Di 120 Saliya Rojnamegeriya Kurdî De Konê Reş Û Derwêş Xalib Panela Pênasînê Radigihînin

Bi helkeftina 120 saliya roja rojnamegeriya kurdî (22/4/2018), bi me xweş e (Ez û mamoste Derwêşê Xalib) ku em panela xwe (Panela Pênasînê) ji bo we ragihînin. Panela Pênasînê; dîdarek teka teka ye, ji wan kesên ku di warê toreyê, muzîkê, dîrokê û civakê de berhem dane û şop û şûna wan di civakê de belûye.. Panela Pênasînê wê yê penalîst rasterast serboriya xwe ji guhdaran re bêje û di warê ku têde pispore, berhem zelal û şirove bike.. Di dawiya axaftinê de, eger pirsên guhdaran hebin, wê bersiv bide.. Bi vê yekê em ê karibin bêtir hev û din nas bikin û xort û keçên xwe serwextî ked û xebata wan bikin.. Wek van kesan: Derwêş Xalib, Dr. Azad Elî, Deham Hesen, Dildar Şeko, Konê Reş, Can Birahîm, Seîd Yûsiv, Mihemed Elî Şakir, Behaa Şêxo, Enîs Hina Midêwayî…
Derwêş Xalib û Konê Reş

Qamişlo 21/4/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…