Awireke lezgîn li malikeke Cizîrî

Bavê Zozanê

Hate destê me di reqsê û digo bil ji (Melê)

Dest bi kes dî di semaya ku (Mele) tê nadim

Bêguman çi mirovê ku bêhna helbestê jê bifûre wê yekser zanibe ku ev malika jorîn a şêxê helbesta kurdî (Melayê Cizîrî) ye, ku wek pehlewanekî li hespa helbestê yê boz siwar e û vê malika reben di qada şer de dide ber şûr û nûbaran, wê xwînî û dîl dike. Cizîrî serê hespa kihêl her bi pêş ve berdaye bê ku li şûn xwe vegere û wek ku dixwaze hespê diçêrîne.

Nîşanî (dildarê Sitya bisk kesk) li gor dilê xwe peyvên vê malikê dirêse, hinan dide pêş û hinan li paş dihêle, tevlîheviyek nazik dike, xwendevanan an jî guhdêran bê mey serxweş dike, wisa zeviya dilê xanima xwe jî ewqasî pê re hînik dike.

Peyvên Melê di vê malikê de mîna tavê biharê ji ber xwe û ji nişka ve guhdêr şil dike, di cî de dihêle ku mirov cil û bergê dawetê li xwe bike û zû, bi xar û lezgînî xwe berde nîvê dîlanê ta destê wa peyvên naz bigre û bi wan re semayê bike.

Malik erê bi herdu cemên xwe ve, ser reqsê ye, lê dixuye ku peyvên malikê bi xwe jî agehdarî vê ne, lewma gişan bi destê hev girtine û reqsek bêhempa dikin ta ku xwendiyar jî carna bê hemd radibe û tevlî wan peyv û cem û malikan dibe!

Melayê Cizîrî (1570-1640), bêguman xwediyê mihr û ciwaniyê ye, ew bi xwe mîna hosteyê Birca Belek e, helbestê ava dike, ku çilo wî endazyarî ew kevir her yek di cihê wî de daniye bê ku wan bibre, yan jî qet bike, yan jî bişkîne.

Melayê me jî xwediyê felsefeya xwedayî (Mela Ehmed kurê Mihemedê Botî yê Cizîrî) gotinên xwe mîna kevirên wî endazyarî, ne dibirîn, ne dişikandin, ne qet dikirin. Dizanîbû wan li kû deyne, lê carna (yarim) jî pêk dianîn di avakirinê de -nîv kevir- mîna peyva (tê) – di dawiya cemê paşîn ji malikê – ku ew bi xwe ji çar tîpan ava dibe (têde) vêce hostetiya Melê, eyn di vir de berz dibe, peyv nîvî jê avêtiye û wate pê re nehatiye şikestin, zêdetir wisa jî sipehî û xweştir kiriye.

Gotinên Melê di malikê de normal in, hêsan in, ne ecêb in, mîna (mela, sema, digo, dest, nadim…) lê ecêbûna wan di wê teşiyê de ye, ku wisa Melê, li ber bayê kenê dilberê li deşt û zozanan wan dirêse, lewma malik û cem tevlî mijgulên çavên (Selmayê) bi şêranê bi hev re hatine girêdan.

Tiştê balkêş di malikê de, ku Melê her peyveke xwe, dubare kiriye, ducar kiriye, eynê waye di her cemê de, lê cihê wan guhertiye lewma mirov – dîsa dibêjim- bê hemdî xwe pê re direqise..cemê pêşî: dest, reqs, melê û cemê paşî: dest, sema, melê.

Ji bo vê jî hêz û giranbûna malikê, ber bi çav dibe, wisa ji mîna bejna (Selwa sihêqed xemilî) herî balkêş dibe.

Nadim, ev peyv ji nîvê cemê paşî, Melê kişandiye dawiya cem, ew jî bêguman bo kêş û saziya helbestê bi tevayî wisa kiriye (ma eger ne ji bo şermenda rûyê wê be Afîtabê bi zewalê çi xered.)

Dawî em hest dikin ku Cizîrî xwediyê (Ruhniya çavê nebînan..Murşidê meczûb û dînan) helbest di destê xwe de kiriye wek hevrîşimê, binî dibe banî, paş tîne pêş, çep dike rast  ew  serbest e di vî warî de çimkî gotin di derheqê wî de disekinin, mane ew bi xwe bû yê ku pîrê diçû nanê xwe li ser lata wî dipijand!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…