Bêdengîya Xelîl Sasûnî

Lewend Dalînî

Dûrî bajarê tevger û evînê, lê nêzî bajarê kokê, îro tû di bê dengîya xwe de di pûnijê? Ne pênûsa te, ne qotîya tûtina te û ne jî dost û hevalekî Qamișlokî li ber serê te heye kû bi tere û di gel bêdengî ya te jî bibê hevparê jana canê tey nazik û berxwedana tey bi mêranî û xwedî moralekî bilind dijî kansera bêbext weke serhildana çiyayê Sasûnê…..

Evîndarê helbesta resen, mûsîk û awazan? Tîp û peyvên li hev hatî, te jiyaneke xwey taîbet di gel bejnên payebilind ji helbestvan û mûsîkjenên Kurd te bûrand… û bi bê dendî îro te koça xwey dawî kir?.
Di gel hejmareke mezin ji bîranînên mey hevpar, lê mixabin îro pênûsa min alîkarîryê bi min re nakê?
Koçkirina te janek kûr di dil de hișt? Bi hêvîme kû giyanê te li asîmanê buhiștê weke sîmirekî, her bilind bi rêse.

 

 

Seydayê Cegerxwîn û Xelîl Sasûnî:
Di salên 1977-1978 dema ez û hevalekî xwe rehmetî M.Emîn Cemal (Bavê Kawa) em li ber destê Seydayê nemir Cegerxwîn hînî ziman û Elfeba Kurdî a Latînî dibûn, hîna em di temenê xwey gênc de bûn û bi germahî me di xwest zû em dozeca Kurdperwerî yê û nivîsê ji kanîya seyda vexun!? loma me di xwest her tiştî ji seyda bi pirsin û ji şana wî a zengîn helwest, raman û bîr û bawerîyên xwey neteweperwerî bi xemilînin?
Ji ber vê yekê çi pirsa ku di kete bîra me bê sînor me jê di pirsî? Û weke Kurdekî hingî ez li ser koçberîya Seyda di tirsîyam û ez di xem û gomanê de bûm gelo wê kî bi karibe cihê wî bigre an jî wê doza wî bi şopîne weke helbestvan? Min jê pirsî? Û Bersiva wî navek bû? Xelîl Sasûnî…….
03/12/2017
Elmanîya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…