Şerê Sîxure

Bavê Zozanê
 
Sîxure
gundê Bapîrê mine li hêla Batmanê dikeve ku dihate naskirin bi navenda Koçeryê,
ji dîroka herî kevnve, û ta niha jî wek simbola mêrantiyê tevlî wan şikeftê xwe
bi dev liken tê pêşiya te. heyf û mixabin vê dawiyê ne bêtirî bîst salan wek
pirê gundê Kurdan conta tirk malbata me bizor ji gund derxistin bi mihna ku
alîkariyê bi şervanare dikin Loma gund nihakê wek kavil dîrokê dirêse. Bapîrê
min Silêmanê Mistêye ji malbata Dîboye, eşîra Elikan, ku Sîxure tevlî birek
gundên din yên wan bû , Malê biniyê, Bîra Qasimo, Sîlaxir, Xanikê, Memika,
Mezirk, Qumaro, Mizareş,Eynkermê, Dûsadekê, Gundik û…
 Li pişt Sîxure dor pêncsed mitrî li ser girê Qulexê Qereqoleke dewletaTirka hebû, ku çavdêrî li hawîr dora xwe dikir, li Malatovê li deşta xerzan li Batmanê… ew baregeh ji alyê Çawîş Celal ve yê tirk dihate birêvebirin.. 
Axikî ji Bêtro pezên xwe di anîn şikeftên Berzanekan, ji wir diçûn Sîxure Av ji kaniya Gelî ji bo pezê we dianîn. Celal çawîş serokê qereqolê çav li der bû, ji dûr dixwest bela xwe li pîrekê pêtriwan bixê ewên kû diçûn kaniyê ta ku avê ji bo pez û sewalên xwe bînin. Gewrê pîrekek ji koçerê axikîbû, jinek navser bû, ev bûyer ji Silêmanê Mistê û bira wî Emê re got ku Celal cawîş zilamekî bê erze, dixwazê jinên koçeran aciz bike. bê Silêman û Emê vê bûyerê ji kesîre bêjin di eynê wê şevê de êrîşek xurt berdane qereqolê. Qereqol ji binî xirakirin, cendermên tirk tevlî Celal çawîş,hemî reviyan çûn Almedînê.. Tahirê lawê apê min hecî Hisên ku temenê wî niha dor pêncî û pênc saliye dibêje dema ku em zarok bûn li Sîxure me şivantiya pezê xwe dikir, gelek caran komên fişekên vala ku bin ax bûbûn li derdora girê qereqolê me didîtin. Tahir berdewamdike û dibêje bawerke ta nihajî eger em herin Sîxure û wî girî vedin bêguman emê rastî gelek fîşekên binax bên. Ew fîşekê ku Silêmanê Mistê cendermên tirk ji Sîxure pê qewitandibûn.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…