Ka Erdoganê me

Zagros osman

Li seranserê Cîhanê Mirovên Dewletê an Serokên Partiyan an Kesayetiyên Siyasî kar û xebatê bo Milet û Dewleta xwe dikin û bo vê yekê berjewendiyên xweyî teybet dikin biqurbana Miletê xwe.
Em wek Kurd li Serokê Turkiya Erdogan dimeyzînin mîna Tewanbarekî Tîrorîst û Faşîst, çiko ew ne tenê berovajî berjewendiyên Netewa Kurd kar dike lê herweha hewl dide ku Pirsgirêka Kurdistanê ji holê rake, Erdogan Serokê Dewletek Dijmine erkê wî ji wî dixwaze ku Xismeta evê Dewletê bike û berjewendiyên Netewa Tirk biparêze, di vî warî de Erdogan bo Dewleta Tirk her Tiştê ku bidest dikeve dike mîna Mekukê ew pêwendî û têkildarî bi hemî Dewlet û Aliyan re dike, bo Turkiya ew ket bazarên Siyasî û Diblomasî û Rumeta xwe binpêkir li Moskova û Tehranê, ku çiqasî Erdoqan dijmintiya Kurdan dike ew evqasî xebatê bo Tirkan dike, belê bo Turkiya ew bi erkê xwe dirabe.

Bêguman Tiştê ku ji Mirovê Dewletê tê xwestin  we ku xismeta Dewleta xwe bike ne xismeta Dewletek Cîran an Miletekî dîtir.
Em  Kurd  di 3 Xalan de pir kawikin ya yekem ku em xebatê bo Dewlet û Miletên dîtir dikin,  ya duyem ku em hevî dikin ji Dewlet û Miletên dîtir ku bo berjewendiyên me bixebitin û ya Siyem ku em gilî û gazinan ji Dijminan dikin dema ku destdirêjya li me dikin, ma gelo ne kawikbûne ku em dibêjin jibo çi  Erdogan dijmintiya Kurdan dike,  na lo qey hun dixwazin ku ew ji were Dewletek Kurdî pêkbîne û Dewleta Tirkan biherrfîne, ev yek qet di Ferhenga siyasî de niye lê tenha di Ferhenga Kurdan de heye loma em ji Miletên Cîhanê  tevî li paş ketin, kaka wek ku Botîn bo Russiya kar dike û Trump bo Emerîka dixebite wisa Erdogan bo Dewleta Tirkan kar dike di vê yekê de ne ji mafê me ye ku em devbavêjin Erdogan ma gelo duruste ku em hêviyan ji Dijmin bikin.
Na na pêdiviye ku em gazinan ji xwe bikin ku Serokekî mîna Erdogan di navbira Kurdan de derneket Serokekî bo Milet û Welêt Dilsoz û wefadar be, em hewcedarî Serokekî mîna Erdogan nin tenha bo Kurdan kar bike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…