«Fincana Jeherê» 7emîn pirtûka helbestê ya Hoşeng Osê derket

Bi navê “Fincana Jerê: ji rojnivîsên şervanekî winda” û ji weşanên “Avêsta” li Stenbolê pirtûkeke nû ya helbestvan û nivîskarê kurd Hoşeng Osê derket.
Pirtûk ji 88 rûpelan pêktê û 13 helbestan di nava xwe de dicivîne,  helbestên di vê pirtûkê de hatine belavkirin ev in: “Bayê kur”, “Bîranînên rojhilatiyekî”, “Xencera xwe ji pişta min vekşînin”, “Rê û bilûr”, “Qurbaniyên dawî”, “Şervaneke winda”, “Birîneke ter”, “Di navbera du axan de”, “Gîtar û bayê kur”, “Ji bîr bike”, “Ji rojnivîsên leşkerekî winda”, “Rê” û “Xatirxwestineke bi lez”.
Hoşeng Osê ku ji nivîskarên “Basnews” e, bi zimanê Erebî û Kurdî dinivîsîne. Di warê helbestê de, ev pirtûka wî ya heftemîne. Di warê rojnamegeriyê de ji sala 2001ê xwedî ked û xebat e.
Di warê romanê de, tenê romaneke wî heye, bi zimanê Erebî ye, bi navê “Bargiraniya Baweriyê” ku sala par 2016an li Beyrûtê hate çapkirin û îsal 2017an girîngtirîn xelata romanê di cîhana Ereb de wergirt û di sala bê de 2018an ev roman dê were wergerandin zimanê Îngilîzî û Ferensî.
Derbarê pirsa “Basnewsê” de: çima Fincana Jehrê û ne fincaneke din yan jî ne tişteke din?,  H. Osê got: “Jiyana me, weke Kurd, weke mirovên rojhilata navîn, tevde di nava şer, ceng, xizanî, perîşanî, penaberî, têkçûn, şikestin takekesî û giştî de derbas dibe, di her kêlîkeke ji vê jiyanê de em hezar carî xweziya xwe bi dilopeke jehr tînin da me ji vê jiyanê rizgar bike!, û pişte hun dipirsin: çima fincana jehrê!?. Li gorî van êş, jan û şikestinên em rojane dijîn, di her pîstikekê de em hezar carî dimrin, yan jî têne kuştin, yan jî xwe dikujin, yan jî xweziya xwe bi mirinê tînin, li gorî vê rewşê, gelek normal e ez navê pirtûka xwe bikim Fincana Jeherê, û ya ne normal e ku min navê pirtûkê bikra; fincana qehwê, yan fincana çayê…”. Osê axaftina xwe berdewam kir û got: “Li gorî min, divê helbest, şan û rûmet û enerjiya helbestbûnê li hin gotinên qaşo tên naskirin ku ne helbestîne, vegerîne. pêve girêdayî, li gorî min, ferhengên gotinên helbestî û ne helbestî nîne. Lê bikaranîneke helbestvanî yan jî ne helbestvanî ji gotin û hevokê re heye. Ji bilî vê jî, min xwest bêjim: pirtûk, helbest dibe yan jî roman, ne bi nav û navîşan û sernivîsên xwe ne, lê bi naverokên xwe ne. Bere xwendevan Fincana Jehrê bixwîne, û pişte dê nerîna xwe bide û bêje: gelo ev fincana jehrê bû? yan na!?”.
Hin helbestên H. Osê hatine wegerandin zimanê Ferensî, Holandî û Îngilîzî.
Nivîskarê Kurd Osê  di sala 1976an li bajarê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistan hatiye jiyanê, ji dawiya sala 2010an li Belcîka dijî. Osê enadamê PENa Kurd, PENa Belcîkî (PEN Vlaanderen) û PENa navnetewî ye û endamê hevbendiya nivîskarên Sûrî ye.
Di helbeta “Ji rojnivîsên leşkerekî winda” de ku di vê pirtûkê de ye, mirov van xêzan dixwîne:
Hingî zelal û diyar im, weke dastaneke nepenî û winda têm xwendin.
Hingî winda me, weke rastiyeke birîndar û tal têm jibîr kirin.
Carna ez kevirek im, di dilê bîrhatinan de reh, şax û pel didim.
Carna di malzaroka bayê kur de ez libeke toz im…
û hebûm! tunebûm!.
***
Ji vedengê heye ez ba me.
Ji bayê heye ez qolincên perperîkê me.
Ji perperîkê heye ez agir im.
Ji agir heye ez vedenga hewara bajarekî kurdûnde me.
Kesek nizane ku ez bi çavên kund li we dinerim…
Bi guhê gur li we guhdar dikim…
Bi pozê mêşa hingiv bihna we dikim…
û bi morana xewnên we têm kuştin.
****
Gunehên ku we li vira çandin, bûne çiyan…
hemû bahozên Xwedê nikarin wan ji kezeba jiyanê rakin.
Gunehên ku we li wira çanidin, bûne bahoz…
hemû çiyayên Xwedê nikarin xwe li ber wan ragirin.
Ehrîmen van gotinan li ser kêla gora xwe nivîsand.
Fincana jehrê vexwar û gora xwe ji min re hişt.
***
Zûrîna bayê kur e…
tirsê gur dike.
Şev jî, kêr û xencerên xwe tûj dikin.
Brûsk xwe berdidin hinavên newalên gumanan.
Mîna bîreke ji pirs û sawêran, min pişta xwe daye zinarekî…
û çixara xwe dipêçim.
Li benda dijmin im.
Li benda azadiyê me.
ji nişka ve, ez bûm dûmana çixara xwe û bayê kur min bir.
***
Ey gulên di şaneşînên malan de daleqandî…
dibe ku ez hew di vê kolanê de derbas bibim.
Divê hun hay ji siya min hebin.
Ey qûma derya bakur…
dibe ku hew li ser te bimeşim.
Divê tu hay ji şopa min hebî.
Ey şeva sêwî ya dawiya “Tebaxê”
dibe ku hew salane pêrgî te bêm.
Divê tu hay ji dûmana çixara min hebî.
***
Rê ji min re got;
sî, gotin, deng û bêdengiya te çiqas asê ne…
bihna wateyan diçikînin.
Şeveq mîna gayeke di kêferata mirinê de di””””””””ûre, ji min re got;
Ji vê rêyê veger e.
Ev rê Kor, lal û bi jehriye, dê te bide ber tapanên talankirinê.
Ez li gorî jan û xewnên xwe çûm
û min guh neda hişyariyên rê û şeveqê.
Nuha jî, her ku di şikestinên we de pêrgî xwe têm
poşmanî min dicû û tavêje.
http://www.basnews.com/index.php/kr/culture-arts/book/397687

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…