Sihbetek xweş Li dor Amûdê bi Seydayê Saadeddînê Seyda re

Konê Reş

  Bajarê Amûdê..! Amûda Bavê Mihemed..! Bajarê ku di destpêka çerxê 20`an de dergehê wê ji xwîniyên serhildana Bedlîsê/1913`an, mehcirên Hesenan û Heyderan/1914`an, Ermenî û Siryaniyên fermana/1915`an, Şêx û Melayên xwînî ji serhildana Diyarbekirê/1925`an re, vekirî bû.. Amûda ku Axayên wê (Ibrahîm Axa û biraziyê wî Seîd Axa) û tev malbatên wê ve, bi sîngek fireh pêşwaziya mişextî û mehciran kirin.

  Ji bo bêtir agahiyan li dor Amûdê, di roja 16/7/2018`an de, digel Dr. Mustafa Henê (Henîfê) çûm Amûdê, Amûda Bavê Mihemed, serdana Seydayê Saadeddînê Mela Abdulletîfê Seyda kalemêrê zane, rastgo, welatperwer û xweşik.. Û min çend pirsên panoramî li dor Amûdê û xelkên wê jê kirin. Wî jî, nemerdî nekir, bi dilekî fireh bersiva pirsên min dan û li wan zêde kir..
  Seydayê Saadeddîn pesnekî baş da malbatên Amûdê yên dêrîn wek malbata Axê (Ibrahîm Axa û biraziyê wî Seîd Axayê Deqorî), malbata Heciya (Hecî Abdullah), malbata Silîva, malbata Henê (Henîfê), Kamil, Kero, Şiwêş, Mandiya, Qirno, Gun Reş, Seyid Elo, Ezebiya.. Û ronahî ber da ser merdî û dilfirehiya xelkên Amûdê ji mehcir û mişextiyên re.. Nexasim ji Şêx û Melayên ku ji ber zilm û zora kemalîstan revyan bûn û xwe li Amûdê digirtin wek; Ibêdellahê Hêzanî (Seydayê mezin) û birayê wê Mela Fethellah, Mela Abdulletîfê Mela Ibrahîm, Şêx Ehmedê kesk, Şêx Zahirê, Şêx Beşîrê Hamidî, Şêx Sebxetellahê Hamidî, Seydayê Sedeqe, Şêx Mecîd.. Û ji min re got; du dibistan li Amûdê hebûn; dibistana (Henefiya) û (Şafeîya), di wan dibistanan de gelek cûreyên ilm û zanînê dihatin dersdan wek: Camî, Mintiq, Belaxe, Muxtesir Ma`anî, Bînaa Elesas (Ilmê Serfê) û icaze nedihat dank ku zimanê Farisî nizanîbana..
  Li dor cixrafiya Amûdê jî, ji min re qala Girê Şermola, Girê Amûdê (Kemaliyê), Newala Xasa (Kanîkuriyê), Çemê Zeraê, Xanî Sorê, Qelaçê Silokevirê, Newala Necara kir.. 
  Bêguman di vê çûna min î Amûdê de, Seydayê Saadeddînê Mela Abdulletîfê Seyda baş bala min kişand.. Belê balkişandina mezin ku ta roja îro, hîn du ode li Amûdê hene: Odeya mala Emo ji malbata Heciya û odeya malbata Henê. Ev herdu ode, wek heyamê berê, bi kulavan raxistî ne, civat di wan de digerin, qehwe û çayê li mêvanan digere.. Bê TVê ne.. Ji aş û bajar ve qal û qult bi Kurmancî têne gotin.. Min odeya mala Henê dît û pê kêfxweş bûm, bi hêvî me rojekê odeya mala Emo jî bibînim. Bi rastî, van herdu odeyên ku temenê wan dor sed salî ne, hinekî hêviyên min geş kirin ku hîn em bi xêr in..!
Not: Hêjaye gotinê, Seydayê Saadeddînê Seyda di sala 1926`an de li gundê Sefihê Çaçan hatiyê dinyê. Ew kurê Mela Abdulletîfê Seyda ye, yê ku di pişt Seydayê xwe Ibêdellahê Hêzanî de, melatiya mizgefta mezin li Amûdê kiriye.
Qamişlo 20/7/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…