Gotar

Mihemed Mela Hemdî û Pirtûka (Xwendin li Deverên Azadkirî Yên Badînan..)

Konê Reş

  Doh, piştî ku min ev pirtûka bedew, bi navê  “Xwendin li Deverên Azadkirî Yên Badînan di Navbera Salên (1961-1975)ê de” ya ku mamoste Mihemed Mela Hemdî ji Duhokê ji min re şandiye xwend, bi van kurte gotinan dikarim pirtûka wî binirixînim:
  Mamoste Mihemed Mela Hemdî, bi vê pirtûkê xwe, ronahî berdaye ser perwerde û fêrkirina zarokên deverên Badînan, ji destpêka şoreşa ilonê ya pîroz/ 1961ê, ta bi peymana Cezairê ya reş/ 1975an. 

Wî ev qonaxa zor giring, ne tenê di jiyana xelkên Badînan de, belê di jiyana tev kurdên Kurdistanê de bi hûrbûn şopandiye û erşifandiye. Ji ber ku hingî hêviyên Kurdistaniyan di wî şoreşê û xelkên wê şoreşê de bû.. Wek ku em tev dizanin, perwerde û fêrkirin bingehê pêşketina civakê ne.. Wî bi vî karê xwe yê meydanî rih bi jiyana perwedê û fêrkirinê di wê qonaxa çetin û dijwar de aniye..
  Xwezî, ev pirtûk bi tîpên latînî jî bihata weşandin, da kurdên Bakur, Rojava û Ewropa jî serwextî perwerda zarokên xelkên Badînan di heyamê şoreşa ilonê de bibûna..
  Du carî spasiya mamoste Mihemed mela hemdî dikim; carekê ku ev pirtûka bedew berdestî xwendevanan kiriye û carekê ku danak jê, ji bo min şandiye Qamişlo.. Hêviya berdewamiyê jê dikim.
Qamişlo, 27/11/2017

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…