Ji çevên te re

Mamas Emrîr
werger ji erebî û pêşgotin: Brahîm Mehmûd

 ” Bo Sedîm”

Tiştê ku dizanim ew e ku Mamas Emrîr helbestvaneke emazîgiye, ku niha li Urdinê dijî.Xwedî nêrînek vekirî, berfireh,ronîdayî, îindayî,bi coş û goşe di malbenda xweyî mirovayî. Min hinek helbest, bexş, û gengeşiyên wê xwendine di malperan de. Mirovek, jinek, xwedî giyan zelal,dilgerm, û hênike. Ev helbesta han ” “ Ji çevên te re “, di navbera wê û wê de ye, di navbera  wê û yeka ji tuxm, hest, û asoya wê de ye. Bi xwe re diaxive, bi yeka ne weke xwe diaxive daku berfirehî di samanên jiyana xweke. Ev, ew çav ku ji der û hundir dighîne hev, ku mirovê xwe diberde jianê bi jiyan dike, weku di diyariya xwe de ” bo Sedîm ” wateyan nîşan dike, çiku ” Sedîm ” bi gellek wateyan bi navdibe: ewre, mije, ava diherike, steyrikên ji dûr duxyane, ew şer e û aşîtiye… lewra min veguhestiye ji zimanê erebî bo zimanê kurdî, bo hejkirinek bê tixûp.

Têbîn: Min ev werger di malpera ” Entolojiya “de  weşndiye lê bi pêşgotinek din, ku bi zimanê erebî hatiye nivîsîn.

” Bo Sedîm”
 
Ji çavên te re
Çirûsandinek bêcir
Rêyekê
Di valayê de diveke
Ji êşa te re
Sîber in dilovan
Evîn pestgeha te ye
Dema te hej xwedayekî kirî ku ewr dirajêyê
Tu mendaleke bêcir bû
Ku şînê asîmanî li ser kirasên wê şîn dibe
Û sibehên wê
Û keziyên şahiya wê pêlmêl dibin
Bi her rabûna bayekê
Welat serjêgeha bêgunehan bû

Û dilê te hilmdana efsaneyan bû
Û  pestgeha birînkirinan bû
Bîrkirinên te
Yên jihevçirandî bi dûv êvarek westiyayî dibeze
Û sermilên xewnê rêzdike
Di welatekî ku miriye
Wê gavên wê giyakî dilbijyayî diyarî te bike hey asîman
De li tilyên wê xweş binêre
Û bi destê min bigre
Pişta ewrekê jê re mehrek  bik
Û bijankên wê yên avêtî ne li ser dara xemgîniyê ramîse
Û benda bersiva min be
Ku ez destê xwe meşiq dikim…” Çawa guleyan biavêje !”

ماماس أمرير – لعينيك ” شعر “- ترجمة من العربية إلى الكردية مع التقديم: ابراهيم محمود

 “إلى سديم”

لعَينيكِ
بَريقٌ شقيٌ
يَفتحُ في المَدى
طَريقا
لِوجَعِك
ظِلالٌ حانِيَةْ
الحُبّ مَعبدك
حينَ أحَببت إلهاً يَحمِلهُ الغمامْ
كنت طِفلةً شقية
يَنمو الفرَحُ اللازورْدي عَلى فساتينِها
وَصَباحاتِها
وَتَموجُ خُصلاتِ فرحها
مَعَ كُلّ هُبوب
كان الوطنُ مذبحُ الأبرياء
وقلبكِ بُحّةُ الأساطير
وَمعبد الطعنات
أشواقكِ
المُمزّقة تَركضُ وَراءَ مَساءٍ مُتعَبْ
وتُرتّبُ شالاتِ الحُلم
في وطنٍ قد مات
ستَمنَحكِ خُطواتُها عشبا شهيا أيتها السَماء
فتأملي أصابعَها جَيداً
وَخذي بِيَدي
اسرِجي لها ظَهرَ غَيمَةْ
وَتَقبّلي أهْدابَها المُلقاةَ عَلى شَجرِ الحزن
وانتَظري جوابي
فأنا أدربُ يَدي..” كيفَ تُطلق الرَصاص”..!
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...