Hilbijartinên dawî yên Iraqê

Botan Tehsîn

Di mehên bê de, çend proseyên giring ên hilbijatinan li Rojhelata Navîn birêve diçin, tê pêşbînî kirin ku encamên wan hilbijaritinan, wê bi awayekî yekser bandora li ser pirsa şer û aştiyê li navçeyê û seranserî cîhanê hebe. Ji aliyekî din ve nîşanên milmilaneyeke herêmî û navdewletî di navbera du aliyan de diryar bibin.
Ji aliyekî ve, daxwazeke herêmî heye ku hawl dide rewş û nexşeya siyasî li Rojhelata Navîn weke xwe bimîne û ti guhertin di nexşeya siyasî de, neyê kirin, li beramber wê jî, xwestekeke bihêztir heye, ku kar ji bo guhertinê di form û çarçoveya proseya siyasî, abûrî û civakî de dike, ji bo garantiya hêsankariya gihiştina bi çavkaniyên energiyê jib o welatên Rojava, herwiha parastina ewlehiya dewleta Israîl, heta radeyekê jî ji bo jinavbirina hizra tundrew û radîkal a olî û mezhebî li navçeyê ku li ser hemû cîhanê gef e.

Di 6ê Gulanê de, hilbijartinên Lubnanê birêve diçin, sîstema hilbijartên Lbnanê vê carê bi awayekî hatiye danîn, ku rol û bandora serdestiya Hizbulah û Îranê li ser rewşa siyasî ya wî welatî bicih dike.
Piştî wê bi şeş rojan, proseyeke wiha, li Iraqê jî tê encamdan. Di wê proseyê de tê çaverêkirin ku aliyên girêdayî bi ajandayên welatên Rojava ve, dê biser bikevin, êdî tê pêşbînîkirin ku fraksiyona Ebadî li ser asta Iraqê û PDKê li ser asta Herêma Kurdistanê di hilbijartinan de yekem bin. Li beramber vê yekê jî, ew lîsteyên ku bi Îranê ve girêdayî ne û ji aliyê Heşda Şeibî ve piştgiriya wan tê kirin, dê biser nekevin û ku, bi awayekî demokrasî berr ji bin Îranê bikişînin û wê rût bikin.
Her ji bo vê yekê jî, ji niha ve, hinek aliyên Şîe gumanê dixine ser encamên hilbijartinan, ew jî bi behaneya ku navenda kontrolkirina dengên hilbijartinên Iraqê li Dubey ye ne li Bexdayê ye.
Piştî du rojan ji hilbijartinên Iraqê Amerîka balyozxaneya xwe vediguhêze Orşelîmê, ew gav jî weke gurkirina agirekî ye û karvedaneke berfireh li welatên Islamî û Erebî li pey xwe tine, ku dibe sedema serke ya qonaxeke din ji milmilanî û pirsgirêkên nû li navçeyê.
Ew qonaxa ku Rece Tayb Erdogan jî, weke behane, ji bo pêşxistina hilbijartinên Tirkiyê bikar aniye, herwiha esker kir ku proseya guhertineke siyasî li Iraq û Sûriyê di rê de ye. Ew prose wiha dixwaze ku bi awayekî lezîgîn sîstema serokatiyê bê cîbicîkirin û mekanîzma biryara çarnivîsê zûtir bê kirin.
Şirovekar pêşbîniya wê yekê dikin ku li Iraq û Lubnanê, bi rêya hilbijartinan, rola Îranê lawaz bibe. Bi awaykî ku ev hewl gelek pirs û nîşanên seyr derbarê karvedanên vî welatî tînin hole, ku gelo bi hêsanî Tehran wan encam û pêşhateyan qebûl dike, di demekê de ku di heşt salên bûrî de, hemû amrazên siyasî, leşkerî û abûrî ji bo bihêzkirina pêgeha xwe, bi rêya parastina rejîma Beşar Esed li Sûriyê bikar anîn.  Xwebedestxistina Îranê, nîşana destpêkirina lîstikeke bihêztir e, li navçeyê ku vê carê li şûna şerê bi wekalet, rûbirûbûna rasterast li wan welatan bê encamdan. Bi vê yekê jî redkirina rewşa nû ya navçeyê, dibe çargoşeya yekem ji tundûtîjî û nearamiyeke din ku hemû aliyên di nav hevkêşiya Rojhilata Navîn de, dixe ber du egeran, yek jê şerekî mezin ku dibe pilêta Şerê Sêyem ê Cîhanî, yan jî dê bibe aştiyeke herdemî, ji bo kêşeyên Rojhelata Navîn li xwe bigre û çareserkirina hemû pirsgirêkên tayifî, neteweyî û mezhebî yên navçeyê, di nav de jî pirsa Kurdan.
Di herdu egeran de jî, paşeroja proseya siyasî ya Iraqê dikeve nav tunêleke tarî ya nediyar, ji ber ku ne ajandaya rêberiya Trump rê dide Îranê ku bi kêfa xwe li Iraqê tevbigere, ne jî Îran, bi hêsanî, rê dide dest ji pişka xwe ya li Iraqê berde. Bi vê yekê jî proseya siyasî li Iraqê digihêje rêyeke girtî, û derî li ber egerên din vedike, û deng û rengên din tine meydanê. Her ji bo vê yekê, nîşan ber bi wê arasteyê ve diçin, ku ev hilbijartinên Iraqê proseya dawî ya hilbijartinan be li vî welatî, ji ber ku navçe ber bi aloziyeke mezintir ve diçe, bi awayekî ku dibe bi hilweşandina vî welatî, rê li ber aloziyên mezintir bê girtin.
Botan Tehsîn Rêveberê Giştî yê Dezgeha BasNews a nûçeyan
.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…