Öcalan û hewldana spîkirina Mustafa Kemal

Hoşeng OSÊ
 
“Gerek mirov vê
yekê wisa têbigehêje û fêmbike; dîrok çewt û şaş hatiye nivîsandin ku êdî,
Mustafa Kemal bi kurda, weke kujerê kurda û dijminê kurda hatiye nas kirin. Û
vaye min jî bi kujerê şîrmijan “bebekan” û dijminê tirka binavdikin.
Ango, M. Kemal dijminê kurda û Apo dijminê tirka ne. Lê M. Kemal ne dijminê
kurda ye, her wisa ez jî ne dijminê tirka me. Hişmendî “zihniyet” ya
ku M. Kemal weke dijminê gelê kurd da nîşandan, ew bi xwe ye, ku min weke
dijminê gelê tirk daye nîşandan. Ev zihniyet, di nava me de jî hebû”.
Ev nirxandin ne ya kesekî normal û ji rêzê ye, lê ya “Reberê gelê kurd” û serokê PKKê “dîrokzan”, “civaknas” û “fêlezof” birêz Abdullah Öcalan e ku bi rêya parêzerên xwe, di roja 04.11.2009an de daye.
Mirov ji vê nerîn û nirxandina di derbarê Atatürk de têdighîje ku M. Kemal baş bû, lê yên dora wî pîs bûn! Yan jî M. Kemal baş e, lê Kemalîst pîs in! Öcalan dibêjê ku ev zihniyeta ku Atatürk weke dijminê kurda dide diyar kirin “di nava PKKê de jî hebû”, ango rexne li diyardeya reşkirina Atatürk dike, lê ev camêr jibîr dike ku ew bi xwe, di salên 1980 û 1990î de rexneyên tund li M. Kemal dikir û wî weke dijminê kurda bi nav dikir.
Baş e, dema “Reberê gelê kurd” rexne li “reşkirina” Atatürk di nava kurda de dike û dibêje; “Ev yek ne rast e û dîrok şaş hatiye nivîsandin. M. Kemal ne dijminê kurda ye” dêmek serokê birêz Öcalan, destên Atatürk ji xwîna serhildana 1925an a Şêx Seîd û a 1938an li Dêrsimê, dişo. Pêve girêdayî, dema Öcalan li xwe mikur tê û dibêje; “Ev zihniyet di nava me de (PKK) jî hebû”, dêmek “serok” APO divê ji M. Kemal jî lêborîna xwe bixwaze ji ber ku di nava PKKê de reşkirina Atatürk hebû. Û Öcalan û PKK niha di qûnaxa spîkirina M. Kemal de ne.
Ev şêwaza spîkirina Atatürk li ser zimanê Öcalan, di gelek cihan de hatiye gotin. Ji xwe dema mirov vedigere rojname û pirtûkên kevn yên PKKê ku dîroka vê rêxistinê didin diyar kirin, mirov dibîne ku sedema Öcalan ji rêxistinên çepên tirk veqetiya û berê xwe da sazkirin û avakirina rêxistineke kurd, ku PKK bû, ew sedem; bandora Kemalîzmê li ser çepgirên tirk bû. Eger Atatürk ewqas çewt û şaş ji aliyê kurda ve hatiye nas kirin û eger dewleta netewî û bîr û boçûnên netewî ewqas tiştên nebaş û xerab in, dêmek “Rêberê gelê kurd” gerek lêborîna xwe ji DDKO, DEV-GENC, DEV-SOL, DEV-YOL, THKP-C…hwd, bixwaze û bêje: Ez di maf û heqê we de şaş bûm û şaş çûm! Û gerek ez ji we veneqetiyama û min PKK avanekira!
Mebesta min ji vê nivîsê ew e ku gelek baş e mirov li xwe û li kar û dîroka xwe veger e û xwe û tevger û dîroka xwe rexne bike, lê di gel vê jî, divê mirov lêborîna xwe jî ji gel bixwaze û bi wêrekî beje: Ez şaş bûm. Ez şaş çûm. Li min bibûrin, min hişt hûn jî şaş biçin, min Atatürk di çavên we de reşkir!
Li gorî pîvanên nû yên Öcalan derbarê ji nû ve xwendina dîrokê û naskirina Atatürkê spî ji Atatürkê reşkirî ve û gihiştina serencama; “M. Kemal baş e, lê Kemalîst pîs in”, dibe hinek werin û bêjin: “APO baş e, lê yên li dora wî pîs bûn!” yan jî: “APO baş e, lê Apocî ne baş in!”
Tiştê herî balkêş û hevbeş di navbera Kemalîst û Apoyîstan de  heye ku herdû alî rûmeteke mezin didin dayikên serokên xwe û guh nadin bavên wan. Kemalîst bi rêz, nirx û rûmet nêzîkî Zubeyde Xanim dibin û di salvegera mirina wê de, bibîrtînin, lê bavê Atatürk; Alî Riza Efendî jibîr dikin û behsa wî nakin. Apoyîst jî pir bi rêz, nirx, rûmet û pesn nêzîkî dayika Öcalan; Uwêş Öcalan dibin û salane di salvegera mirina wê de wê bibîr tînin û qet Ömer Öcalan, bavê A. Öcalan nayê bîra Apoyîstan! Mînak: “Dayika Uwêş rastiya jinê ya dema neolotîk parastiye.”
Baş e, ma qey birêz Öcalan nizane ev nêzîkatî, ji çand û kultura Kemalîstan tê? Qey ji xwe napirse; kê ev şêwaz ji kevnetora Kemalîzmê xistiye nava PKKê?
Di dawî de, ji mafê Öcalan e ku di zindana xwe de ji nû ve M. Kemal nas bike û wî spî bike û dest û rûyê Atatürk ji xwîna kurda bişo. Û ji mafê Apociyan e ku ji Apo bawer bikin û gotin û pirtûkên wî weke pirtûkên pîroz bibînin. Lê ne ji mafê Apo ye û ne ji mafê Apociyan e ku ev nerîn û helwestê derbarê Atatürk û dewleta netewî li ser kurda ferz bikin. Bi kurtî; birêz Öcalan dibe ku rêberê gelê Apocî be, lê li gorî nerîn û helwestên wî derbarê Atatürk û dewleta netewî, tu carî Öcalan nabe “Reberê gelê kurd”.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…