Ji Evîna Rojên Kevin: Ronahiya Şevên Beriya Mêrdînê

Konê Reş

  Min xwe di maleke kurdî û civateke gundî ya orjînal de li Beriya Mêrdînê dît. Malek, guhdana wê bi çandiniyê û xwedîkirina pez û dewaran hebû. Digel ku piraniya gundiyan ji bestên derdorî gund dixebitîn..
  Li ber ronahiya çirayê, fanosê, lempê (Lumba) û lûksê (Luxe Lighting) mezin bûme.. Min xwedîkirina pez û dewaran, mirîşk û elokan baş dîtiye.. Di biharan de, gelek caran bi şivan re, min pez derxistiye şevînê û çûme ber karik û berxikan.. Min bi zarokên nifşê xwe re, li ber tava heyvê di navtara gund û ser bênderan de bi hitkê dilîstiye.. Şeva ku heyv neba, dinya tarî ba em li ser bênderan dibûn komik û me li asman û stêran mêze dikir.. Hingî çendî stêr di asman de pir bûn û bi ronahî diçirisandin.. Ji niha bêtir bi ronahî bûn!

  Mebesta min ne ev e, mebesta min ku ez ronahiya şevên xelkê Beriya Mêrdînê, di wî heyamê zaroktiya xwe de bînim ziman. Di wî heyamî de, li ber çi ronahiyan şevên xwe derbas dikirin? Ew heyamî ku elektrîk nebû. Alavên ronahiya malan Çira, Fanos, Lempe û Lûks bûn.
  Çira ji bo ronîkirina axurê pez û dewara bû. Refika çirayê hebû, li ser dihat danîn. Fanos ji bo pêşxwedîtina ku yek bi şev ji mala xwe here maleke din an li ber ronahiya wê here nav axurê pez û dewarên xwe. Fanos bi destê xwe hildigirt da ku pêş xwe bibîne.. Fanosa melayê gund tê bîra min, dema ku bi şev dihat mala me, fanosa xwe li pişt derî datanî.. Fanos bi destan dihat hilgirtin û dihat daliqandin jî.. Lempe taybet ji bo ronahiya hundirê malê û oda mêvana bû. Lempe, bi dîwaran ve dihat daliqandin. Lûks taybet ji bo oda mêvana ya mezin bû, havînan jî li ser dika odê dihat daliqandin, zilam li dor rûdiniştin. Lûksa her kesî di gund de nebû, bi tenê lûksa yên halxweş û hempayên gund hebû.
  Her êvar, berî ku rok here ava, diya min an jineke malê şûşê lempê dişûşt, paqij dikir û kodika wê tije donê gazê dikir.. Amade dikir ji vêxistina şevê re.. Lempe di ser hev re hebûn; du nemro, sê nemro û çar nemro. Kebaniya malê li gor şûşê lempê kirasek bi tentena didrût û bi tayên rengîn dineqişand, bi roj ew kiras li şûşê lempê dikir, dîmenekî xweşik dida hundir.. Û wek mamik an şertok me zarokan davêt ber hev: “Bi şev bûk e, bi roj pepûk e”. Çi ye?
Ev her çar alavên ronahiyê bi donê gazê vêdiketin. Belê sebaretî vêxistina lûksê, divîbû hin spîrtoyê (Spirit) berdin kodika wê, da ku kîsikê lûksê baş bişewite û sor bibe, ji nû bi trampa wê dihat pif didan û vêxstin.. Gelek caran kîsikê wê diperpitî, divîbû kîsekî nû jê re bê danîn. Eger kîs neba wê şêvê civat bê ronahî dima.. Ta ku a dinî rojê bavê min biçûya Qamişlokê kîsên nû anîbana..
  Havînan dema ku zilam li ser dika odê, ya ku ji erdê baş bilind bû, li ber ronahiya lûksê li hev diciviyan, ronahiya lûksên gundê Sada, Bilêqiyê, Tilkêfê û Gundik ji wan ve xuya dikir, ku şewqa lûksa gundekî ji wan gundan nehata dîtin, ji hev re digotin; xuya ye îşev lûksa Sadayan an Bilêqiyan xerabûye.. Û di nav re zilaman ji hev re digot; “Şeva reş keleha mêra ye” An digotin; “Ku tu diz bî sêvên reş pirin” an “Şeva reş ji êvar ve reş e“.
  Dibêjin berî ku çira, fanos û lempe berdest bibin, mûm û find hebûn. Xelkên Beriya Mêrdînê mûm ji şimayê û find ji dohnê sewalan çêdikirin..
  Rewşa gundê me wiha ma ta ku di sala 1979””””””””an de elektirîk hat gund û çira, fanos, lempe û lûks man ji bîranînan re.

Qamişlo 18/06/2018  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…