MIZGOTINA NÛRÎ DERSÎMÎ

Wergerandina Dildar Şeko

  Ey xortê Kurd, ey jêvemayê Miletê ciwanmerd yê ku sîtema sedsalan ji bo xwe kiriye kozik û çeper, guhdariya min bike. Li serdema spîbûna elenda mêjûya mirovatiyê ku ji derava Hindê berew Qefqasan, ji piyakên Asyaya biçûk ku xwe dirêjî heta bi Asyaya Navîn dike, li van çiyayên bilind û li van zozanên têrhetav, evê ronahiyê tîrojên xwe yekemîncar li eniya Nîjada te ya payebilind daye. Mêjûya te mêjûya şûnwarên lehengiya bênavebirr û berdewam e. Ji ber ku tu, paşmayê miletekî wusayî ku ji serê çel sedsalan e ji bo hebûneke aza û bi rûmet dicenge û îro bi xwe jî ji vê cengê nereviyaye. Lêgerîna reh û egerên rûbirûmana azarkêşî û kambaxiyên jiyana kurdewarî ya duhî û ya îroyîn ku ji bahoz û bagêran dagirtiye, vekolîna yariyên dîrokê bi çavekî hişyar erk û barê me hemiyan e. Ji bo hebûn û kesatiya xwe hîç miletek wekî me bi cengên dûr û dirêj ve ranebûye.

