Dr. Nûreddîn Zaza (Pêşmegeyê ku li Lozan ji Hespê xwe Peya bû!)

Konê Reş
Ji bo xatirê xanima hêja Gilberte Favre Zaza, kebaniya Dr. Nûreddîn Zaza û wefadariya wê ji zilamê wê Dr. Nûreddîn re, min careke din da ser şopa Dr. Nûreddîn Zaza.. Ev lehengê kurd yê ku ez wî wek pêşmergeyekî bajaran dibînim, ta niha kurdan ew mafê wî yê ku tê xwestin lê venegerandiye.. Sed mixabin ku navê wî di nav welatiyên wî de ne wek ku tê xwestin, cihê guhdanê ye..!

  Berî ku navê Pêşmerge di nav kurdan de belav
bibe û deng vede, wî pêşmergetî di bajaran de dikir.. Pêşmergetî ne tenê bi
hilgirtina tevingê û şerê çekdariyê ye, pêşmergetî bervedêriya di ber azadî, parastin,
bilindkirin û pêşketina navê kurd û Kurdistanê de ye.. Di vî
warî de ez Dr. Nûreddîn Zaza di pey Dr. Kamîran Bedirxan û Tewfîq Wehbî beg re
dibînim. Ew sêyemîn pêşmegeyê Kurd e li Ewropa ku xebat û bizavek ji dil û can
di ber gelê xwe de kiriye.. Ew ji pêşengên xwendekaranên kurd bû li
Ewropa.. Û wî, tev jiyana xwe di ber serbestî û bilindkirina navê Kurd û
Kurdistanê de xerc kir..

Di serê sala 1949an de, wî û çend hevalên xwe (Komela
Xwendekaranên Kurd li Ewrûpa: Kurdish Students Society in Ewrope/ KSSE)
damezirandin û wî ji hevalên xwe bêtir, xwe di ber de diwestand û serkêşiya wê
dikir. Vê komelê yekemîn rojname bi navê (Dengê Kurdistan), bi zimanê
Fransî, Inglîzî û Kurdî li Ewropa weşandin. Têde zilm û zora dagîrkerên
Kurdistanê ji Ewropiyan re diyar dikirin.. Û Navê Kurd û Kurdistanê bilind
dikirin..
 Piraniya babetên vê rojnameyê Dengê
Kurdistan
yên bi zimanê Kurdê, Fransî û Ingilîzî, Dr. Nûreddîn dinivîsand,
hem jî wî, tev babetên wê berhev dikirin û çap dikir.. Bi tenê (5) hejmar ji vê
rojnameyê, di sala 1949an de hatine weşandin. Hejmara (1) di tîrmeha 1949an de,
hejmara dawî (5), di çêriya pêşî sala1949an de hatine weşandin û hew
derketiye.. 
Erê, ez  Dr. Nûreddîn Zaza wek pêşmergeyekî dibînim.. Bi hêvî me ku
xortên me bidin ser şopa wî û kesên wek wî.. Ezbenî! Çîroka Dr. Nûreddîn Zaza dirêj
û bi kul û xem e..
Qamişlo, 22/11/2017  
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…