Doktoraya Kurdan..

Ezîz Xemcivîn

Bawernameyên Doktora û yên Rêzgirtinê yên bêpere û bêbingeh hûn dikarin li çayxaneya (Yekîtiya Rewşenbîr û hunermendên serbixwe bo aştiyê) bibînin.
Ji xwe Endamên wê bi dehhezaran e û kes kesî nas nake û Zankoyên Cîhanî jî di xizmeta Serok û Serkretêrê giştî de ne( ji xwe ew herdu endam û herdu berpirs û tenê ew jî nivîskarên yekîtiyê ne)..
Yekîtiyê berê Bawernameya Doktora belav dikirin, û hin hunermendan bûn (Dr.) û hinekan jî nizanî bû çi mijar e û nizanîbûn Tîpên (Dr.) bikar bînin, tenê (D) li ber navê xwe nivîsandine..
Ma hunermendek ko yek wane li Dibistanan nexwendibe, çawa li ser xwe dipejirîne xelk jê re bêjin ‘’Doktor’’????
Gelo evê Yekîtiya sexte bawernameya xwe ji kû aniye heta karibe bawernameya ‘’Doktora’’ bide hunermend û helbestvanan????
Tiştê heye li dunyayê û em tê de gihane Bawernameyên ‘’Doktora û Rêzgirtinê’’ ji Zankoyên Cîhanî têne dan, me nebihîstiyê ko ji Yekîtiyekê ko ji du kesan pêk tê bêne dan!!!!
Xuşk û Birayên Helbestvan, Nivîskar û Hunermend, xebata we cihê rêzê ye bêguman, lê berî ko Xelatek, an Bawernameyek diyarî we bibe, bipirsin ev kî ne yên ko evê Bawernameyê didin we, gelo Zankoyeke Navdewletî ye, beraber navê Doktora Pere jî Zanko didin gelo evê Yekîtiya sexte xelatên peredanê çi qasî didin?
Têbînî: Bawernameyên Yekîtiyê û Navê wê jî ne Kurdî ne, tenê bi Erebî ne..

15.01.2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…