”Pênûsa Nû” hejmara 69 derket

Hejmara 69 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn,Wergerandin, Folklor û Helbestan jî bixwînin. Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.
Naveroka hejmarê
Nivîsara sereke:
– Pîrozbahî/ Boniye Cegerxwîn
Nerîn û Gotar:
– Sîh saliya karesata Helebçe / Ebdulbaqî Huseynî ….. Ey Felek / Yekta Uzunoglu …..
Dîrok:
– Şoreşa Barzan 1945-1958 (Berê Çara)/ Daner: Serok Mesûd Barzanî – werger: Merwan Mistefa ….. Ji bîranînên têkoşerekî
Kurd: Ehmedê Ebdirehman Axaê Şûzî (Xeleka 4)/ Xorşîd Şûzî ….. Şaha Kurd Deyfe Xatûn (Xeleka 1)/ CanKurd ….. Bawerî..
Kesê ku ji Mirîşkê ditirse/ Mesûd Dawid
Ziman:
– Ferhenga ziman (Xeleka 7)/ Selah Mihemed ….. Seyên zimanê kurdî (Xelek 24) / Beyar Robarî.
Folklor:
– Feqê Teyran (xeleka 6- Dawî)/ Lukman Sileman.
Çîrok:
– Destê sibê(xeleka 2)/ Beyar Robarî ….. Qapût (xeleka 3)/ çîrok: Nîqolay Gogol – werger: Merwan Mistefa ….. Hemoyê parsek/
Hisên Şêxê.
Lêkolîn:
– Êlên bakurê rojhilatê kurdistanê (Xeleka 4)/ D.O.Blau- werger/ CanKurd ….. Destana Newrozê û rastiya wê/ Beyar Robarî.
Helbest:
– ji çi Şehîd çêbûn+Qederê/ Hewar Zahir ….. Ax waro!/ Gulnar Elî Balte ….. Şerm bikin+Pozê çiyê/ Beyar Robarî ….. Koçberiya
xewna/ Wecîha Ebdulrehman ….. Name û…+Dil nefroş/ Ferhad îcmo û Selah Mihemed ….. Rêkeya dîlkirina hasten aza/ Nizar
Yosif ….. Efrîn / Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan) ….. Wek te nînin/ Giryan Seyro ….. Jana hêvî an/ Xemgînê Remo ….. Felsefa jînê+Betê/ Msûd dawid ….. Çar Çire ê Ûmîdî/ Dr. Omîd Aşîtî ….. Heye Roj / Elî kolo ….. Ey koçerê/ Idrîs Dawê ….. Ala min/
Mihemed Mella ….. Çîroka min û darê/ Dîlan Şewqî ….. Îngêbora Baxman / werge: Tengezar Marînî ….. Di dema min de tu yî/
Rêber Hebûn ….. Berbanga me dernakeve/ Xorşîd Şozî.
Nûçe, Çalakî, Daxuyanî:
– Pirtûkên nû: Pirtûka “Kenê Şanya” ya zarokan/ Nivîskar: Narîn Omer.
– Xelata rojnameya ”Pênûsa Nû – kurdî” a îsal diçe ji Kurd rojnamevanê Ferhadê Hemo re!.
– Beyana YNRKS di 120 saliya rojnamegeriya kurdî de .
———————————————————
Sernivîser: Ebdulbaqî Huseynî
Derhêner: Xorşîd Şûzî
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’:
Boniye Cegerxwîn
Mizgîn Hesko
Hemîd Yûsif (Kasî)
Xorşîd Şûzî
– Hemû hejmarên ‘’Pênûsa Nû’’ hûn dikarin di malpera rojnameyê de bişopînin: www.penusanu.com
05.05.2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…