Referendum şoreş û vejandina hemû kurdan e

Qado Şêrîn
 
Pêwist nake mirov serxwebûnê bi gelê kurd şêrîn bike, taku
roja referendumê biçe ser sindoqan û dengê *Erê* bide serxwebûna Kurdistanê,
bila dîrok biaxive û bêje bê çi hatiye serê kurdan, Helebçe û enfal wek nimûne.
Serxwebûn mafekî rewa yê gelê kurd e, referendum
encam û berteka li dijî kiryar, komkujî, dîroka reş, inkar, enfal û zulma li kurdan
bûyî. Vêga kurdê bêje * na* , yan li dijî referendumê derkeve, koletî û bêkerametiyê
li ser xwe qebûl dike.
Wek ku hikûmeta Iraqê alîkariyê dide Heşda Şehbî û xwedî li şehîd û birîndarên wan derdikeve, wiha guhdan nedaye şehîd, birîndar û malbatên Pêşmergeyan, her wiha alîkarî bi Pêşmerge re nekiriye. Endama encûmena nûnerên Iraqê Eşwaq Caf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Iraq berdewam şerê maf li gel herêma Kurdistanê kiriye, lê Bexda berdewam xwediyê axaftina xwe nebû û sozên xwe bicîh nedikir‘’.
Li dewleta Iraqê ya taifî jiyana kurdan nema baştir dibe, ta bi parleman taifî ye û biryarên taifî distîne, erê li ser biryarên çarenûsa kurdan nade, wek nimûne parleman Heşda Şehbî kire hêzeke yasayî û sereke û biryara li ser alîkariya wê erê kir, berovajî wê Pêşmerge red kir û oksecîn ji ser birî, jixwe em qala qut kirina rizqê xelkên Kurdistanê nakin.
Hikûmeta Iraqê şaşiyên mezin nekiriba, rizqê xelkê qut nekra, alîkariya Pêşmerge bikra, dibe ku kurd di evê qonaxê de ber bi referendumê ve neçûna, wek ku serok Barzanî gelek caran û bi gelek şêweyan aniye ziman. Ji ber ku kurd cidî ne di meseleya referendumê de, êdî ji nû ve Emerîka, Tirkiye, Îran û hema hema hemû welatên din dozê li Bexda dikin ku kêşeyên bi Hewlêrê re çareser bike.
Eger hat û referendum li paş ket, dê kurd hemû tiştî ji dest bidin, dê neyarên kurdan gelek nakokî û pirsgirêkên navxweyî derxin, daku kurd nema rojek aram di jiyana xwe de bibînin, û careke din di referendumê de nefikirin. Bi bihaneya şerê Daişê, hin dewlet dixwazin referendum li paş bikeve, eger hat û wiha bû, wê dijminên kurdan piştî Daişê, 99 Daişên din çêkin, bes dewletek kurdî ava nebe. Dewleta Kurdistan lawaz kirina dewletên dagîrker e, tirsa ji zilhêzî, demuqratî û pêşketina kurdan e, êdî ji ber wê dixwazin referendum li paş keve û kurd nebin dewlet.
Wexta başûrê Sûdanê cuda bû, her çar dewletên dagîrkerên Kurdistanê li dij derneketin û negotin aniha newexte, ji ber metirsiya wê li ser wan tune bû. Her çar dewlet dizanin bê wê dewleta Kurdistan çi bi xwe re bîne, wek nimûne; tecrubeya demuqratiyê, ava kirina dewletek bihêz û bandor û rastiya kurdên li nav wan.
Referenduma 25/09an, ne wek tu dengdanan e, ne wek hilbijartina endamên şaredariyan e, her wiha ne wek hilbijartina endamên parlemanê dewletek serbixwe ye, belê referendum dengdana li ser serbixweyiya jiyan û man û nemanê ye, dengdan ji bo damezirandina dewleta ku dê kurdistanî xwe bi xwe birêve bibin û biryarên têkelî xwe têde bidin, neku hin din wek Malikî çarenûsa wan li ser kêf û wicdanê xwe destnîşan bikin. Vejandina giyanê kurd e, dawî anîna li dîroka reş e.
Welat dayka hemû nişteciyan e, şeref û kerameta mirov e, vêga heçê li dijî referendum û serxwebûna Kurdistanê derkeve, dixwaze (dê)welatê wî di bin dijminan de bimîne.
Referendum baştirîn ezmûn e, bê ka kurd hêjayî azad bijîn yan na, bê ka bi şehîd û malbatên wan re dilsoz in an na, û ewqase karesat dikarin wan bi dengdanê re ji çanda dijminan rizgar bikin û ji koletî û bindestiyê re bêjin bay…bay yan na.
Eger dewleta Kurdistan li başûr hat ragihandin, dê kurdên perçeyên din ji tune kirin, inkar û binpêkirinan bên parastin, û dê pîstirîn deshilata kurdî ji baştirîn deshilata dagîrkeran baştir be.
Li dawî, keramet tê binpêkirin, lê dabeş nabe. Pêwiste kurdên başûrê Kurdistanê ji bo ku referendum bi ser bikeve, û ji bo kurd bibin nimûneya demuqratî, aştî û şaristaniyê, hemû nakokî û pirsgirêkên navxweyî û partayetî yan çareser bikin û yan jî bikin bi qurbana serxwebûnê. Dewleta Kurdistan ji pirsgirêka kehrebe û gendeliyê mezintire, wek çilo ji hemû partî û serokan mezintire.
Amsterdam,

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…