Barzanî Mezintir e ji Pesnê Min Ew Semyanekî Semboliye ji Gelê Kurd re

Konê Reş

Bi helkeftina ku di roja 14/3/2018 an de (115) sal di ser rojbûna Barzaniyê nemir derbas dibe, nizanim çi bibêjim..?! Çiko ew ji pesinê min mezintir e..
   Tiştê ku ez zanim û bîr û baweriya min pê tê ev e: Barzanî semyanekî semboliye ji netew û niştimaniya kurdî re, ji ramanên kurdî yên pêşverû re.. Ta radeyekê ku hêjî pêdiviya me bi kesên mîna wî heye, her û her wê hebe û wê navê wî wek semyan ji niştimanperwerên kurdan re bimîne..

   Li ser rêbaz û pêvajoya wî a piroz û bi ronahî, wê gelê kurd karibe ji xwe re hêviyên bilind û berfireh ava bike..
  Ew rêbaza û pêvajoya ku ji kurdan re bûye jêderek bingehîn. Tevî ez ne di wê baweriyê de me ku, rojên derbasbûyî, rojên îroyîn û pêşerojê li terazûya xwe xînin, lê sûdeya ku di rêbaz û serboreya Barzaniyê nemir de heye, ji kurdan re gelekî giring û pêwîst e.. Û her wiha ez nebawerim ku mirovên kurd wê karibin pêşkevin, biserkevin û tiştekî nû ji xwe re pêkbînin bêyî rêbaza wî…
   Ma wê çi bihayê nirixandina zinarekî hebe ji çiyakî bilind re wek Barzanî..?!
Barzanî, çiyak bû ji çiyayên Kurdistanê, çiyakî bi dar û ber bû, bi çem û cobar bû, bi gelî û newal bû, çiyakî poz bilind û bi heybet û saw bû..
   Rojekê ji rojan, ev çiya ji cihê xwe nehat hejandin, ne pêşberî bahozên dijwar û ne bablîsokên gur û tund…
Wek min got; Barzanî Çiyak bû û çiya namirin, Barzanî jî namir e, her wê di huş û ramanên kurdan de zindî bimîne..
   Vê paşiyê ji ber mezinbûn û giringiya navê wî, di nav gelê kurd û cîhanê de, dewleteke wek Amerîka ku ji mezitirîn dewletên cîhanê ye, navendek di zankoya Waşinton de bi navê (Melle Mustefa Barzanî) damezirandiye, bi merema ku Barzanî yek ji wan kesaye, yên ku tev jiyana xwe di ber gelê xwe de xerckirine.. Ew jî mîna Nelson Mandêla, Şaril Dîgol û Corc Waşinton e…
   Belê Barzanî mezintire ku ez şabaş û pesnê wî bidim û wî binerixînim.. Barzanî çiyak bû, navê wî wek navê çiyakî di nav gelê Kurdistanê de, bi bilindbûn, heybet û asêbûna xwe ve hatiye naskirin.. Çendî çerx û dewran di ser vî çiyayî re derbas bin, kes nikare vî çiyayî ji cihê wî bilivîne..
   Erê Barzanî semyanekî sembolî ye ji tevî gelê Kurdistanê re. Di vê bîranînê de, ez nave wî re temene û xûz dibim û navê tev şehîdên azadî û xaka Kurdistanê re.

Konê Reş  /  Qamişlo 01/03/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…