Keşîşek ji hemû kul û xeman revî

Aleksandr Pûşkîn
Wergêr: Laleş ebdulrehman

Keşîşek ji hemû kul û xeman revî
nav daristanokên li ber deryaçeyê;
li wir rojên xwe yên havînê bi lavayên berdewam,
lêkolînên kûr û rojiyên herherî borandin.
Hê hingê wî pîremêrî bi merikê
ji xwe re gorek kolî mîna ku,

piştî bangî ewliyayan bike ku xanîkê wî bipîrozînin,
tenê bêriya mirinê – ne tiştek din – bike.
Dema wî berşevekê li ber
xanîkê xwe yê serober xwe tewandibû
hizûra yê herî dilovan,
daristanok hêdîka li ber çavên wî dizivirî,
li raserî deryaçeyê mij û moranek radibû,
di nav ewrên sîs re, bi esman ve
heyva sor bi nermî dilivî
dema rondik hatin çavê keşîş…
Ew matmayî dixuye, tijî belayê,
tijî tirsa tênagihê ye.
Ew dibîne ku pêl dibin peqpeqok
lê dîsa aram dibin.
Hingê keçikek tazî
mîna berfa pêşîn li zozanan,
pêsivik mîna siyên şevê
ji deryaçeyê radibe bejayiyê
û bêdeng li ser rûniştekê rûdine
Ew li keşîş dinere û bi nermî pirça xwe dimizdîne
ava bi destên xwe ve diwerîne
Keşîş ji tirsan dilerize û bi awirek tûj
li wê, li bedewiya wê ya efsûnî dinêre
Keçik destekî bi coş li ba dike û bangî dike,
serê xwe bi lez dihejîne, li dûriyê dibişire,
û mîna stêrekê, di bîskekê de,
dileze ava aram.
Êdî xew bi çavên pîremêrê dilbixem neket,
wî hemû rojê jî lavayek jî nekir:
sîtava ewreng, a biînad hê jî
li ber çavên wî dibiriqî û diteyisî…
Daristan kincê xwe yê şevê bi ser xwe de digire,
heyv bi banê ewrîn ve dimeşe;
Û keçik spîçolkî û şîrîn niha li wir e,
xwe tewandiye hindavî berava efsûnî.
Keçik li wî dinêre, pirça xwe dimizdîne,
ramûsanên hewayî, dişîne
bi pêlan dilîze, miz dide
geh dikene, geh mîna zarokekî dinale,
bi narînî dinale, dengbilindtir, gazî dike…
“Were, keşîş, were, keşîşo! Were cem min!..”
Paşî wenda dibe nav ava zelal
û bîskekê bêdeng e…
Roja sêyem bicoş
li beravê rûniştibû, evîndar bû,
bendewarê zeriya şirîn bû
dema siyê daristan niximandibû…
Tarîtiyê rê da xuyabûna rojê;
keşîşê me bi temamî wenda bûbû
ta komek zarokên şûm ên heremê,
dema masî digirtin, riyên wî yên spî dîtin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…