Seîd Yûsiv û Doktoraya Rûmetê ji Navenda Çanda Almanî li Beyrûtê

Konê Reş

  Berî çend rojan navenda çanda Almanî a navdewletî li Beyrûtê, dîploma Doktoraya rûmet û rêzgirtinê dane hunermendê Kurd Seîd Yûsiv.. Di diplomê de wiha nivîsandine: (Wek kesayetiyekî giring, em rêzgirtinê ji karê wî re digirin ku wî karîbû giyanê hezkirin, bexşandin û nirxê mirovahiyê di cîhana huner û çandê de belav bike..)
  Wek ku diyare hunermend Seîd Yûsiv  ne tenê dengbêj û awazjene, belê ew helbestvanî çelenge jî.. Piraniya stranên wî ji helbestên wî ne û dor 8 dîwanên wî hene, ji wan bi tenê dudo hatine çapkirin..  Ew di nav gel de bi navê (Mîrê Tembûrê) hatiye naskirin û bajarê Qamişlo bi navê stranek wî hatiye naskirin: (Qamişlo bajarê evînê)..

  Ji 50 salî ve û bi berdewamî ew û strana kurdî bi hev re dijîn û bi hev re hatine hunandin..  Mîrê tembûrê Seîd Yûsiv di sala 1947an de li Qamişlo hatiye dinyê, li Qamişlo mezinbûye, lê xwendiye û jê dest bi hunerê kiriye.. Niha jiyana xwe di navbera Qamişlo, Beyrûtê, Viyenayê de derbas dike..
Belê, bêguman ev xelat ji encamê ked û westandina hunermendê me ye, lê rola zimanê me û kultura me jî têde pir mezin e.. Dawî dibêjim: Bijî zimanê Kurdî, bijî Mîrê tembûra kurdî hunermend Seîd Yûsiv û sed carî ev xelat li bejin û bala te pîroz be.. pîroz be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…

SIMKO botanî

Li cîhan cejn û seyrane
Lê welatêm bê jiyane
Welatek jar û perîşan
Navê wê jî kurdistane
Nav li ba min pir şêrîne
j‘ber ko xaka wê zêrîne
Maye tenê li cîhanê
Milet hêjî Ber gumane
Li ser wê her bi fîxanim
Bêyî wê tim dil bi janim
Bi kul û derd û nalînim
Dijmin lime kir talane
Boçî dijmin dike talan
Li…

Fewaz Ebdê

Dibistana me ya ji kelpîçan

li hewşa wê

nigên me

weke rehên biçûk

di nav çamûrê de diçikilîn.

Em dikeniyan

dibezîn

û lênûs ji me re dibûn bask.

Banê dibistanê dilop dikirin

dilop.. dilop

mîna ku asman jî

bi…