Pênûs û sosyal medyaya Kurdan birçiyê zimanê Kurdî ye

Siyamend Birîm

Ligel ku şerê li Sûriyê ku ketiye sala xwe heştemîn û qedexeya li ser zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wek berê nemaya. Her wiha Kurdên me yên ji ber sedemên cuda, berên xwe dane çi Başûrê Kurdistanê, yan Tirkiye û Ewropayê jî bi heman awayî azadiyeke mezin li ber destên wan çê bûye ku li zimanê Kurdî xwedî dekevin û bi zimanê Kurdî berhemên wek helbest, roman û gotaran binivîsin. Ji aliyekî din ve, sosyal medya her çend e guhartineke mezin di cîhanê de çêkiribe û li ber destê her kesî ye jî, lê hîna bikaranîna zimanê Kurdî di nivîsandinê de para xwe di berhemên wêjeyî û sosyal medyayê de wek tê xwastin nebiriye.

Dema mirov bi awayekî giştî li rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dinêre, li ser asta peyvîn û axaftinê ta asteke bilind û baş de ye, li hemû herêmên Kurdî li mal, kolan û bazaran Kurdên me bi zimanê Kurdî diaxivin û danûstandinê dikin. Ev jî bi saya dê û bavên me ne, ku ev ziman parastiye û ji nifşekî bo neşekî din veguhastiye. Ji destpêka têkoşîna gelê Kurd a ji bav û kalan ve tê zanîn, siyasetên pişaftinê li ser vî gelî hatine û tên spandin. Digel van siyasetên ku naverok her tim yek bûye, her çend e li gorî dem û dewranan qalik guherantine jî, gelê Kurd bizav kiriye zimanê xwe ji ber bayê pişaftinê biparêze.  

Berûvajî vê yekê, dema em li rewşa zimên a nivîsandin û xwedinê dinêrin, mixabin nivîsandin û xwedina bi zimanê Kurdî di asteke pir nizim de ye. Tabî gelek sedem û bihane ji bo vê yekê hene, piraniya wan jî vedigerin sedemên siyasî, ji qedexekirina zimanê Kurdî li dibistan û dezgehên dewletê, nebûna perwerdehiya bi zimanê Kurdî… HWD. Anko nefermîbûna zimanê Kurdî li Sûriyê bi salên dirêj hîşt ku zimanê Kurdî bibe zimanê malê û ta asteke ne hindik jî ew ziman ji zimanê çand, wêje, zanist û warên din ên jiyanê bidûr bikeve.

Lê heger nivîsandin û xwendina bi zimanê Kurdî bi awayekî tak û kesane were kirin, berferehtir nabe û di çaraçova daxwaz û meraqa kesekî ku dixwaze bi zimanê xwe yê pê helbest, gotar yan pirtûkekê binivîse de dimîne. Di vê rewşê de jî heta ku berhemên bi Kurdî dîsa ji aliyê piraniya milet ve nayin xwendin. Bi gotineke din ew bîr, raman, hest û nirxên di wê berhemê de her di nava rûpelên wê berhemê de dimînin û bi awayekî baş di nava gel de belav nabin. Ev jî pirsgirêkeke mezin li pişt xwe tîne, meraqa nivîsandina bi Kurdî kêm dike.

Tevî hebûna internetê di destê her mirovekî de û hêsanbûna fêrbûna nivîsandina bi Kurdî, lê em dibînin ku piraniya nivîskar û rewşenbîrên me yên Kurd bi zimanê Erebî dinivîsin, ta radeyekê bi rola xwe ya xwedîderketina li zimên dê ranabin – Di baweriya min de ev erkê herî sereke ye li ser milê her rewşenbîrekî – û berên xwe didin zimanê Erebî ji ber ku ji aliyê hemû milet ve tê xwendin. Her wiha di baweriya min de rola rewşenbîr a fêrkirin, hişyarkirin û parastina vî zimanî berûvajî dibe, li şûna ku rewşenbîr rêberê miletê xwe be, roleke din digire ber ew jî ew e, ku ew li dû miletê xwe dimeşe. Bi gotineke din, ne ew rewşenbîr bandor û kargîriyê li miletê xwe dike, belkû bi bayê miletê xwe re li ba dibe û ji rola xwe bidûr dikeve.

Heta ku nivîskarên me yên bi Kurdî helbest û çêrok û romanan dinivîsin jî, tevî ku çendî hindik in jî, lê dibînin ku li tûra pêwendiyên civakî (Facebook) bi Erebî dinivîsin. Ev jî gelekî metirsîdar e, ji ber ku wê demê nerîneke wiha derdikeve holê, ku zimanê Kurdî tenê yê saziyên zimên û mamosteyên Kurdî ye. Ev nêrîneke gelekî şaş e û beşeke civakê ji zimên sar dike. Anku bi xwe dibe sedemek ku nivîsandina bi Kurdî neye belavkirin û berferehkirin.

Ji aliyekî din ve, li Rojavayê Kurdistanê bi dehan partiyên siyasî û rêxistinê civaka sivîl yên Kurdî û Kurdistanî hene, lê mixabin dema tu bala xwe didiyê, piraniya partî  belavokên wan çi rojname û daxuyanî û raportên navxweyî bi zimanê Erebî ne. Dibînin ku piraniya partiyan ne tenê ti girîngî nedane fêrkirina zimanê Kurdî, lê hanê jî nadin ku endam û serkirdeyên wan bi Kurdî bixwînin û binivîsin. Her wiha ti girîngiyê nadin saziyên fêrkirina zimên.

Wek mînak, Hejmarek mezin ji Kurdên me yên Rojavayê Kurdistanê ji heyama 6 – 7 salan ve hatine Başûrê Kurdistanê û lê bicih bûne, bi wê re jî partiyên Kurdî jî li Başûr nivîsgehên xwe vekirine û derfetine ne hindik li ber destên wan hene, çi di warê aborî de û çi di warê karînên mirovî de, lê ta niha girîngî nedane fêrkirina zimanê Kurdî û mamosteyên zimên li hev kom nekirine ta karekî hevbeş bikin û milet sûdê jê bibîne. Her wiha ti gavên ber bi avakirina sazî, deste yan peymangehekê ku pirtûkên fêrkirina zimên bi awayekî akademîk yan metriyaleke perwerdekirinê bi zimanê Kurdî jî navêtine.   

Li vir pirsin ji rewşenbîr û kesên karên siyasî dikin derdikevin meydanê, xwedîderketina li zimanê Kurdî erk û stubariya kê yê? Nivîsandina bi zimanê Erebî yan bi zimanekî din ên biyanî dikeve berjewendiya çanda Kurdî? Pêwîstiya pirtûkxaneya Kurdî yan pirtûxaneya Erebî bi pênûsên me yên Kurdî heye? Dê, bav û kalên me bi dirêjahiya dîrokê bi hemû qonaxên wê yên zehmet karîn ev ziman li ser zarên xwe biparastana, em di vê serdema ku her tişt li ber destê me ye, ma em bi rola xwe ya xwedîderketina li zimên radibin?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…