Saeta Bavê Min!/154

Konê Reş

  Li gor tê bîra min, di nav wan çil malên ku di gund de hebûn, bi tenê sê- çar kes bi saet bûn; bavê min, Evdê Gedo, Hecî eliyê Xelîlo û Melayê gund. Hecî Mihemed (Hecî Kevir) saeta wî nebû, nizanîbû bi saetê.. Ji ber rewşa feqîrtî, hejarî û nezaniyê saetên gelek gundiyan tine bû.. Saet bidestxistin tiştekî nû.. Bi tenê saetên şêx, mela, axa, mixtara û halxweşan hebû.. Saetên wan yên bêrîka bûn, saetên destan nebûn. Saetên wan di bêrîka êlekê wan de bûn, rojhejmartina (tewqîta) saetên wan Erebî bû. Li gor teqwîma wan saet 12 mexrib dibû û di her rojên demsalên salê de; Zivistanî, biharî, havînî û payîzî saet 12 roj diçû ava anku mexrib dibû.. Heta destpêka salên 1960î jî, gelekan ji xelkên beriya Mêrdînê pîş bi wê tewqîta Osmanlî/ Islamî dikir..
Lê di dawiya salên 1950î û destpêka salên 1960î de, bi peydabûna radyoyan û vekirina dibistanan di gundan de û saziyên ku hikumetê di bajaran de ava kirin, hin bi hin xelkê dest bi tewqîta Frencî kir; saetên xwe ji Erebî kirin Frencî, anku wek rojhejmartina me ya roja îro..
  Saeta bavê min bi zincîrek zîv di qulpika êlekê wî de girêdayî bû û di bêrîka êlekê wî a xwar de bû.. Zincîr bi êlekê wî ve dihat xwarê, dîmenekî xweşik dida.. Her êvar bavê min saeta xwe qurimîş û eyar dikir..
  Dema ku yekî ji bavê min dipirsî, saet çiye? Destê xwe davêt bêrîka êlekê xwe, saet ji bêrîka xwe û kîsikê wê dikşand, pişkokek biçûk di saetê de hebû dehif dida, qapaxa saetê digo çip û vedibû, bi mêzekirina saetê re jêre digot; saet yabû saet.. Saet şeş û çariyek e.. Anku şeş û bîst deqîqe ye. Eger hin din, xwedî saet li dor wan hebana, wan jî li saeta xwe mêze dikir, ku saeta bavê min ne rast ba digotin: (Na Hecî! Saet şeş û bîst deqe ye, ne şeş û çariyek e.. Saeta te li paş e.. Saeta min nedide paş û ne dide pêş. Min li ser radiyoya Londonê eyar kiriye..)
  Wek ku min got; Di salên 1950î û 1960î de, bi avakirina saziyên fermî di nav kurdên beriya Mêrdînê de, gelek kesên ku saetên wan Erebî bûn, saetên xwe kirin Frencî. Lê li gundê min bi tenê Melayê gund û çend oldarên din yên ku saetên wan hebûn, saetên xwe neguhertin, Erebî hiştin.. Dibêjin ku ta niha hin Mela hene, saetên wan bi rojhejmara (Teqwîma) Erebî ne..
Doh (24/12/2017), bi helkeftina ku bavê min di vê rojê de, berî 32an koça dawî kiriye, ez çûm gund, serdana gora wî. Li wir min pirsa wê saeta wî, ya bêrîka kir.. Ji min re gotin li cem birayê te Mustefa ye.
Konê Reş, Qamişlo 25/12/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…