 Bi dirêjahiya dîroka me ya kûr û dûr, hîç hêzekê nekariye herêkirina têkçûnê bi me bide herêkirin. Serê mirovê Kurd, li hemî deman mîna gopîtkên bilindî çiyayên welatê xwe herî bilind maye û li pêşberî yek dagîrkerî neçemiyaye. Rastiya jînenîgariya kurdewarî, rastiya bê xwarî ya îroyîn jî ye. Ji ber ku mirovê Kurd, xebata man û nemanê ticaran nehêlaye, serdestî li ser xwe herê nekiriye, biryara cîgirtina xwe li rêza miletên cîhanê daye û dayexuyakirin ku miletekî dixwaze ji bo jiyanê jî bimre. Ey lawê Kurd, ey keça Kurd, divêt cîhana me agah ji vê biryara te hebit!. Her heyîneke ku nevêt bimre divêt şer bike!. Her miletekî ku bixwaze li rûzemîn cihê xwe hebe divêt şer bike!. Gerdişa suruştî ya ku nahête guhertin ev e!. Gerdişa hevrikî ya herî dijwar, ya cîhana Kîmyayî, Giyayî û Giyanewerî ev e. Şer û Ceng e!.. Ev gerdiş, ji bo beşê mirovan hêj dijwartir e. Nîjad ji bo Nîjadê, Milet ji bo Miletî, mirov ji bo mirovî ejdehayekî bê mehrevan e. Ji bo guhertina vê gerdişê şaristaniya mirovatiyê hêj negehiştiye û hêj nekariye yasaya cengê biguhere. Îro jî, ji bo jiyanê şerkirin divêt. Rev mirine!.. Em miletekî zindî ku naxwaze bimre. Mirovê Kurd biryara xwe ya jiyanê daye û wê bijî. Bi dirêjahiya mêjûya me ya kûr û dûr gelek Nîjadan, gelek Miletan û gelek Dewletan, ji bo mirandina Kurd û Kurdewariyê xebitîne. Bê behrkirina Kurdan ji jiyanê ji bo xwe kirine amanc. Lê, nekarîne evê daxwaz û amanca xwe bi cih bihênin. Ji Rojava, ji Başûr û ji Bakûr, hatina pêl bi pêl hêrişên cîhangîran li quntarên çiyayên Kurdan yek bi yek hatine şikandin û li hemberî payebilindiya Kurd ji hev hatine perçivandin. Hêzên xurt yên ku herikîna mêjûya cîhanê guhertine û hebûna gelek Miletan bi dawî anîne û gelek Miletên ku hevçerxên me bûn, tenê di nav rûpelên mêjûyê de mane. Lê, Kurdê ku ji xebatê çavşikandî nebûye, eniya xwe ya tev xwîn bilind kiriye û: “Ez nemirime, ez namirim!” gotiye. Mêjûya hîç miletekî wek mêjûya me xwînî nebûye. Welatê hîç Miletekî wek welatê me neketiye ber şepa pêlên dagîrkeran. Hîç Miletekî wek me bêrawestan şer nekiriye. Di bin mercên herî ne wek hev de jî, qebqeba hêzên xurt ya cengxwaziyê, digel pirbûna hejmareke serdestiya leşkerî jî, Netewa Kurd hemî deman “Bila!” gotiye. Belê, penda hebûna me hemî, raza doza me hemî bi vê peyvê ve peywendîdar e. Ey xortê Kurd yê ku hêvî û paşeroja Nîjada xwe ye, evê nivîsa herzan pêşkêşî te dikim. Li vê feryada Kurdekî Dersîmî ku dûrî welatê xwe, li welatê bîgane, yê ku dilê wî bi azara Netewî dişewite û giyanê wî ji têhniya hilatina hetava azadî û serxwebûna Kurd peritiye, raperîna roja tolhildana Kurdekî derbeder ku tenanet bi hêviya zend û bendên te ye, guhdariya min bike… Ji bo namûs û rûmeta te nehête kirêtkirin, ewên ku ji nav çavên gaberên asê û ji gopîtka zinarên metirsîdarî welatê xwe berew himbêza mirina rihakar xwe avêjtin, feryada bi hezaran keç û bûkên me ez ji bo te dinalînim. Heta bi îro jî, yê ku li ber dergehê dijminê namerd, di bin nîrê kolewariyê de dijî, hemî rojan, hemî gavan yê ku dilop dilop dimre, yê ku Netewa wî, zimanê wî û hemî pîroziyên wî tên kirêtkirin, êş û rondikên Kurdê kole ji bo te dibarînim. Tenanet gunehê wan çima ku Kurd çêbûne, ji zozanên têrhetav, ji çiyayên gewherî Kurdistan yên ku hatine mişextkirin û li deştên hişk û zuwayî Enetolyayê, ji birsa de, ji serma de yên ku hatine qirkirin, bi gulle û singoyên dijminê namerd yên ku hatine kuştin, gava ku mirinê çavên xuşk û birayên me digirt, di asoyên hêviya wan de mîna hilatina hetavê ez te dibînim. Wesiyetnameyeke wan î dijwar, xurt û fermandar ku di yek peyvê de binecih bûye, ji bo te heye: TOLHILDAN! TOLHILDAN! Tolhildan! Ji bo pakkirina namûsa Kurd ya ku hatiye kirêtkirin. Tolhildan! Ji bo rawestandina bi sedhezaran zarokên Kurdan ku bi serê singoyan ve hatine helawîstin. Tolhildan! Ji bo rawestandina qêrîn û nalîna keç û bûkên me ku di asoyên Kurdistan de, di kortalan de, di nav agiran de termên wan dihatin şewitandin. Tolhildan! Ji bo bicihanîna amanca bi hezaran xwegorîkirên ku taca pakrewaniyê danandin ser serên xwe û li bin sîbera sêdaran bi ciwantirîn şêweyê lehengane bixêrhatina mirinê kirin û “Bijî Kurdistana Azad û Serbixwe” gotin. Tolhildan! Ji bo vegirtina Dayîka me Niştîman, ewa wêranbûyî ku jê re Kurdistan têgotin. Tolhildan! Ji bo pakkirina Niştîmanî Kurd ji giyanê çepel î nîjada Çeqel û Keftaran ku li şûnwarên Kurdan direwin. Tolhildan! Ji bo bê dengkirina rewîna kûçikên ku li paş wê bedkara ku jê re “Şaristanî” tête gotin xwe vedişêrin. Tolhildan! Tolhildan! Tolhildan! Wesîyetnameya li ser termên tev xwîn yên pakrewanên me ku bi xwînê, bi rondikên çavan hatiye nivîsîn, tenê ev peyve!. Her kesekî ku namûsa wî hebe, her mirovekî ku di sîngê de dilê wî bi Kurdî lêbide, her gencekî ku di rehên wî de xwîna Kurdîniyê diherike, divêt vê wesiyetnameyê ji bîr neke. Heta bicihanîna vê daxwaza pîroz divêt nenive, raneweste û bixebite!. Ew nifşên Kurd yên ku bi xwîna xwe mêjûya me ya duhî nivîsîn, şopandina rêçika wan ya ku bi xwîna xwe vekirine, erkê me ye. Emê bi xwîna xwe elendên sor î serxwebûna Kurdewariyê vekin. Bi vê kelekela di hinavê me de, emê hetava bi xumam ya rizgariya Kurdewariyê biafirînin. Mêjûya cîhanê li me dinêre. Çavên pakrewanên me li rêya me ye. Bi hezaran xwegorîkirên ku xwe pêşkêşî xwedayê azadiyê kirine, ji bo xwe goristanekê ji me dixwazin. Ji bo şemalkên xwe bendewarên Perestgahekê ne. Ev Perestgah jî Kurdistana azad û serbixwe ye!. Ev Perestgah, bi daxuyakirina cihê xwe yê bi rûmet li rêza Komela Miletan Dewleta Kurdî ya Paşerojê ye da em bikarin giyanê pakrewanên xwe şad bikin!. Her bijî Miletê Kurd yê ku lehengan diafirîne Her bijî Kurdistana azad û serbixwe.
Dr. Nûrî Dersîmî -1948-
Ev Bangawaziya Dr. Nûrî Dersîmî, ji pirtûka wî ya bi navê: (Kürd Tarihinde Dersim- Di mêjûya Kurdî de Dersîm), ji aliyê Dildar Şeko ve hatiye wergerandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…