Hevdîtin li gel Partiya Kesk a Elmanya

Îro, Pencşem 22. 03. 2013 ji bo Efrînê hevdîtinek di avahiya perlemanê îyaleta Niedersachsen a Elmanya de,li gel şandeke perlemanterên partiya Kesk a Elmanya, hat girêdan.
Ji hêla partiya Kesk de ev kesan beşdarên hevdîtinê bûn:
Istêfan Korner. Serokê Partiya Kesk ê îyaleta Niedersachsen.
Anya Pîl. Seroka gurûpa partiya Kesk di perlemana îyaleta Niedersachsen de.
Kirîstiyan Mayer. Cîgirê seroka gurûpa partiya Kesk di perlementoya îyaleta Niedersachsen de.
Lole Şimît. Seroka beşa yasayî ya partiya Kesk.
Bîlîk Onay. Berpirsiyarê polîtîka hundirîn û ewlehiyê.
Ji hêla Efrînê de ev kesan beşdarên hevdîtinê bûn:
Heyder Omer, Tengezar Marînî, Mîdas Azîzî.
Pêşî serokê şandeya partiya Kesk pêşwaziya me kir, û bi navê hevalên xwe mixabinî bo belaya Efrînê da xuyakirin. Di pey re me nexyşeya Erînê raberî wan kir, ku ji şeş salan de herêma Efrînê hatiye dorpêçkirin, ji hêlên bakur û rojava de, Tirkiyeyê, û ji hêlên rojhilat û başûr de gurûpên radîkalên misilmanan ew dorpêc kirine. Her weha me Efrîn wek bajar û herêm û gundewan, bi wan dane naskirin, û em li ser rewşa dawî ya talana rêjîma Tirkiyeyê û çeteyên rikberiya erebî bi ser herêma Efrînê de hanîne jî axifîn, û wêneyên qurbaniyên sîvîl û dizîna ku li Efrînê bû ye, şanî wan kirin, wêneyê herdu alên Tirkiyeyê û Daîş li kêlek hevdu jî di nav de, wek nîşana hevbendiyan rêjîma Tirkiyeyê û Daîş. Her weha me ji wan re da xuyakirin, ku tirsa me ew e, ku Efrîn tûşî guhertinên dîmografîk bibe, ji ber ku Erdogan di axaftineke xwe de weha çûye, ku ew dê Efrînê radestî xudiyên wê yên resen bike, em texmîn dikin, ku di vê xalê de ew behsa penaberên Sûrî, yên li Tirkiyeyê dike, hejmara wan jî wek û ku ew dibêje 3 milyon û 5 sed hezar kes in, û xelkên deverên Sûriyeyê yên cuda cuda ne, lê ne xelkên Efrînê ne.
Di pey vê re şandeya partiya Kesk a Elmanî hinek pirs ji me kirin. Heyder Omer bersivên pirsên li ser devera Efrînê zelal kir, û Mîdas Azîzî û Tengezar marînî jî bersivên pirsên li ser rewşa siyasî, û çima rêjîma Tirkiyeyê piştî heft salên kirizeya Sûriyeyê, da ser Efrînê, zelal kirin.
Xalên ku ji hêla me de mijara gengeşî û axiftinê bûn:
1.    Alîkariyên mirovane.
2.    Vegera xelkê bo malên xwe, bi dabîniya navdewletî.
3.    Vekşandina artêşa tirkî û hemî gurûpên radîkal ên misilman.
4.    Rawestandina kavilkirina bajarê Afrînê û gudewaran, û dizînê û berdêla kelûpelên hatine dizîn.
5.    Şandina gurûpên pisporên mayînan bo Efrînê û gundewaran.
6.    Hevkarî li gel rêxistinên xortan, û perwerdekirina wan bo alîkariya mirovane.
7.    Hevkarî li gel sazî û rêxistinên navdewletî wek Xaça sor a navdewletî bo alîkariyê.
Ewan jî dan xuyakirin, ku wê ji bo van xalên jêrîn kar bikin:
1.    Pêşkêşkirina alîkariyên mirovane di riya Xaça sor û rêxistinên mirovane yên navdewletî re.
2.    Dê li ba hukmeta Elmanya bo van yalên jêrîn kar bikin:
a.Divê artêşa Tirkiyeyê û gurûpên misilman ên radîkal ji Efrînê û gundewarên wê bêne vekşandin.
b. Pisporên mayînan bo Efrînê bêne rêkirin.
c. Zextê bidin ser hukmeta Tirkiyeyê, da karên qerêj û dizîn û talanê rawestîne, û kelûpelên, ku hatine dizîn, bo xudiyen wan, vegerîne û berdêla wan kelûpelan bide ziyankêşan, û miştextiyan bo warên wan vegerîne.
d. Da humketa Elmanya nexwaş û birîndarên, ku nexwaşî û birînên wan xeddar in, bîn li Elmanya derma bikin.
3. Dê li ba hevalên xwe, berpirsên alîkariyên mirovane, ku endamên perlemana Elmanyayê ne, kar bikin, da hevdîtinekê bo me li gel wan girêdin.
4. Dê li ba perlemana yekîtiya Ewropayê kar bikin, da hevdîekê bo me li gel wan girêdin,

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…