Koçkirina Xelefê Zêbarî, Nesrîna wî û Mihemed Şêxo û «Ga dimre Çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne»

Konê Reş

  Di roja 25/5/2018 an de helbestvan, bêjerê Şoreşa Êlûnê, (Yê ku yekem car di şoreşa Kurdistanê de, bi serokatiya Barzaniyê Nemir, got: “Vêre dengê Kurdistan e”), xwediyê gotinên strana Nesrîn (Ya ku Mihemed Şêxo dibêje) û bêjerê Dengê Amerîkam beşê Kurdî li Washingtonê Xelefê Zêbarî ji nav me bar kir.. Û sibeha 26/5/2018 an li Amerîka, bajarê Washingtonê hat veşartin û xweziya wî pê re çû gorê:
 Nesrîn xwezî te bibînim.. To şîn dibî careka dî.. Ne ji wê binê ji bineka dî.. Ne ji wî warî ji warekê dî.. Xwezî çi car nehête cî.. Eger bêtin bi rengê dî..

25-27/5/2018an ve, rêûresmê behiya wî li bajarê Akrê, ji layê kes û karêt wî ve, li mizgefta (Şehîd A. Qado) tê birêvekirin..
  Xelefê Zêbarî! Erê Xelefê Zêbarî ji nav me bar kir.. Kî wî nasnakî? Kê li gotinên wî guhdarî nekiriye, dema Mihemed Şêxo bi dengê xwe yê henûn, şêrîn û zîz strana (Nesrîn û Kewê Xortê Serê Çiya Me) dibêje. Ji bilî Mihemed Şêxo jî gelekan ji hunermendên Kurdistanê helbestên wî kirine stran wek Mehabad Zaxoyî, Mihemed Teyib Tahir û gelekên din..
  Xelefê Zêbarî; helbestvan û pêşmergeyek ji pêşmergeyên şoreşa Êlûnê bû, berî likumandina şoreşê, bêjerê Dengê Kurdistana Îraqê bû. Ew bû yê ku nav di pêşmergeyan de dida û digot: Pêşkevin pêşmergeyên qehreman.. Ta ku digel hevalê xwe Mihemed Şêxo di Îranê re derketin.. Ji 27 salan ve Xelefê Zêbarî jiyana xwe li Washngtonê û karê bêjertiyê di Dengê Amerîka, beşê Kurdî de dikir.. Qenciya wî li gelek rewşenbîrên Kurd heye ku wî di programê xwe (Ferheng û Toreya Kurdî) de hevpeyvîn bi wan kiriye û ew dane naskirin, ez yek ji wan im..
  Di axaftinek telefonî de, berî 7 salan, wiha ji min re got: “Ez fexir û iitîzazê dikim ku min xizmeta miletê xwe kiriye û ev 20 sal in ku ez li Washngtonê me, wek bêjer di Dengê Amerîka, beşê Kurdî de, min xizmet ji bo ferheng û toreya gelê xwe kiriye..” û got: “Ez xweş bawerim wê Kurdistan ava bibe û wê ji pêşketîtirîn dewletên rojhilata navîn be..”
Dawî dibêjim, wek ku bav û kalên me gotine: “Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne”.

Li dor çîroka Nesrîna xwe û Mihemed Şîxo wiha gotiye:
– Li sala 1973 ji bo yêkemîn car min ev helbeste dav Mihemed Şêxo li Nawpirdan li Çomanê, demê bi seredan hatîye wêrê, her wesa Sebrî Botanî jî helbesta ez bûme pîrê xem civîn û Mistefa Etroşî helbestek dabûyê.
– Piştî çend rojeka Mihemed Sêxo çend rêzek ji helbesta min û ya Sebrî Botanî di hevpeyvînekê de li radyoya Kurdî li Bexda gotin.
– Sala 1975 li meha Avdarê Mihemed Sêxo vegeryav Çomanê û serheldana Kurdan bi dûmahî hat piştî rêkkeftina Cezayirê. Mihemed Şêxo ço ordagayê Rebetê li Îranê.
– Piştî hingî penaberêt Kurd bi ser bajêrêt Îranê da belave kirin û Mihemed Şêxo bire Gumbet Kawis li bakora Îranê.
– Di wan du sal û nîvêt ku ez li Îranê bûm, Mihemed Şêxo du helbestêt min kirin sitran ew jî Nesrîn û Kewê xurtê serê çîya bûm. Her wesa gelek helbestêt Mistefa Etroşî jî kirin sitran.

Nesrîn
Demê min to dîtî Nesrîn
herdû çavêt direş digrîn
ewan çavan digote min
careka dî to min nabîn
dil û can li min bibîne xwîn

Ji hemî la min vebîn birîn
ji ber şenga didan zêrîn
ji ber şoxa bejin şirîn
te dêm têkel befir û xwîn
to ji gula bûy gula Nesrîn

Behar behî Nesrîn werya
kevne nêrî li ser çerya
heyfa min têt Nesrîn birya
rundik weriya ser wan rûya
ew çavêt reş gelek girya

Nesrîn xwezî te bibînim
to şîn dibî careka dî
ne ji wê binê ji bineka dî
ne ji wî warî ji warekê dî
xwezî çi car nehête cî
eger bêtin bi rengê dî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…