SALA NÛ…. Û PIRSINE VEKIRÎ

Vejîna Kurd

Nêzîkî heft salan e ku rewşa şer, pevçûn, bombebarankirin, wêrankirin, û talankirina gund û bajaran navnîşana herî berz û beloq li ser xaka Sûriyê ye, û di rewşa herî baş de, milet di gola dorpêçkirin, buhabûn, hejarî û kêmbûna pêdiviyên jiyanê yên rojane de digevize.
  Di dema ku, devê birîna miletê Sûrî, kurd jî di nav de, hîn nehatiye hev, kela ceng û êrîşên hovane bi ser Rojavayê Kurdistanê de careke din dirje, nijadperest û xêrnexwazên Kurdan nameya mejiyê xwe ji miletê Kurd re diyar dikin.. û bi hemû awayan destdirêjiyê li ser xaka wê ya pîroz dikin.

Ji aliyekî ve gefên dewleta Tirk a ku navçeya Efrînê ji xwe re kiriye armanc, tank li dora wê civandine û armanc dike ku aramî û hêminiya wê têk bibe û hemû destkeftiyên kurdan ji holê rake. Li aliyê din jî  Eniyên El Nusra û komên ku pê ve girêdayî, bi bombebarankirinê, êrîşî gundên ku, li başûr û rojhilata navçê dikin û di encamê de pir welatiyên sivîl birîndar dibin, hin jî jiyana xwe ji dest didin. Lê, miletê me, li hemû deverên Kurdî, pîlan naskiriye, û gihaye wê baweriyê ku, armanca wan neyaran ne tenê çandina tirsê di dilê gel de ye, lê mebest û daxwaza wan a sereke ew e ku, bingeha hebûna Kurd bidin ber talankirinê û herweha nexşeya Kurdistanê ji riwê zemînê rakin. Lewre jin û mêrên kurd li hember wa pîlana qirêj derketin û serî hildan û tîrêja berxwedanê li hemû deveran çîk da. Ango, bi gotineke din, em dikarin bêjin ku, dîroka gelê Kurd li Sûriyê, di van çend salên dawî de navnîşaneke nû li xwe kir.  Li gor bûyerên ku, qewimîne, û li gor xişm û bêtarên ku bi ser miletê kurd de hatine û hîn jî tên de, hin pirs di derbarê kar û xebata tevgera Kurdî de xwe nûjen dikin.. Ma gelo ewê kengî li gor demê xwe biguhêrin; û li paş xelkê xwe û pêdiviyên qunaxê nemînin ..? Ma gelo ewê kengî zanibin ku dem ne dema şerê navxweyî û nakokiyên partiyan e, dem ne dema ezezî û rastiya min û şaşîtiya te ye? kengî wê bêjin ku îro, piştî ku, bi hezaran şehîd û birîndar bûn qurbana vê xakê, dem bû ya yekîtiya gel û  ajotina pirsa Kurdî bi ber ronahiyê de ye?!!
  Di nêrîna me de, ev pirs û hin pirsgirêkên din, di warê daxwaz û çareserkirina pirsa Kurd de, vekirî ne û bi xurtî li bersivekê digerin.. Ma gelo bersiv di nav rûpelên sala 2018an de heye?!!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…