Şaxê Zeytonê

Bavê Zozanê

Bi rastî ez  nizanim ji ku destpêbikim ser vê bobelata Turkiyê û şerê wê yê gemar,wisa jî ev hêrîşkirna wê ya hovîtî ser vî bajarokê delal û naz Efrînoka dev li ken warê nebî Horo û çiyayê Kurmance, solava Mîdankê û çolistana Zeytûna, xemkêşa bavê Salah û meyxweşe kevir cenê .
Bêguman ev hêrîş tiştekî tenê dide xuyanîkirin ew ji ewe ku tu sînç û rûmet di siyasetê de tuneye û nabe jî pêvî perjewendiyan , wise her dewletek berjewendiyên xwe yê taybet dide pêş ,vêce korîma yên din kirî ;zarok, jin,sivîl, peyman, soz, nexeme, di vê meydanê bi xwe de, kes wan bi du qiroşê qul nakirê.

Helbet li gorî dîtina minî biçûk ku ev qas dewlet wek guran li ser me kurdan komdibin  çi li Kerkûkê çi li Efrînê sedem ewe ku em kurd bi xwe ne yekin wisa jî  em xwe bi xwe  şerê hev dikin hin destê dijmin digrin hin jî xwe difroşin bi peran,vêce destê bi tenê çepka nadê loma mala kurdî timî dimîne sist û ne berheve,vêce bi yek bahozê tenê re difre û diherife.
Wisa dijmin bi xwe jî bi çavekî biçûk êdî lime dinere ji ber ew dizane bê ka em çend parçene çend nerînin çend serîne loma ser kêfa xwe  bi me dilîzin, başe Turkiya eşkere dibêje ez şerê treorê dikim ,qê bira gelo pyd ê terore? Eger pyd e teror be vêce gelo Da””””””””iş çiye!!
Yan jî dibe hin bêjin pyd ê hevalê Sûriyê ye hevalê rêjîmêye hevalê deselatê ye, çima nexwe sûriye yan rêjîm yan jî deselat destê hevalê xwe nagrê, çilo dihêle li talanê wan bixe ka srewerya welêt? Eger yek bêje dewlet nikare hember Turkiyê rabe, pirs ewe ka hevkarên wê ka hevbendên wê Rûs yan Îran, qê birastî nikarin bersiva Turkiyê bid in?
gelek jî dibêjin ku Pyd parçek ji pkk ye û ji bo vê jî navê terorê bi wan ve  bûye û ji bo vêjî Turkiya şerê wan dike ,çima nexwe  pkk xwe nalevîne ka gelê me yê kurd li kurdistana bakur, çima deng ji wan nayê, eva bû çar roj ku Efrîn tê şewtandin çime  Erd li Amedê kesî  ne hejandin?
Emerîka ya ku şev û rojê kurdan bi serê wê sond dixwar ka wê çikir gelo ,pêşî min got  sînç û mirovatî di bazara siyasetê de tuneye ewqas beza kurdên me ji wanre dikirin qê ber telef çû?
Eger em daxuyaniyên rikberiya Sûrî ji xwe em bixwînên yên ku hatina belav kirin li ser Efrînê bê guman emê bi jehrî bi kevin zeqûm ji wan daxuyaniyan dibarê şofînizim jê diherikê, bi rastî ev kîna reş ,ev hêrîşa xedar ku li ser Kurdan li ser Efrînê dibe bi alîkariya leşkerê”ne azad”û yardimiya dewletên Ereb û bi bêdengiya dewletên cîhanê ,gelek pirsan ber bi çav dike?!
Biratiya gelan di şerê Efrînêde  me nedît, şûna wê,biratiya Kurdan dive bê qadê, kes me hembêz nakê pêvî çiyayên me pêvî leşkerên me bila kîbin.
Ya rast ewe ku em kurdê Sûrî xirû bê Qendîl û Hewlêr li hev rûnin diyalokek rast ji dil avabikin destê baweriyê bête dirêjkirin di nêvbera herdû encûmenan de,stratîciyek nuh ber bi çav bikin ji ber me dît  û em dibînin jî ku ne sar li wan tê ne jî germ ,me xwîna xwe a paqij li Riqayê rijand ,gotin hûn teroristin û destê hevaltiyê li Istambolê ma da wan gotin hûn perçvanîzmin.
Eger zû em xwe  ji van kortalan  ne derxin dêmek tîmî emê li wan bi terbilin wisa dîrok jî vêce wê dilovaniyê nema li kesî  bike, bila em Guhderz û Ristemê xwebin ji ber ku siwarên xelkê timî peyane. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…