Yekemîn Çûn Qamişlokê û Çîroka Yekemîn Wêneyê Min

Konê Reş
 
  Payîz bû..
destpêka vekirina dibistanan bû.. Nû ez ketibûm dibistana gund, sinifê yekê. Temenê
min dor 6/7 salan bû, li ser daxwaza mamosteyê dibistanê divîbû wêneyê min jî
di doseya min î dibistanê de hebe. Ji ber vê yekê cara pêşî bû ku ez bi bavê
xwe re diçûm Qamişlokê û Qamişlokê wek yekemîn bajar dibînim.. Êvara ku em bi
rê kevin, ji kêfa çûna Qamişlokê re, xew li min herimî û ez têr ranezam.. Min
ji xwe re digot; Sibe ez ê herim Qamişloka ku zilam qala wê dikin, ji xwe re bibînim
û nanê sûkê û helawa Hemê Helawçî lê bixwim..! Dibe berî vê carê jî ez bi dê û
bavê xwe re çûbim, lê nayê bîra min.
  Nizanim a dinî rojê em çilo û çawa gîhan Qamişlokê.. Tiştê tê bîra min, Kirasekî xetxetî li min bû. Pîrka min (Sara/ Osena) diya bavê min a Ermenî ji min re dirûtibû. Ew terzîvanek navdar bû di herêma me de..  Dema em gîhan Qamişlokê min li carhawêr mêze dikir û pey bavê xwe dibeziyam û gelek caran min bi kirasê wî digirt da ku winda nebim û ew ji ber cavê min  winda nebe û her min li dergora xwe, li wan tiştên ku ez wan nû dibînim temaşe dikir.. Lê lez û beza bavê min ew derfet nedida ku ez bi têr û tesel temaşe bikim.. Kolan û cadeyên Qamişlo qîrkirî bûn, gelek dikan lê hebûn, dergehê wan cam û tîtikî bûn û bi tametîtkan dagirtî bûn.. Piraniya wan dikanan yên Siryanî, Ermenî û Cihûyan bûn.. Di wê heyecanê de dhisyam ku li dinyake dî me.. Tev cade û kolanên wê wek hev bûn; rast û dûz bûn, ji hev nedihatin naskirin.. Çarşiya bajar a fêkî, goşt û şînahiyê (Erase) di nîvê sentera bajar de bû û kolan li derdorê ji hev vediqetiyan.. Derdora Erasê bi zarokên ku selik li ser pişta wan şidandî, himaltî dikirin, hem jî zilamên ku bi erebokên dehifdanê himaltî dikirin hebûn.. 
  Di kolanên wê de mirovên bi kum û koloz, bi şifqe û bernêt, bi çefî û egal wek bavê min dihatin dîtin, hin kum sor jî hebûn.. Axaftina sereke di bajar de zimanê kurdî bû, pêre jî zimanê Siryanî û Ermenî dihat bihîstin, ji xwe zimanê Erebî yê fermî bû..
  Di wê çûnê de ev ecêba ku roja îro ji otombîlên pir û têvel di kolan û sikakên Qamişlokê têne dîtin, nebû. Bi tenê Çend Jeepên Willys, çend otomobîlên Shevrlet, Ford, Buick û Pikup dihatin dîtin, ew jî xwediyên wan nas bûn; ji navdar û têrên bajar bûn.. Lê Payton (Karo) ya ku du hespan dikşand, erebeyên ku dewaran ew dikşandin û siwarê hesp, qantir û keran di cadeyên wê de, bi pirbûn dihatin dîtin.. Roja îro rê û rêwanî di kolanên Qamişlokê de nîne ji tev texlîtên otomobîlên nû di dinyayê de, ew jî ji ber rewşa şerê Sûriyê ye.
Ez u bave xwe Osmane Abdo
  Di nîvê sentera bajar de, bakurê Eraseyê çend wênekêşên ku wêne bi avê dikşandin hebûn, ew jî Helebî û Xirstyan bûn. Bavê min ez birim cem yekî ji wan ku wêneyê min ji bo dibistanê bigre. Yê wênekêş sakoyek bi ser kirasê min de li min kir û ez li ser kursiyekî li ber dîwar dam rûniştandin, destên min danîn ser kabên min, serê min rast kir û ji min re got; ha li vê qulika mekînê binere û çû pişt mekîneya xwe.. Mekîna wî a wênekişandinê wek sêpiyê li ser sê linga bû, wek kovikek gincirî jê dirêj dibû ber bi min ve û girovrokek di serê wê kovikê de hebû.. Wek pûtekî ji ser kursî min lê mêze dikir.. Min dît yê wênekêş ji paş mekîneya xwe ve serê xwe xist paçekî reş de, ta bi newqê di nav wî paçî de winda bû û destê xwe avêt giroveroka devê wê kovikê, hilanî, bilind kir û careke din li cihê wê vegerand.. Bi vê liva wî re ken li min selitî û ez keniyam.. Yê wênekêş xeyidî û got; te fîlmê min şewitand.. Çima tu keniya..! Bavê min jî bi min de xeyidî û ji min re got; çima tu dikenî loo..! Werhasil piştî sê hewildanan û gezkirina min ji zimanê min re ev wêneyê min î destpêkê ku ez girnijî me hatiye girtin û bi vê nivîsê re ye..
Yekemin weneye min
  Erê! Qamişlo ev bajarê ku yekemîn car di zaroktiya xwe de ez çav pê ketim, jenên dilê min bi dîtina wê re bi xurtî lê dan û dilkê min î biçûk di qefesa sînga min de raqisî..! Hingî ne min gulîstan hebûn û ne min bîr dibir ku gurzek gul jêre pêşkêş bikim..! Erê yekemîn bajare ku di zaroktiya xwe dibînim. Paşê, min naşîtî û sewteritiya xwe di kolan û cadeyên wê de derbas kirin û bi demê re cihê xwe di bîranînên min de çêkir.. Min nizanîbû ku Hilêliyê li rojavayî wê dikeve û Anteriyê li rojhilatî wê ye.. Hilko li başûr e û Cirnikê li bakur e.. Hingî min rûpelên avakirina wê û a xelkên wê nexwendibû; Min Gerebêtî Xaço, Cegerxwîn, Corc Saado, Mela Namî û Aramê Dîkran nes nedikirin.. Hay û bayê min ji Dr. Nafiz Zaza û Dr. Bulgarî nebû.. Belê.. Qamişlokê di jena dil de ye.. Wêneyê wê yê yekemîn ji mêvandariya huşê min denakeve.. Min gelek helbest û gotar di pesin û şana xelkên wê de nivîsandine.. Nabe ku çavên wê yên xweşik bigrîn û zarokên wê xemgîn bin..! Ji bo Qamişlo hezkirina min û ronahiya destpêka sibehên rojê.
Konê Reş/ Qamîşlê 27/8/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…