Ji Evîna Rojên Kevin: Pîra Emo

Konê Reş

  Pîra Emo; pîrejinek mêrdînî ya bî bû. Apê me Xelefê Şêxko, ew li xwe mahir kiribû û bi hev re stirî bûn. Piştî mirina apê me Xelef, bi tena xwe, di xanîkê xwe de li gund dijiya.. Xanikê wê di orta gund de bû, aboriya xwe bi xwedîkirina mirîşka, eloka, hêkên wan û xêr û xêratên gundiya derbas dikir..
  Wê, du celebên nexweşiyan rehet dikir; zarokên mîz di wan de asêbûyî û kesên ku ba an firk diket pişta wan de. Di zaroktiya xwe de, min rehetkirina wê ji van herdu nexweşiyan re dîtiye; carekê jinek nas ji gundê Sada hat mala me, da ku pîrka min Nûrê pê re here cem pîra Emo, firk an ba ji pêşta wê derxîne..!
Ez jî bi wan re çûm mala pîra Emo. Xanîkê pîra Emo wek koxikan bû, hewşa wê tije mirîşk, elok û çêlîkên wan bû. Tifika wê û hin qirş û qal di qorzîkek hewşê de bûn, kitikên wê li dor me diçûn û dihatin, nirenira wan bû.. Pîra Emo bi cil û bergên Kurmancê girêdayî bû; kitanek spî û şarek reş li serê wê girêdayî bûn, pêşmalk bi bejna wê ya xûz ve daliqandî bû.. Piştî silavan û bixêr hatinê, pîrka min Nûrê, êşa mêvana xwe jê re got..
  Pîra Emo, ba ji pişta wan kesên ku di Buharê û Payîzê de diket pişta wan de, bi hicama ji pişta wan berdida û ew rehet dikirin. Çend hicamên wê hebûn, ji Mêrdînê anîbûn. Ew hicam wek kûpên tîtikî bûn an peyalên camî yên avvexwarinê bûn. Pişta nexweşan tazî dikir, hin cih di pişta wan de bi şifre birîn dikir, kaxetek vêxistî dixist hundirê kûpê hicama camî de û datanî ser cihê bîrînkirî, hicam bi pişta yê/ ya nexweş ve dihat leziqandin an girtin û tije dû û xwîna sortarî dibû.. Piştî ku kûpê hicamê bi wan reş dibû, ji nû hicama xwe ji pişta yê nexweş vedikir û digot: Ev xwîna zêdeye min ji pişta te berda, nema fik dikeve pişta te de û pişta te têşe..
*         *          *
  Sebaretî zarokên ku mîz di wan de asê dibû, cardî di wî heyamê zaroktiya min de bû. Carekê kirîva me Xanimê ji gundê Tilkêfê hat mala me, zarokek li ser destê wê bû, nizanim kîjan ji zarokên wê bû. Mîz têde asê bibû. Ez jî digel diya xwe û wê çûm mala pîra Emo. Temenê pîra Emo di ser 80 salî re çêbibû, pişta wê xûz bû, dêmê wê tev qemîçok bûn, çavên wê di kortê de qurmiçî bûn, pozê wî bi ser dev de dihat xwarê, diran di dev de nema bûn, di nav potikên kiras,  xeftan, pêşmalk, kitan û şara serî de dîmenekî seyr dida.. Diya min jê re got: Mîz di lawikê (tifalê) kirîva min Xanimê de asê bûye..?! Lawik li ser destê diya xwe bi tirs û êş digiriya û ziq li dora xwe û pîra Emo mêze dikir.. Min jî matmayî di xwe de digot; ka wê pîra Emo çilo bihêle ev lawikê ser destê diya xwe mîz bike?!! Sed xeyal ji min re çêdibûn.. Pîra Emo ji kirîva min Xanimê re got: Ka dawa lawikê xwe veke, ez li nav lingên wî mêze bikim.. Kirîva Xanimê destên xwe avêt potikên lawik, ku dawa wî veke, lawik li ber xwe da, qebûl nekir û bêtir giriya.. Bi wî halî, diya wî bi zor dawa wî vekir.. Pîra Emo bi wî demê xwe yê ecêb, xwe bi ser de xûz kir.. Ji min û belkî ji lawik jî werê, ev pîra wek pîreboka wê gezke kîr û gunê wî.. Bi tazîkirina lawik re û xûzkirina pîra Emo bi ser nav lingên lawik de, şîqînî bi lawik ket û giriyê wî zêde bû.. Ji nişka ve pîra Emo tif nav lingên wî kir.. Bi wê tifkirinê re, lawik ji tirs û heyecana re go şir, mîz bi ser wan de beliqand.. Di baweriya min de ji tirsa ku pîra Emo dev nav lingên wî bike, girêka nemîzkirina wî hat vekirin. Pîra Emo hin nexweşiyên zarokan yên din jî rehet dikirin, wek girêdana takî xav li destê zarokên ku tayê ew digirtin û çêkirina xaçekî an heyvokekê bi teniya binê beroşê li ser eniya wan zarokên biheyvê ketî..
  Di her gundekî ji gundên Beriya Mêrdînê de şêweyê rehetkirina hin nexweşiyan, bi wiha bawerî û kiryar hebû..
Qamişlo, 04/06/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…