Kengî û kî wê bi hewara me ve bê

Ebdela gedo
 
.. şoreşa sûryê ku di
çarçewa buhara erebî de dest pêkir, di sala 2011de , bi awyekî aştyane, gelêrî,
ji berxweve, dûrî ti bandoran ji aliyên siyasî ve. Ti piştgiriya ragihandinî
jêre tinebû, li ser asta navnetwî, di destpêkê de gotin hê mîna lîbya qurbanî
nehatine danîn û çekên giran bi kar nehatine li dijî sivîlan, piştî ku rêjîmê
hemû cûreyên çekan , tevli bermîlên teqîner , bi karanîn , gotin belgeyên
“belloq” bi kar anînê ji dadgeh û komîteyên navdewletîê re divên,
çaxa ku çekên kîmyayî bikarhatin û hêla sor ya “obama” derbasbû,
Rûsya çare jêre dît û got : ezê wan çekên rêjîmê deste ser bikim .
Gelê sûryê ji banyasê ta keseb û indîwer û horanê derketin xwepêşendana û hê jî digotin xwepêşender nûnertiya gelê sûryê tevî nakin, û divê rikberiya sûryê bibe yek, vêca encûmena niştimanî sûrî  tevli hemahengiyê bû û dipişt re komîta bilind ya gift û goyê hate damizrandin li bajarê “riyad ” îro riyada2 birêde tê ,gelo wê kî bi hewara gelê sûrî ve bê , û kengî ? gelo çi mercên dî pêwîstin ta hêzên navnetewî dest têwerdanê bikin , û kuştin û talanê rawestînin?.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…