Gotina YNRKS di ser saxiya nemir Ehmedê Şêxo de

Dibêjin ku Xodahê dilovan yê gewre û bala çend şanpîlên taybet, pak û rind ,çend pesnên hêja bi çend peyvên zêrîn Şadmerd yan jî
Pakrewan yan jî Nemir dahînan û nîşan kiriye..  Ya pêşî û sereke ewe ku di cîde Xodah wî jî hemî gunehan bi rijandina yekemîn dilopa xwînê  re, aza û rizgar dikê ,piştre işkence  û cezayê gorê jê dûr dike, dawî 70 kesî jî dost û heval û malbatê, dide xatirê wî, ewan mehder dike.
Bêguman Şadmerd mîna ala Kurdistanê her û her di dilê mede wê ronî bide, vêce birastî  jî Pakrewan namirin.
Mîvanên delal:
Bi navê yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnemevanên kurd li Sûrî pêşî  em sersaxiya xwe dikin paşî ya we jî dikin bi cangoriya xwedê jê xweş Ehmedê Şêxo endamê berê yê partiya dîmoqrat kurdistanî-sûrî û cîgerê serokê encûmena xwecihî ya Şiyê a bi ser devera  Efrînê ve, ku hatibû revandin ji layê çeteyên tewankar, hevalbend û alîgirên leşekerên Tirkî ku di bin zor û setem û işkencê de jiyana xwe di 12.6.2018 ji dest da.
Dilovanî û cihxweşî û bihişta rengîn jî yezdanê jor bo nemirê xwe em dixwazin, aram û hedanî bo heval û hogir û dost û malbatê, serê me û we tevan sax be.
Xuşk û biraderên hêja :
Bêguman maf namirin lê bi zorê tên standin wek şêx Maşûqê Xiznewî timî digot.
Efrîn her wê vegerê ji xelkên xwere, ev dagîrkirina reş ji layê dewleta Tirkî ve wê rabê ku bi xap û pêlan di bazarên nav dewletî de pêkhat. Wisa jî û ji ber sedemên cîwaz Opozsiyona Sûrî bi hemî corên xwe ve, bi hemî civat û şax û pelên xwe ve ,tevlî tevgera Kurdî bi hemî encûmen û rêvebiriyên xwe ve, sûçdarin di evê bobelta mezin de. Qet gel û dîrok gunehên wan jî bîr nakin.
Hevalno: Dagîrkirina Tirkiyê ji Efrînê re ne rewaye, bi hemî pîvanan tê red kirin, di qurçikên reş de û bi ne dengkirina Amerîka û Rûsa û bi devgirêdana dewletên Ewrupî, Efrîn -Kurdax-hate firotin, tu kesî ti gavên piraktîk bo binpêkirina mafê Kurdan ne avêtin…
Tirkiye ji xwe eşkere dijî Kurdan di axivê bê minetî şerê wan dikê dijî çerenûsa miletê Kurde di herçar parçên Kurdistanê de.
Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnemevanên kurd li Sûrî bê didulî şerê van kiryarên kirêt dike; Dizî, talankirin, qirkirna nijadî,
guhartina dîmoxrafî û tim û tim wan riswa û şermezar dike.
Ji xwe piştî pelxandin û herfandina pûtê Kawayê Hesinkar ti peyv
û gotin nema êdî cih digrin.
Serê we tevan saxbê.
Bavê Zozanê
  Y.N.R.K.S.    
23.6.2018. 
Essen

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…