Zimanê Kurdî û Rêzgirtin ji Nivîskar Derwêşê Xalib re

Konê Reş

   Îro, bi helkeftina roja zimanê dayikê me (Birek ji nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan) serdana mala mamoste Derwêşê Xalib kir. Û wek rêzgirtin ji kar û xebatên wî re di ber zimanê Kurdî de, me spasiyên xwe jêre pêşkêş kir..
Derwêşê Xalib yekemîn kurdê Sûriyê ku li ser zimanê Kurdî tê girtin, zindankirin û cezekirin. Ew di roja (13/01/2009) de, ji rex hêzek ewlekariya a bajarê Qamişlo ve hat girtin û di roja 15/01/2009 de, dîsan eynî hêza ewlekariyê, girtin ser mala wî, pirtûkxaneya wî tevdan û gelek pirtûk û destnivîsên wî bi xwe re birin.. Di roja 17/01/2009 an de, eynî hêzê çend hevalên wî yên ku pere di Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî kar dikirin girtin wek: Fewazê Kano û Zekî Ismaîl Xelîl girtin.. Piştî çendakî hevalên wî hatin berdan paşê ew jî hat berdan.

Derwêşê Xalibê Derwêş ki ye? Nivîskar, zimanzan û rewşenbîrekî kurd e. Ew di sala 1945 an de li gundê Tilşeîra Şêxan, nêzîkî Qamişlo, çêbûye. Xwendina xwe li bajarê Qamişlo û Hesekê xwendiye, xwendina bilind di endezyariyê de li Fransa û Çikoslovakiya bi dawî aniye. Ji xwendekaranên kurdên sûriyê yên pêşîn bû ku çûye Ewropa ji bo xwendinê. Hejaye gotinê ku ew û Mûsa Anter pismamên hev in.
Ji pirtûkên mamoste Derwêş ku hatine çapkirin:
– Lêkolînek berfireh bi zimanê erebî, di bin nave (Ebyat Xanî)de sala 1998 an.
– Jiyana Min A Kurdî: Bîranînên  rehmetî Dr. Nûreddîn Zaza, ji frasnsî wergerandiye Erebî, sala 1997 an.
– Elfabeya Celadet Û Pîvana Pêwistiya Tîpan Di Zimanê Kurdî de, Qamişlo 2007
Hem jî gelek destnivîsên wê hene, ji bil hunandinên wî yên helbestî..
Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî:
   Ev komît di roja15/07/2003 an de, ji rex mamoste Derwêşê Xalibê Derwêş ve li Qamişlo hatiye avakirin, bi taybetî ji bo fêrkirina keç û xortên kurdan, da ku zimanê bav û kalên xwe jibîr nekin û di warekî kurdî de xwedî bibin… Tevî ku  Derwêşê Xalibê Derwêş dijwariyên zor çetîn dîtine û dibîne, lê her di coga parastina zimanê kurdî de berdewam e.. Û wiha her sal şagirt û qutabiyên komîtê zêde dibûn, kec û xort, ji hezkerên peyva kurdî  li dor kom dibûn..
   Şagirtên ku di bin sîbera komîta fêrbûna zimanê kurdî de xwe fêr dikin, di pênc qunaxan re derbas dibin, ew qunax jî evin: Seretayî, serbestî (bi du korsan e), rênivîs û rêzimanî.
   Vê komîtê 5800 bawernameyên seretayî yên fêrkirina zimanê kurdî li qutabî û şagirtên herêmên ku kurd lê dijîn û bajarên ku kurd lê hene belavkiriye, wek: Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Serê Kaniyê, Helebê, Şamê û Beyrûtê.. Hem jî vê komîtê belavokek bi navê ZIMAN û kovarek bi nave ZAR diweşand:
Ziman:   Ev belavoka ZIMAN di bin vê durişmê de dihat weşandin: (Zimanê te nasnameya te ye) û (Fêrbûna Kurdî mercê serekî yê gelperweriyê ye) û di nav kurdên Binxetê de belav dibû. Anku belavokek rewşenbîrî û mehane bû. Rêvebirî û amadekirin ji rex Derwêşê Xalibê Derwêş ve bû. Hejmara pêşîn (1), Ji belavoka Ziman, di 12 adara 2004an de hatiye weşandin, hejmara dawî (32)an di Berfbaranbara 2008 an de hatiye çap û bûye.
Zar: Ev Kovar jî rewşenbîrî Civakî bû. Ji weşanên  Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî bû û di bin berpirsyariya mamoste Derwêşê Xalibê Derwêş de amade û çap  dibû. Hejmara (0) di adara 2008 an de derketiye. Hejmara (1) di meha êlûna 2008 an de derketiye, hejmara (2)an di Berfbaranbara 2008 an de çap û belav bûye.
Mamoste Derwêş evîndarê zimanê kurdî ye û wek ku evîndar e karekî bêdeng dike..

Qamişlo, 24/02/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…