kişandine. Ji xwe ne xem e ku hin ji wan fotografan wek bîranînên daner bi xwe jî bin.

Bêguman şaştiyên çapê hene di nivîsandina hin tîpan de nemaze ew tîpên xisal ên Kurdî, yek caran jî daner di hevokên hindik de, di navbera pîlan de şaş diçe. Tîpa (Û) bi pirbûn hatiye bikaranîn, ne şaş e ku carna ji dêvla wê ve (,) bê bikaranîn. Divê ji bîr nekim ku rûpelên 33 û 99 û 100 spî hatine kişandin, nizanim şensê min e ku diyariya min wisa derket yan hemû kopî wisa ne?!

Dixwazim bêjim ku daner her çîrokek bi awa û şêwazekî ciyawaz nivîsiye, carna jî hozanvaniya xwe tevî hestên xwe yên nazik di çîrokê de berz dike nemaze di çîroka “Nama Penaberekî” de. Ji xwe ez bawer dikim ku daner xwe ji bîr kiriye ku çîrokê dinivîse – Dema ku ez li kolanên welat ê biyanî yê bê salox û bê pêjin mam!.. Bila rîhana di pencera xaniyê mey axî de, nebihîze qene neçilmise…

Wisa jî di her deh xêzên dawî de ji rûpela 29an ji çîroka “Evîna Bajarekî”, gemiya wî li ser rûyê pêlên deryaya çavên wê siwar dibû û di nav rengên wan de têkilî pêlan û himbêzî sira bayê payîza Stembolê dibû û pêre pêre diket kûrahiya ramanên tevzînokên dilê xwe û wê de. Ji xwe min dixwest ku ew bi xwe li ser qapê dawî bihatana nivîsandin.

Yek caran jî daner hevokên hûrikî di hin çîrokan de pêk tîne ku nêzî awayê nivîsandina romanê bûye wek çîroka -Birîna axiftî-rûpela 56 xêza dehan û bi jêr de, ji xwe sernavê çîrokê bi xwe jî sekinandineke pêşemalî jê re pêwist e.

Di çîroka “Ramanek”ê de, di rûpela 39an de, çend gotinan bala min kişand: Rengînê cila? Nanê bi tisî? Çima bi. Das û qeynax? Radîya? Çima ne Radyo. Balgeh? Çima ne palgeh. Temberî? Paîtext? Gelek hevok wek ne di rêza xwe de hatine ango ne li pey hev hatine eynî hevokên hevwate. Ji xwe çîrok bi xwe jî ez wek endîşe (xatîre) nav lê dikim, yan jî tiştekî pir nû ye di vî warî de.

Ez naxwazim li ser hemû çîrokên “Ramanek”ê di vê awira bilez de bisekinim ji ber wek proje di paşerojê de divim ku her çîrokekê ji vî bexçê rengereng bi serê xwe vekolîn û serhevde bikim.

Dawî dikim bêjim ku eger bi dawiya hin çîrokan re bi daner re ne hemfikir bim, lê ev nayê wateya ku çîrok ne behzatî hev in, belê şewq û şemala wan her wê pirtûkxaneya Kurdî bixemlîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…