75 Saliya Weşana Rojnameya Roja Nû û Pîroznameya Seydayê Cegerxwîn

Konê Reş

  Bi hatina 3ê vê gulanê/ 2018an re, 75 sal di ser weşana rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe. Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bi zimenê Kurdî û Fransî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan – Beyrût bû. 73 hejmar ji Roja Nû hatine çapkirin – di navbera sala 1943an û sala 1946an de. Hejmara pêşî (1) ji vê rojnameya bedew di 3ê gulana 1943an de hatiye weşandin, hejmara dawîn (73) di 27ê gulana 1946an de hatiye weşandin. Ji bo zelalkirinê hejmara (72)an di 13ê gulana 1946an de bi Kurdî tenê hatiye weşandin.

  Dengbêjên kurd, yên ku li gotinên stranên kurdî yên orjînal bigerin, wê wan, di nav rûpelên rojnameya Roja Nû de bibînin.. Gelek ji gotinên wan stranan têde hatine weşandin..
Bi vê helkeftinê bi min xweş e ku ez vê pîroznameya Seydayê Cegerxwîn, ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re ji we re raxînim ber çavan:
(Mîrê mezinê mêran, xortê xurt zanayê Kurd Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan! Hevalo! Di van rojan de Roja Nû, weke rojeke geş, tav û tîrêjên wê dane dîwarê me jî yê xortan. Çirûsk û ronahiya wê, leylana paşketin û bêhêviyê, ji ser dilê ciwanên kurdan hildane. Kela jiyana welêt ji kela mirinê gîhande delavê serbestiyê. Bûka xweşxwan û nivîsaran xemiland bi qumaşê evîn û zanistiyê. Pira nejadperestî bi topên baweriyê daweziran û di tangê dilxwşiyê de afirand. Ji wî riya wa a dûr bi hezaran kîlomêtir şose kir û derê bajarê armanca me, li me vekir. Xwedê te û roja te bi rûkî spî û jineke dirêj ji kurdan re bihêle. Ji ber xortan ve, roja te pîroz be).
CEGERXWÎN
Roja Nû, hejmara 10, roja 5ê tîrmehê sala 1043an.

Qamişlo, 3/5/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…