Şaxa Zeytûnê

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Çiqas pêkenînek tehl e
Ku bi şaxeya zeytûnê,
Rîşa zeytûnan derxînî!
Xewên zarokan bişkênî!
Xewn, xiyalan bihirfînî!

Çiqas şanoyeke tehl e
Bi navê xwe parastinê,
Hêriş bibî ser cîranan
Gund û bajarên bêtawan
Bidî ber bombe û topan!
Bermayiyan hilweşînî!
Kew, kevokan bibecînî!

Çiqas durûtiyek tehl e
Ku eslê xwe de ruvî bî,
Lê xwe têxî dilqê şêran
Hicûm bikî ser zarokan!
Ziravê wan biqetînî!
Dawa mêrxasiyê bikî!

Çiqas şermeke mezin e
Ku nav xwe da pêpez bikî
Tu hemû sorgulên mafan,
Lê li ser erdê cîranan
Bi top û tang û pehbadan
Dawa mafê mirov bikî!
Efrînê şepirze bikî!

Erê Efrîn, erê rengîn
Keskesora wekheviyê
Xaka pîroz û serbilind
Landika şaristaniyan
Warê gelek bermayiyan
Bermayiyên bav û kalan,
Erê beriya zeytûnan
Deşta Cûmê, çemê Efrîn,
Erê sirûşta bêhemta
Erê avşara Meydankê
Erê lîlava Gumrekê
Kela Horî û Semanê,
Erê warê Cemîl Horo
Xemrevîna Bavê Selah,
Dîsa bi xwîna sora te
Gulên lalê hêşîn dibin!
Çavên nêrgizan derdixin!
Milk û maşan talan dikin!
Hêlînên te wêran dikin!
Gelo çiye tawanê te?

Çiyayê bilindê Kurmênc
Lêlûn, Hawar û Xastiyan!
Îro roj tek roja we ye,
Divê dengê norînên we
Li ser topên neyar kevin,
Divê dengê birûskên we
Cêt û Fantoman ker bikin,
Divê hun dijminên xedar
Di sîngê xwe da çal bikin,
Lewra ji bilî we çiyan
Kesek birayê me nîne
Kesek dilxwazê me nîne,
Divê hun vîna netewî
Bigihînin ser esmanan,
Divê xwe serê dijmin da
Biteqînin wek volkanan.

Divê Efrîn wek Kobanê
Bibe xîreta cîhanê,
Xîreta cîhana bêdad
Xîreta cîhana berbad,
Divê Efrîn wek Kobanê
Bibe kela berxwedanê
Bibe Dimdima dewranê,
Mirazê gur û çeqelan
Di çavê wan da bihêle.

Îro gelek in keç û xort
Ku weke Xabûr û Mîrkan
Mînanî Barîn Kobanî
Dibexşînin ruhê şirîn
Namûsa xwe diparêzin,
Waneya mirovahiyê
Waneya serbilindiyê
Keramet û azadiyê
Didine mirovên cîhan.

Îro gelek henin xwebexş
Ku rûyê sitemkarên reş
Bi cîhanê didin nîşan.

Cîhana me ya pêşverû!
Îro cîhana pêşverû
Ewa xayîn û pir durû
Pemûyê berjewendiyê
Di guhan da veşartiye,
Dengê top û tangên Sultan
Qet nagihîje guhên wan!

Îro cîhana pêşverû!
Ewa xayîn û pir durû
Berçavka berjewendiyê
Li ber çavên kor xistiye!
Pelçiqîna xewn, xiyalan
Di çavên me da nabîne!

Eva karê cîhanê ye
Cîhana berjewendiyan
Cîhana mafê mirovan!

Lê mixabin em bi xwe jî-
Em bi xwe jî tawanbar in
Em bi xwe jî pir xemsar in,
Lewra ku em bêtifaq in
Yekîtiya me qet nîne
Yekrêziya me qet nîne
Em hev û du nahebînin
Yek me pey yekî din naçe,
Divê ev nexwaşiya reş
Pir zû ware dermankirin.

Divê konê yekîtiyê
Divê konê biratiyê
Yekrêzî û wekheviyê
Gelek zû ware vegirtin.

Şerm e, îro gelek şerm e
Şerma Rostem û Guhderz e
Ya Kawayê Hesinkar e
Ya Ker, Kulikê Silêman
Şerma Dewrêşê Evdî ye
Şerma Qeymezê Êzdî ye
Şerma Mîrê Lepzêrîn e
Şerma Mîrên Canpolat in
Şerma ruhê şehîdan in…

Warin em bibin yek hev ra!
Eger em bibin yek hev ra,
Hinde karesatên giran
Hinde bobelatên ecêb
Nikarin bêne ser me da
Nikarin bêne ser me da.

31/01/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…