Careke Din Zimanê Amûdê û Kovara Hawarê!

Konê Reş

  Ez nebawer im ku herêm di Kurdistanê de, wek herêma Cizîra me, bi her sê deştên xwe ve; Beriya Mêrdînê, Deşta Xelef Axa û Deşta Hesina bi zargotin û wêjeya kurdî a devikî dewlemend heye.. Ew jî egerên xwe heye; yek ji wan, nêzîkbûna wê ji bajarê Cizîra Botan ve, ev bajarê ku ji kevin ve navenda şaristaniya mirovahiyê ye û bandora wî li xelkên Cizîrê hebû. Ya din, ji sedê salan ve Cizîr xweş germiyan bû ji koçerên zozana re; zivistanên xwe li deştên wê derbas dikirin û dawiya buharan, careke din li zozanên xwe vedigeriyan.. Di cenga cîhanî a yekemîn 1914`an de jî, baş star bû ji mişextî û mehcirên Wanê, Bedilîsê, Serheda û Nûrşînê re..
 Piştî serhildana Şîx Seîd li Diyarbekirê di sala 1925`an de û fermana şêx û axayên welatperwer ji rex kemalîstan ve, cardî gelek şêx, mela, serokhoz, malbat û beşên eşîran ji Mêrdînê, Batmanê, Cizîra Botan, Licê, Bagokê, Omeryan, Tora Abdînê, Tora Mihelmiyan û Tora Seyidan, xwe li Cizîrê, nav kurdên Rojava bi her sê deşên wê ve girtin.. Di encama vê yekê de wan kesan şêweyên zimanê xwe, irf û adetên xwe û zargotina xwe jî bi xwe re anîn û ji xelkên Cizîrê re bû dewlemendbûn..
  Di 15 gulana 1932`an de dema ku Mîr Celadet Bedirxan kovara xwe HAWARê li Şamê bi zimanê Kurdî, şêweyê xelkên Cizîrê û taybetî xelkên bajarê Amûdê weşand, hingî bijartina wî ji vî şêweyî re bi zanîn û dûrdîtinî bû. Wî xweş zanîbû ku gelek şêwezarên zimanê Kurdî di Amûdê de kom bûne, armanca Mîr jî, ku zimanê kovara wî Hawarê Kurdistanî be.. Tev Kurdistanî kovara wî bi hêsanî bixwînin.. Ji ber vê yekê wî zimanê kovara xwe ne bi şêwezarê Botan, bi şêwezarê xelkên bajarê Amûdê weşand.. Bêguman, wê bi şêwezarê Botan jê re hêsantir ba..
  Çima şêwezarê xelkên Amûdê, ne şêwezarê xelkên Botan? Di wê hingê Amûd tekane bajar bû li Cizîrê, bajarê danûstandin û bazirganiyê bû. Ev bajarên din wek Qamişlo, Hesekê, Derbasiyê, Dêrika Hesina nebûn û wek ku diyare di wê hinge de zimanê Kurdî li bakurî Kurdistanê qedexe bû.. Piraniya xelkên Cizîrê (Rojava), ji Serxetiyan û Binxetyan di çarşiyên bajarê Amûdê re derbas bibûn, alav û lazimiyên xwe jê dikirîn û şêweyên xwe didan hev û ji hev distandin! Anku ji hev fêrî şêweyên axaftina hev dibûn, di encam de, ji kurmancîaxêfan re zimanê wê Kurdistanî bû.. Digel ku di wê demê de çend rewşenbîrên kurd li Amûdê hebûn wek: Cegerxwîn, Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Elyas Efendî ji Dêroka Çiyayê Mazî, Ekrem Beg, Qedrî Beg, Wecdî Beg, Mihemed Beg û gelek neferên din ji malbata Celîl Paşa ku ew jî wê demê li gundê Talikê bûn, di rex Amûdê de.. Û gelek şêx û malayên welatparêz yên ku ji ber kemalîstan revyabûn, hatibûn Amûdê.. Digel gelek navdarên Amûdê ku piştgirbûn ji Mîr Celadet re wek: Axayê Amûdê; Seîdê Mihemed Axayê Deqorî, Mihemed Elî Şiwêş, Ezîzî Darî, Birahîmê Qiço..

  Û wek ku diyare,
rojnamegerî di bajaran de pêş dikeve û geş dibe.. Derfeta belavkirina kovara
Hawarê, tenê li Amûdê hebû. Zimanê Kurdî li Bakurî Kurdistanê qedexe bû, wek ku
min gotiye.. Bi tenê bajarê Amûd senterek hevdîtinê bû ji kurdên Serxet û
Binxetê re.. Zimanê Kurdî serbest bû, ne qedexe bû.. Kovara Hawar bi destûra
Fransîzan dihat weşandin.. Gerinendayên Hawarê li Amûdê hebûn, Hawar li xelkên
wê belav dikirin, yek ji wan Ûsê Hersan bû.. Mîr Celadet divîbû şêraniya zimanê
Kurdî, ew zimanê ku xelkên Amûdê pê xeber didan, belav bike.. Û di rûpelê pêşî
de ji hejmara pêşî berê xwe daye kurdan û wiha gotiye: “Hawar dengê
zanînê ye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji me re riya felat û xweşîyê vedike, her
kesê xwe nas dike dikare xwe bide naskirin, lewre ziman şerta heyînê ya pêşî ne..”

Armanca Mîr Celadet Bedirxan ku zimanê kovara wî û elfabeya Latînî di destpêkê de standard be ji kurmancîaxêfan re û paşê ji tev Kurdistaniyan re; Kurmancîaxêf û Soranîaxêfan re. Di hejmara 10an sala 1932an de jî wilo gotiye: “Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî, bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin..”    
Dawî dibêjim; Hawara Mîr Celadet Bedirxan bang bû ji kurdan: Eger em di serhildan û şoreşên xwe de biser neketibin, werin em bi zimanê xwe biserkevin; bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û ji zimanê xwe fedî nekin.. Zimanê me hebûna me ye.. De bes e ji we re lo..!
Qamişlo 10/06/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…