Gotar

Dabeşkirina bi mebest

Mislim Şêx
Hesen 
Li sala1916 an Kurdistan bi awakî gelekî bi mebest di navbera
çar welatan de hat dabeşkirine, mebesteke wan jê ew bû, ku pirsa kurdî bibe
pirsgirêk û nakokiyeke azirî ji gelên Rojhilata Navîn re, careserî zû bi zû jê
re peyda nebe û karibin jî bi dirêjtirîn dem ji samanên kurdistanê wek
sotemenî, av û HWD sûdê wergirin. Lewra jî ew tu careseriyê ji rewşa kurdistanê
re peyda nakin, û li hev dicivin ku pirojên kurdan bo azadî û rizgariyê têk
dibin. Di vî warî de bidehan pîlanên hevbeş li dijî gelê kurd û daxwazên wî hatine
gerandin û dubare jî bûne.
Her wiha li dema dawiyê welatên dagirker piştî giştpirsiya ku li kurdistana Îraqê hat li dar xistin ku li gorî zagon û belgeyên netewe yekbûyî bû, wan dewletan, ji bo ku encamên giştpirsiyê tine bikin, tavilê nakokiyên xwe dan tenştekê û ligel hev sê qulî û çar qulî wek demên borî li hev civiyan. Vêça, divê tevgera siyasî ya kurdistanî lêvegereke rasteqîn û dîrokî ji xwe re bike û li ser kiryarên kirêt ên dewletêm zorker rawestin. Çawa ku ew dewlet bi hêsanî karin dev ji nakokiyên xwe berdin, li ser doza gelê kurd lihevbikin û li pêşiya daxwaz û hêviyên gelê kurd rawestin, tevlî ku netewe, ziman û dîroka wan jî ne wek heve, divê tevgera kurdistanî jî sûdê ji wê rastiyê bigirin û siyaset û stratîciyeke hevbeş dînin û bajon, çimkî tu çûdahî û nakokiyên mezin di navbera tevgera kurdistanê de nîn e, û li dawiyê em miletek in, û tevgera me ya netewî li herçar parçeyên kurdistanê gerek e rojekê pêş de li hev bike û yekrêziya xwe ya siyasî ya netewî damezirîne. Lewre jî hazirî û amadebaşî ji bona lidarxistina kongirekî netewî erk û mafekî rewa ye. 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…