Heta kengî

Hewas Mehmûd

Kurdo ma heta kengî tu yê di bendiye?! Ma qey ne şerm û fedî ye?! Kurdo çima heta aniha derba dijmin li ser sêrî ye?! Kurdo çima tu êqil nagrî ji dîrokê?! Ma te tobe nekir?! Ev çi Mehmodkî û Osmankî ye?! Duh li Kerkokê Pêr li Kobanê Û îroj li Efrîna delal şer û kuştin û talan ye !! Çima hemo miletên cîhanê dibin yek? Lê tu tenê perceye û bi nakokî ye ?!

Ma tu nizanî dermanê te yekîtî ye ?! Ax û sed carî ax û aman Dinya hemo li ser me bûn yek Em bi tenê perçe man Ma we aqil negirt ?! Ne ji raperîna Şêx Seid Ne ji komara mehebadê û ne jî ji şoreşa melayê Barzanî ?! Dek û dolabên dijminan her bi vê hawî ne, Hey miletê serbest û azadî xwaz Rabe rabe bibe yek Û hefsarê dijminan biqetîn e u Ala kurdan Hilde Ezmanan ,Ew aqilê nezan û şaş bavêj e Rêka rewşenbîriyê û zanistiyê bistîn e Her bi serfiraziyê û serbestiyê armanca xwe bixemlîn e

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…